Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Di şahiyên ciwanan de daxwaza ji Rêber APO re Azadî

Li Qileban, Wêranşar û Beyoglûyê şahiyên ciwanan hat lidarxistin. Di şahiya ciwanan de daxwaza azadiya Rêber APO hate kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
16/03/2024 - 4:05
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Di şahiyên ciwanan de daxwaza ji Rêber APO re Azadî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Li navçeya Qileban a Şirnexê, navçeya Wêranşar a Rihayê û navçeya Beyoglû ya Stenbolê şahiyên ciwanan hat lidarxistin. Di şahiya ciwanan de daxwaza azadiya Rêber APO hat kirin.

ŞIRNEX

Li navçeya Qileban a Şirnexê rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li buroya hilbijartinê şahiya ciwanan li dar xist. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan, namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Qilebanê Alî Ûrek û Ferîde Ender û bi sedan ciwan tevlî şahiyê bûn.

‘HERÎ ZÊDE POLÎTÎKAYÊN XWE LI SER CIWANAN DIMEŞÎNIN’

Pêşiya şahiyê Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan axivî. Ûysalê bal kişand ser rol û mîsyona ciwanan û got: “Me bi ciwanî bi dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin. Ciwan ji bo ku li ser axa xwe azad bijîn heta niha bedelên giran dane. Ew ciwanên ku li zanîngeha Enqereye tovên têkoşînê reşandinê 51 sal in ev têkoşîn didome. Ev tov li her deverê kurdistanê belav bûye û şîn bûne. Îro deng û hebûna gelê Kurd li dinyayê belav bûye. Gotîna birêz Abdullah Ocalan a me bi ciwan destpekîr rastîyeke îdeolojike, heke ku gelek sehildanekî bide destpêkirin divê ku ev serhildan bi ciwanan be. Ji ber ku ruhê ciwanan ruheke fedakare. Bi têkoşîn û deskeftiyên ciwanan em ê biserbikevin. Loma bi salane dewletê li dijî ciwanan şereke gelek alî daye destpê bikin. Ew dixwazin ruhê ciwantiyê tune bikin. Dixwazin ciwanan û tevgera azadiyê ji hev qut bike.  Meclîsa me ya ciwanan hêdî hedî bi ser xwe ve tê. Yek ji polîtîkaya dewletê ew e ku bi sixûrtiyê ciwanan ji me dûr bikin, ya duyemîn jî dixwazin bi operasyonan çavê ciwanan bitirsînin û ji me dûr bikin. Keseke ku bê çand, bê nasname û bêziman weke peleke darê tune dibe û wenda dibe.Ji ber wê ciwanan ji exleqê civakê dûr dikin û bi fihûş û tiryakê dixwazin ruhê ciwantî xelas bikin. Ji ber wê jî herî zêde polîtîkayên xwe li ser ciwanan didin meşandin.”

‘AQLÊ TÊKOŞÎNA ME BIRÊZ ABDULLAH OCALAN E’

Ûysalê di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ev 109 roj in hevalên me li dijî tecrîda girankirî di girtîgehan de di greva birçîbûne de ne. Ji Birêz Abdullah Ocalan ev 3 sal in agahî tune ye. Bi giştî jî ev 26 sal in ku di bin tecrîteke giran de ye. Her girtoyekî mafê wî ye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevditîn bike. Lêbelê Birêz Ocalan ji vê bêpar tê hiştin. Ev sê sal in ne hevdîtîn çêdibin û ne jî nameyek ji wî tê.  Tu agahiyekî jê nayê girtin. Dewlet dixwaze li Kurdistanê şer, zextên xwe bidomine, perçe bike û tune bike û li gorî plan û daxwazên xwe bide qebulkîrin. Bi girankirina tecrîte dixwaze ku vê armanca xwe pêk bîne. Lê belê aqîlê vê tekoşîne Birêz Abdullah Ocalan e. Beyî wî çareseriyrk nepêkane ye. Li tevahiya dinyayeyê kampanyayeke hatiye destpêkirin û azadiya Abdullah Ocalan daxwaz dikin. Her wiha me parlamenteran li dijî şikandina tecrîtê 15 rojan meş da destpêkirin. Îro meclîsa me ya ciwanan du kampanya dan destpêkirin. Yek ji wan daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û yek jî li diji tiryakê têdikoşîn. Ji bo ku em hêza xwe û îradeya xwe bidin nîşandin hilbijartin ji bo me giringe. Lê tişta herî giring tecrîta li ser Birêz Abdullah Ocalan û zilma li ser girtiyane. Em dixwazin ciwanên me di nav her qadên siyasetê de cihê xwe bigirin. Yek armanca me jî ew e ku rêxistina xwe û têkoşîna xwe bi ciwanan bidomînin.”

