Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HBDH: Li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker dakevin qadan!

HBDH’ê diyar kir ku Herêmên Parastinê yên Medyayê dilê şoreşa Rojhilata Navîn, şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê ye û got, “Em bang li hemû hêzên li dijî emperyalîstan dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bibin yek û dakevin qadan."

Edîtor: Nucan Serdoz
24/04/2024 - 9:51
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HBDH: Li dijî êrîşên dewleta Tirk a qirker dakevin qadan!
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ya Ewropayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser êrîşa berfireh a dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê û ev tişt hat gotin:

“Artêşa Tirk êrîşên xwe yên 16’ê Nîsanê li ser Başûrê Kurdistanê li derdora gundên Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê û Şêlazê yên Metîna gav bi gav ber bi eniyê ve berfireh dike. Şevên 17, 18 û 19’ê Nîsanê êrîş li qadên berxwedanê yên Girê Çarçel û Girê Ortê berfireh bûn. Ev der her tim ji aliyê balafirên şer û helîkopterên şer ve tên bombebarakirin. Şeva 19’ê Nîsanê dagirkerî li herêma Dergelê berfireh bû. Li herêmên Girê Hekarî, Girê Çarçel, Girê Şehîd Çekdar, Girê Şehîd Piling, Girê Ortê, Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê, Şêlazê û Dergelê êrîşên dagirkeriyê dewam dikin. Herêm bênavber bi balafirên şer û helîkopteran, ji bejahî jî bi roket û obusan tê bombekirin. Armanc ew e ku pêşî qadên gerîla bi dorpêçeke berfireh were dorpêçkirin, piştre bi rêbaza qirkirinê û şerê bejahî êrîş bikin.

Ev êrîş li ser plana şikandin û tasfiyekirina îradeya gerîla û li Başûrê Kurdistanê bi korîdora çêkirî di bin kontrola xwe de bihêle û Îranê dorpêç bike. PDK demeke dirêj e di nava vê plana dagirkerî û tasfiyeyê de cih girtiye. Xuya ye ku hikûmeta Iraqê ji tiştên ku heta niha gotiye derketiye û bi dewleta Tirk re li ser vê plana tasfiyeyê li hev kiriye. Ev jî rastiyek e ku hemû desteka emperyalîstên weke DYE’yê digire. Destpêkirina vê êrîşa dagirkeriyê ya Erdogan beriya serdana wî ya Iraqê nîşaneya vê konseptê ye.

Dewleta Tirk a faşîst a dagirker heta niha di êrîşên xwe yên li ser herêma gerîla de encamên ku tê xwestin bi dest nexistiye. Îradeya jipola ya gerîla rê li ber pêkanîna van planan girt. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker jî weke Zap û Garê di hin rewşan de şikestinên giran xwarin. Lê tevî vê yekê jî dev ji planên xwe berneda. Dewleta Tirk sûdê ji şerê qirkirinê ya dewleta siyonîst Îsraîlê, piştgiriya DYE û rêveberiya navendî ya Iraqê wergirt. Konsepta êrîşa berfireh û dagirkerî-tasfiyeyê, bi geşedanên dawî yên li herêmê ve girêdayî ye.

Rejîma faşîst a ku di nava qeyrana aborî de tgengav bûye ji bilî destpêkirina vê êrîşa dagirkeriyê ti rêyeke din ji şefê faşîst re nema ye. Rejîma faşîst a dagirker bi lûleya xwe ya dawî dilîze. Ev êrîşa dagirkeriyê bersiva ketina pêvajoyeke nû ya têkoşînê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ye. Ew jî dizanin ku serdema nû ya ku em ketine bi pevçûnên dijwar re rû bi rû ye. Wateya gotina serokê faşîst Erdogan ê “Divê heta havînê pirsgirêka sînorê Iraqê ya Tirkiyeyê bê çareserkirin û korîdoreke tampon bê çêkirin û 30 kîlometre kûrahiya herêma ewlekariyê ya li ser sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê jî bê bicihanîn” ev e. Piştî planên dagirkerî û tasfiyekirina herêma gerîla, wê dor were Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê.

Ji ber vê yekê divê gelê me yê Kurd ê li Ewropayê û hemû hêzên pêşketî-şoreşger ên Tirkiyeyê wateya mezin a vê êrîşa dagirkeriyê bibînin û bikevin nava liv û tevgerê. Ev êrîşa dagirkerî û tasfiyeyê wê bi demê re belav bibe û demeke dirêj bidome. Ji ber vê yekê divê berxwedana me demdirêj, berhemdar û bi heman rengî bi bandor be. Divê em bizanibin ku MSA, ev axa azad a Kurdistanê, dilê şoreşa me ya li Kurdistan û Tirkiyeyê û her wiha şoreşa me ya Rojhilata Navîn e. Ger ev dil bêdeng bimîne windahî ya me hemûyan e. Bila nehêlin ev dil bêdeng bibe. Werin em li her devera ku lê dijîn dakevin qadan û xwe ji bo berxwedaneke demdirêj amade bikin. Werin em berxwedaneke ku encam bigire bilind bikin. Werin em kanalên dîplomasiya gel çalak bikin.

Weke HBDH-Ewropa em bang li çîna karker û kedkaran, sendîkayan, jin û ciwanan, hêzên dijfaşîst, dijmperyalîst dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kuridstanê yên herêmên gerîlayan, bibin yek û dakevin qadan. Li dijî van êrîşên dagirkeriyê werin em bi berxwedanê bikevin nava liv û tevgerê! Werin em li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakiyên kolanan û berxwedanê mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Înîsiyatîfa Jinen Tolhilder Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê, Hevkaran Hedef Dikin

Nivîsa Pêş

Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Milîsên HBDH Comert Nazif Efe, kamyonek faşîstan şewitandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Milîsên HBDH Comert Nazif Efe, kamyonek faşîstan şewitandin

Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Milîsên HBDH Comert Nazif Efe, kamyonek faşîstan şewitandin

Gerîla TV: AGIR KETE DILÊ ENQERE

Gerîla TV: AGIR KETE DILÊ ENQERE

Manşet

  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.