Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Em bi ruhê serhildanê li dijî qeyûman rabin!

Koordînasyona KJK’ê bang li gelê Colemêrgê û hemû Kurdistanê, jinan, hêzên demokratîk kir ku plana qirkirinê ya rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst pûç bikin û bi ruhê serhildanê li dijî qeyûman rabin.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
03/06/2024 - 16:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KJK: Em bi ruhê serhildanê li dijî qeyûman rabin!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona KJK’ê wiha got: “Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker di van 10 salên dawî de li ser esasê Plana Têkbirinê li dijî gelê Kurd qirkirina polîtîk, fîzîkî, çandî û civakî pêk tîne. Girêdayî vê planê mafê siyaseta demokratîk a gelê Kurd, bi mekanîka derbeyê ya qeyûm hatiye desteserkirin, mafê destnedayîna li parlamenteran hatiye rakirin û saziyên civakî yên sivîl û polîtîk ên gelê Kurd û jinan hatine desteserkirin. Divê mirov ji bo tunekirina mafê hilbijartinê ya gelê Kurd nebêje derbe, ji ber ku ev pênase kêm dimîne. Ev qirkirineke siyasî ye. Lê gelê me û jinan bi hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê hem plana têkbirinê, hem projeya ‘li şûna Kurdê azad, îkamekirina Kurdê kole’ pûç kiriye û hem jî siyaseta qeyûm bi rengekî dîrokî têk biriye. Piştî hilbijartinê rejîma AKP-MHP’ê faşîst bilez qeyyûm tayînî şaredariya Wanê kir. Di encama serhildana Wanê û berxwedana hevpar a hêzên demokratîk, rejîma faşîst neçar ma ku gav paşde bavêje. Lê îradeya gelê Şirnexê bi awayî îstilayeke nû, hate desteserkirin û dengên gelê me yê Curnê Reş bi şewitandina sindoqan tune hatin hesibandin.”

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt jî diyar kir: “Berxwedana hevpar a hêzên demokratîk ku bi berxwedana Wanê re derket holê, bû sedem ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst siyaseta ‘normalbûnê’ bixe dewrê, di doza Kobanê de cezayên giran li nûnerên siyasî yên Kurd birî, generalên ku di doza Ergenekon de girtî berdan, bi hinceta hilbijartinên xwecihî yên demokratîk ên Rojava êrîş dan destpêkirin, bi armanca dorpêç û tasfiyekirina Başûrê Kurdistanê bi Iraqê re projeya Ovakoy û plana operasyona leşkerî ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê xistiye dewrê. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst klînîka xwe ya Ergenekon tevlî tifaqa xwe ya dewletê ya heyî kir û siyaseta ‘Li Tirkiyeyê normalbûn, li Kurdistanê qirkirin’ îro bi tayînkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrgê daye destpêkirin. Di serî de divê hemû gelê Kurd bizane ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û qirker li dijî hemû Kurdan dijminatî û plana qirkirinê pêk tîne.”

Di daxuyaniya KJK’ê de ev xisûs jî hatin destnîşlankirin:

“Di serî de CHP, em bang li hêzên muxalefetê yên Tirkiyeyê dikin: Eger pêvajoya ‘normalbûnê’ peymana bêdengiyê ya li hemberî qirkirina Kurdan be, gelê Kurd dê we jî weke hevkarê sûcên qirkirinê yên li hemberî xwe binirxîne û darizandina dîrokî wê li gorî vê yekê bike. Li ser vî bingehî divê hemû hêzên siyaseta demokratîk, siyaseta qeyûm û mudaxelekirina pêvajoya hilbijartina demokratîk a gelê Rojava weke şikestina dîrokî ya pêvajoyê bibîne û helwesta hevpar bidomîne. Yan hûn ê bi gelê Kurd re li ser bingehê yekîtiya demokratîk yekbûneke dîrokî pêk bînin, yan jî hukmê dîrokî yê gelê Kurd ku kes nikare asteng bike, wê bi ser bikeve.

Em bang li gelê xwe û jinan dikin; Bi hilbijartinên 31’ê Adarê, serhildana Wanê û hilbijartina Curnê Reş re weke hêza berxwedana demokratîk a sedsala 21’an, we qasî li Kurdistanê, di dîroka gerdûnî de jî pêngavek mezin avêt. Di serî de Curnê Reş, bersiva ku gelê me li dijî her cure êrîş û qirkirina îradeyê dayî, serketin e. Em gelê xwe yê Curnê Reş û serketina demokratîk a nîşan dayî, silav dikin.

Li ser vî bingehî em bang li gelê Colemêrg û hemû Kurdistanê, jinan û hêzên demokratîk dikin ku plana qirkirinê ya ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst li hemû Kurdistanê pêk tîne, pûç bikin û li dijî qeyûman bi ruhê serhildanê rabin. Ti hêz nikare mafê gelê me yê diyarkirina qedera xwe û xwedî derketinê, desteser bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YRJ’ê Şaristan Asmîn bi bîr anî

Nivîsa Pêş

Banga YCWK’ê ji ciwanan re li dijî qeyûman!

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Banga YCWK’ê ji ciwanan re li dijî qeyûman!

Banga YCWK’ê ji ciwanan re li dijî qeyûman!

Ji Artêşa Sîber a Gel (Halkın Siber Ordusu) çalakiyekî din

Ji Artêşa Sîber a Gel (Halkın Siber Ordusu) çalakiyekî din

Manşet

  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.