Piştre namzetê Hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Qilebanê Alî Ûrek axivî. Ûrek jî bi lêv kir ku ew ji xwe bawerin û ew ê AKP’ê vê carê bişînin cihê ku layiq û ji ciwanan daxwaz kir ku xwedî li vîna xwe derbikevin.

Pişti axiftinan ciwanan govend gerand. Şahiya ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Di mîhrîcanên ciwanan ên li Qileban, Wêranşar û Stenbolê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destnîşankirin, gotina ‘me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin’ rastiyek e.

WÊRANŞAR

Rêxistina navçeya Wêranşar a Partiya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Dem dema ciwanan e” şahiya ciwanan li dar xist. Li qada şahiyê pankarta ku wêneyê Kemal Kurkut ê dema ji aliyê polîsên Tirk ve hat gulebarankirin û bi nivîsa “Em dengê vê guleyê li her derê nas dikin” hate daliqandin. Namzetên Hevşaredarên Wêranşarê yên DEM Partiyê Bedriye Yorgun, Serhat Dîcle Înan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan û gelek ciwan beşdarî şahiyê bûn. Şahî coş dest pê kir û ciwanan govend gerandin.

‘EM Ê BI CIWANAN AVA BIKIN’

Namzedê Hevşaredariya Wêranşarê Serhat Dîcle Înan di şahiyê de axivî û got: “Em ê bi ciwanên xwe re navçeya xwe ji nû ve ava bikin. Bi ewlekariya sindoqan em ê nehêlin dengên me bên dizîn. Ev hilbijartin hilbijartina zarok, ciwan, siberoja Wêranşarê û aştiyê ye. Em ê derfetên kar ji bo ciwanên xwe bibînin.”

‘TÊKOŞÎNA CIWAN Û JINAN DÊ TECRÎDÊ BIŞIKIN’

Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî û bi bîr xist ku zarokên vî welatî ji bo azadiyê bedelên mezin dane û diyar kir ku ew bi rêzdarî li ber şehîdan serî ditewînin. Ocalan got, “Heta welatê me azad bibe wê têkoşîna me bidome. Divê ciwanên me yên Wêranşarê jî di vê têkoşînê de cih bigirin. 3 sal in li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin. Têkoşîna gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd wê tecrîdê bişkîne û welat azad bike. Banga min ji gelê Wêranşarê re ew e ku di 31’ê Adarê de xwedî li sindoqan derkevin û şaredariya me ya ku ji me hatiye dizîn paşde bigirin.”

STENBOL

Namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) ên DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Mûrat Çepnî beşdarî civîna ciwanan a li ber Nûnertiya Taxa Hacîahmet a DEM Partiyê ya navçeya Beyoglûyê hat lidarxistin bûn. Ji 7 salî heta 70 salî ji her temenî gel beşdarî civîna taxa ku beriya civînê ji serî heta binî bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin, bûn.

Mûrat Çepnî bal kişand ser coşa ciwanan a li qadan û got: “Bi enerjiya we ya ciwanan wê partiya me serkeftinên gelekî mezintir bi dest bixe. Em li vir û li qadan bersiva xwe didin kesên ku hewl didin li ser me bilîzin û bi rêya me derew û propagandaya reş dikin. Lê em dibêjin em ê di 17’ê Adarê Newrozê de bersiva xwe ya herî mezin bidin. Em dibêjin dema DEM Partiyê ya Stenbolê ye. Cejna Newrozê li me hemûyan pîroz be.”

Piştî axaftinan namzetan bi ciwan û jinan govend gerandin. Ciwanan xwe li ser agirê vêxistinê avêtin û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” berz kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 16’Ê ADARA 2024’AN

Nivîsa Pêş

Li Bircên Amedê bi 75 erbaneyan pîrozbahiya Newrozê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Bircên Amedê bi 75 erbaneyan pîrozbahiya Newrozê

Li Bircên Amedê bi 75 erbaneyan pîrozbahiya Newrozê

Karayilan: Gerîlayên Azadiyê îspat kirin ku kes nikare wan têk bibe

Karayilan: Gerîlayên Azadiyê îspat kirin ku kes nikare wan têk bibe

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.