Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin

Edîtor: Nucan Serdoz
30/04/2024 - 13:23
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Daxwaza girtina polîsê Oner qetil kiribû dîsa hate redkirin
ParvekeTweet

AMED – Danişîna doza polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz ku bi wesayîta zirxî Şahîn Oner qetil kiribû hate lidarxistin. Daxwaza girtina Korkmaz dîsa hate redkirin.

Di 10’ê sibata sala 2013’an di çalakiyeke li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê de wesayîteke zirxî li ciwanê bi navê Şahîn Oner (19) xist û qetil kir. Derheqê ajokarê wesayîta zirxî polîsê bi navê Selahattîn Korkmaz de doz hatibû vekirin. Di 23’yê mijdara 2021’ê de ji ber sûcê “Bi qisûra xwe ya qesdî bû sedema mirinê” 4 sal û 5 meh û 10 roj cezayê hefsê li Korkmaz hate birîn. Lê belê ev ceza ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate xerakirin û darizandina Korkmaz jinûve dest pê kir. Danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Polîsê bersûc û parêzerê wî tev li danişînê nebûn. Parêzerê malbata Oner, Yakup Guven di danişînê de amade bû. Her wiha parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevîlay Çelenk û Adalet Kaya danişîn şopandin.
‘HÊZÊN EWLEKARIYÊ DELÎL TUNE KIRIN’
Danişîn piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Parêzer Yakup Guven di parastina xwe de diyar kir ku di tevahiya pêvajoya dadgehê de wan gotiye ku sûc “biqesdî” hatiye kirin. Guven, wiha domand: “Beriya betalkirinê me parastineke dirêj kir. Me got ku ev yek encama polîtîkaya necezakirinê ye. Karê dozger ew e ku lêpirsînê bide destpêkirin û bibe wesîleya derxistina holê ya rastiya madî ye. Hêj gumana sûc nû derketibû holê ku Walîtiya Amedê got; ‘Madeya teqemeniyê ya ku kesekî dixwest biavêje polîsan li ser wî teqiyaye’ û bi vê yekê re zext kir ku rastiya madî dernekeve holê. Hewl da faîl biparêze. Gelo ev agahî ji ku derê jê re hatiye? Me got ku tiştekî xelete ku ev bûyer weke ‘qezaya trafîkê’ were nîşandan. Eşkere ye ku endamê hêzên ewlekariyê bûye serdema vê mirinê. Nabêjin ku wesayîta zirxî weke çek hatiye bikaranîn. Wê demê her kesê wesayîtên zirxî bi kar tînin bila mirovan bikujin. Piştre jî bila bibêjin ‘qeza bû’ û girteka xwe wisa amade bikin. Teqez e ku sûc hatiye kirin. Malbata kesê hatiye kuştin xemgîn dibe ku sûcdar jiyana xwe ya asayî didomîne.”
Di berdewamê de Guven da zanîn ku polîsan piştî bûyerê kesên nedixwestin şahidiyê bikin weke şahid li wan guhdarî kiriye û wiha pê de çû: “Hêzên ewlekariyê hewl didin delîlan tune bikin. Ji bo parastina hevalê xwe delîl tune kirin.”
DAXWAZA GIRTINÊ HATE REDKIRIN
Guven, got ku di bûyerê de “qesda kuştinê” heye û xwest bersûc were girtin.
Dadgehê jî daxwaza girtinê red kir û danişîn taloqî 9’ê cotmehê kir.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Minbicê namzêdên Partiya Sûriyê Pêşerojê ji bo şaredariyan tên hilbijartin

Nivîsa Pêş

Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin

Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin

8 Çalakiyên HRE li Efrînê dagirkerî: 12 dagirker hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn

8 Çalakiyên HRE li Efrînê dagirkerî: 12 dagirker hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn

Manşet

  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.