Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê bang li her kesê kir ku li ber êrişên qirkirina Kurdan rabin!

Edîtor: Nucan Serdoz
03/03/2024 - 13:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK’ê bang li her kesê kir ku li ber êrişên qirkirina Kurdan rabin!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYA- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk di çarçoveya armanca xwe ya qirkirina Kurdan de li Şengal, Silêmaniye û Kelarê êriş kir û bang li her kesî kir ku li ber êrişan rabe.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Şengal, Silêmaniyê û Kelarê de daxuyaniyek weşand. KCK’ê got: “Dewleta Tirk di çarçoveya armanca xwe ya qirkirina Kurdan de li Şengal, Silêmaniye û Kelarê êriş kir.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di nava hefteya dawî de dewleta Tirk a mêtinger qirker li Şengal, Silêmaniye û Kelarî êriş kir û di encamê de şehadet çêbûn. Em van komkujiyên ku dewleta Tirk bi hevkarên xwe kiriye bi tundî şermezar dikin, şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Êrişên li Şengal, Silêmaniye û Kelarê mîna êrişên beriya niha di çarçoveya qirkirina Kurdan de hatin kirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi êrişa li ser pêşengên têkoşîna azadiyê dixwaze gelê Kurd bitirsîne, bişikîne, teslîm bigire û li ser vê bingehê planên xwe yên qirkirinê bi cih bîne. Em bang li her kesî dikin ku li dijî dijminatiya dewleta Tirk a li gelê Kurd û li hemberî van êrişên qirkirina Kurdan helwestê nîşan bidin, li ber rabin.

Dewleta Tirk hewl dide planeke nû li Başûrê Kurdistanê bi cih bîne

Dewleta Tirk planeke nû li ser Başûrê Kurdistanê dixe meriyetê. Ji bo vê plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk bîne zextê li dewleta Iraqê û YNK’ê dike, mîna PDK’ê hevkariyê li ser wan ferz dike. Dewleta Tirk bi rêya van êrişan her wiha hewl dide çavê dewleta Iraqê û YNK’ê bitirsîne. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê ku li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li bin ketiye, bi kûrkirina şerê li herêmê dixwaze encamê bi dest bixe. Gef û êrişên li ser hêzên welatparêz ên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, van planên qirêj ên dewleta Tirk radixin pêş çavan, kifş dikin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi vê helwesta xwe ketiye pozîsyoneke welê ku zerarê dide her kesî. Bi mejiyê qirker, mêtinger, nijadperest, neteweperest û neo-osmanî tevdigere. Li Rojhilata Navîn bi kûrkirina şer dixwaze sûdê ji vê rewşê werbigire û serweriyê li ser dewletên herêmê dayne.

Dewleta Tirk dixwaze qirkirina Êzidiyan temam bike

Di êrişa li ser Şengalê de welatparêzê hêja yê xelkê me yê Êzidî Sadûn Mîrza Elî şehîd bû. Êrişa li Şengalê êrişek li ser îradeya azad a xelkê me yê Êzidî ye. Dewleta Tirk dixwaze xelkê me yê Êzidî qir bike ku DAIŞ’ê nekarîbû bike. Êrişên li ser Şengalê hemû bi vê armancê ne.

Abdulkadîr Sabrî Toprak ê li Silêmaniyeyê di êrişê de şehîd bû, ji ber faşîzma AKP-MHP’ê neçar mabû ji Bakurê Kurdistanê derkeve û li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyeyê bi cih bûbû. Ev ewladê hêja yê gelê Kurd ku di nava gel de weke Dr. Sabrî dihate naskirin, bi keda xwe debara xwe dikir, di heman demê de bi dilxwazî xizmeteke mezin ji gelê xwe re dikir. Ew bi xwe di heman demê de ewladekî şehîdekî bû. Hevalê Sabrî hîn zarok bû, bavê wî hevalê Rêzan tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûbû û di destpêka salên 1990’î de şehîd bûbû.

Di êrişa li Kelarê de kadroyê tevgera me hevalê Şevger şehîd bû. Hevalê Şevger ji sala 2022’an û pê ve li Başûrê Kurdistanê têkoşîna xwe dewam dikir, karê siyasî dikir. Di şexsê her sê şehîdên xwe de em şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku em ê hesreta şehîdên xwe pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YBŞ: Êrîşa 3’yê adarê bi temamî bê tehemulî ya li hemberî vîna gel bû

Nivîsa Pêş

Li Îngilistanê xwendekaran agirê Newrozê yê îsal vêxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Îngilistanê xwendekaran agirê Newrozê yê îsal vêxistin

Li Îngilistanê xwendekaran agirê Newrozê yê îsal vêxistin

Ji 15 binçavkiriyên Stenbolê 3 jê hatin girtin

Ji 15 binçavkiriyên Stenbolê 3 jê hatin girtin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.