Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

HPG: Hevala me Viyan Helo ya ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû.

HPG anî ziman ku Viyan Helo bi navê din Îlham Saedmucîşî di 21'ê Nîsanê de li Qendîlê şehîd bûye.

Edîtor: Nucan Serdoz
03/05/2024 - 9:53
di nav Başûr, Biranîna Şehîdan, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG: Hevala me Viyan Helo ya ji Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû.
ParvekeTweet

BEHDÎHNAN – Di daxuyaniya Navenda Ragahandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hatiye diyar kirin ku Viyan Helo bi navê malbat îlham Saedmucîşî di 21’ê Nîsanê de li Qendîlê şehîd bûye. HPG’ê da zanîn ku Viyan Helo keseke fedekar û evîndara azadiyê bû û got: Em di serî de malbata hêja ya Viyan Helo, ji gelê welatparêzer ê Rojhilatê Kurdistanê  û ji hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. HPG’ê anî ziman ku ewê têkoşîna azadiyê xurt bikin û xeyala azadiyê ya şehîdan pêk bînin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêya me Viyan Helo di 21’ê Nîsana 2024’an de li herêma Qendîlê şehîd bû.

Jina dilêr a Rojhilatê Kurdistanê, milîtana Apoyî ya bi nirx hevrêya me Viyan Helo, mîna şexsekî ku bi nirxên xwe yên neteweyî ve girêdayî, têkoşîna gelê me ya li tevahiya Kurdistanê weke têkoşîna xwe dît. Ji bo vê jî bi îdîa û biryardariyeke mezin di nava refên gerîla de cih girt û berpirsyariyeke dîrokî hilgirt ser milê xwe. Hevrêya me Viyan weke jineke Kurd ku navê wê bi berxwedan û têkoşîna azadiyê re hevwate ye, erk û berpirsyariyên ku dîrokê li ser ferz kirin bi serketineke mezin bi cih anî û bi vê taybetmendiyê ji hemû jinên ciwan re bû mînak.

Hevrêya me Viyan a ku nasnameya milîtaniya PAJK’ê bi serbilindiyek mezin hilgirt û bi layiqî pêk anî, di heman demê de bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê re, bûye navê bersiva herî rast a li dijî zîhniyeta bi serdestiya mêr.

Weke hevrêyên wê em pêşî sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêya me Viyan Helo û bi taybetî ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz û gelê Rojhilatê Kurdistanê re dixwazin. Em soz didin ku em ê bîranîna bi nirx a hevrêya xwe Viyan di xeyala wê ya Kurdistana azad de zindî bihêlin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Viyan Helo wisa ye:

Nasnav: Viyan Helo

Nav û Paşnav: Îlham Saedmucîşî

Cihê Jidayikbûnê: Kamyaran

Navê Dayik û Bav: Zuleyha-Hûseyîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2024/ Qendîl

Hevrêya me Viyan li bajarê Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê di nav malbateke welatparêz û bi nirxên netewî re girêdayî jidayik bû. Bi saya hestên kûr a malbata xwe ya welatparêziyê û israra wê ya ji bo zindîhiştina çanda Kurd, hevrêya me Viyan bi rengekî ku bi cewhera xwe ve girêdayî bû, mezin bû. Hevrêya me Viyan bi saya terbiya ku ji malbatê wergirtiye û asta hişmendiya ku bi dest xistiye ji aliyê derdor ve hatiye hezkirin û ji temenê biçûk ve partiya me PKK’ê nas kir. Mîna li herêmên din ên Kurdistanê hevrêya me Viyan ku hêviya azadiyê ya ji aliyê Partiya me ve bi berdêlên mezin hatiye afirandin dît ku yekane tevgera azadiyê ya gelê me ye, her ku mezin bû eleqeya wê ya ji bo Partiya me jî xurtir bû. Bi taybetî jî welatparêziya hawîrdorê ya ku tê de jiyaye û hurmet û hezkirina wê ya mezin a ji Rêber Apo û gerîla re, hişt ku lêgerîna hevrêya me Viyan ji bo naskirina rastiya Rêber Apo zêdetir bibe. Hevrêya me Viyan ku jineke ciwan a bi hişmend e, her ku analîz û pirtûkên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê xwend û fêm kir hîn zêdetir bi Rêber Apo ve hat girêdan. Bi taybetî jî rastiya ku Rêbertiya me diyar kir ku pirsgirêkên jin dijîn sedemên wê yên esasî desthilatdarî û dewleta bi xwe ye, bû wesîle ku lêhûrbûnên xwe kûrtir bike. Hevrêya me ku gihişt wê encamê ku nêzîkatiyên ku di sîstemê de zext, tundî û koletiyê li ser jinê ferz dike fikrên Rêber Apo piştrast dike, gihişt wê encamê ku azadî tenê bi civakbûnê re pêkan e. Ji bo vê jî hevrêya me Viyan, pê hesiya ku lêgerîna azadiya takekesî nikare azadiya ku jinan hêvî dike pêk bîne û ji bo di felsefeya Rêber Apo de kûrtir bibe ketiye nava hewldaneke mezintir. Hevrêya me Viyan a ku di dema xwendina zanîngehê de pirsgirêka azadiya jinê, rewşa gelê me ya di nava lepên qirkirinê û polîtîkayên dijmin ên li dijî vê welatê me dagir kiriye de bêhtir derxist zanabûnê, gihîşt wê biryardariyê ku mîna bi hezaran jinên Kurd ên beriya xwe, têbikoşe. Hevrêya me ku bi taybetî ji berxwedana destanwarî ya jinên Kurd û gerîlayên azadiyê yên li dijî hêzên êrîşî nirxên gelê me dikin bi taybetî jî ji berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bi bandor bû û her wiha bi tevlîbûna birayê xwe hevrê Helo li nava refên gerîla û şehadetên hatin jiyîn bi bandor bû, bi tevlîbûna li nava refên gerîla re xwest têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin bike. Li ser vê bingehê di sala 2015’an de di 27’ê Mijdarê salvegera damezrandina partiya me PKK’ê de hevrêya me Viyan berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Viyan yekem perwerdeya xwe ya di nava refên gerîla de li herêma Qendîlê dît û bi saya tevlîbûna xwe ya dixwaz û bi coş di demeke kurt de elimî jiyana çiya û gerîla. Hevrêya me bi saya helwesta xwe ya têkoşînê hemû astengî û zehmetiyên ku lê rast hatinê bi awayekî serkeftî derbas kirin û xwe di warê îdeolojîk de zêdetir pêş xist. Hevrêya me di heman demê de dixwest ji pêvojoya şer a dijwar a li dijî dijmin dihat meşandin re bibe bersiv û xwe di warê leşkerî de jî tim pêş dixist. Hevrêya me nêzîkî salekê li herêma Qendîlê ma û bi saya tecrubeyên li vir, bû gerîlayeke YJA Starê ya çalak.

Bi saya kûrbûn û tecrûbeyên xwe yên îdeolojîk hevrêya me Viyan bandoreke mezin li ser hevalên xwe dihişt û ji ber vê yekê derbasî xebatên Komalên Ciwan bû. Ji bo ku ciwan û jinên Rojhilatê Kurdistanê yên azadîxwaz weke xwe bi rêxistin û sewqî têkoşînê bike xebatên mezin meşandin. Hevrêya me Viyan ku hema bibêje hemû jin û ciwanên ku bi wan re dikeve têkiliyê, têkoşînê bi wan dide nasîn û bandoreke mezin li hemû hevrêyên xwe kir.

Hevrêya me ku di heman demê de ji bo pratîkkirina fikra civakîbûna azadiyê ku ev fikir di destpêka tevlîbûna têkoşînê de bi dest xist, gelekî hewl da û rêxistinbûna jin û ciwanan weke girîngtirîn xebata xwe qebûl kir. Hevrêya me Viyan girêdayî vê yekê demeke dirêj di van xebatan de cihê xwe girt û ji bîli serkeftinên girîng ên bi dest xistine jî di warê rêxistinî û îdeolojîk de tecrûbeyên gelek girîng bi dest xistin. Lê belê li gorî hevrêya me diviyabû li hemberî êrîş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd û destkeftiyên wan ku bi taybetî jî êrîşên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê weke milîtaneke Apoyî erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û di wê baweriyê de bû ku ev yek bes di nava refên HPG û YJA Starê de pêkan e. Hevrêya me girêdayî vê yekê bi israr û xwestekeke mezin pêşniyaz kir ku derbasî qada ku lê li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşîneke efsanewî dihat meşandin, bibe. Lê belê ji ber hewcehiyê hevrêya me tevlî xebatên li herêma Qendîlê bû û li vir jî bi bêdudilî û coşeke mezin tevlî xebatan bû.

Hevrêya me Viyan di 21’ê Nîsana 2024’an de li Qendîlê tevlî karwanê şehîdan bû û bi sekna xwe ya diyar a li ser xeta azadiya jinan di nava refên PKK û PAJK’ê de bû milîtaneke mînak. Hevrêya me Viyan wê tim bi kesayeta xwe ya dirust, fedekar û azweriya xwe ya ji azadiyê re were bibîranîn û wê bîranîna wê ji me re bibe egera têkoşîna zêdetir.’’

 

 

1 Ji 6
- +
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Viyan Leyla: Divê em xwe ji vê zîhniyeta mêr xilas bikin

Nivîsa Pêş

Li Hambûrgê wê meşa “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” bê lidarxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Hambûrgê wê meşa “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” bê lidarxistin

Li Hambûrgê wê meşa "Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî" bê lidarxistin

Li Ewropayê 51 hezar zarok û ciwan winda ne

Li Ewropayê 51 hezar zarok û ciwan winda ne

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn hat vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Perspektîfa ku Rêber Apo ji Kongreya 12’emîn a PKK’ê re şand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.