Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YBŞ: Êrîşa 3’yê adarê bi temamî bê tehemulî ya li hemberî vîna gel bû

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi boneya 7’emîn salvegera êrîşa li ser Xanesorê daxuyaniyek weşand.

Edîtor: Nucan Serdoz
03/03/2024 - 12:55
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
YBŞ: Êrîşa 3’yê adarê bi temamî bê tehemulî ya li hemberî vîna gel bû
ParvekeTweet

ŞENGAL- Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi boneya 7’emîn salvegera êrîşa li ser Xanesorê daxuyaniyek weşand û got: “Ji bo ku şer dernekeve, em pir hesas hevgeriyan. Lê vê carê hemû hewldanên PDK’ê wê bibe sedemê bersiveke tund.”

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîşa ku li ser Xanesorê hatibû kirin, planên dewletên dagirker bû û ew êrîş bi destê PDK’ê çêbibû. Êrîşa Xanesorê, piştî rizgariya Şengalê pêk hatibû. Şengal bi destê keç û lawên vî gelî bi pêşengtiya HPG, YJA STAR û bi hêzên YBŞ-YJŞ’ê hatibû rizgarkirin. Bi tifaqa hêzên derve û bi hinek hawîrdorên cuda çênebibû. Bi temamî bi daxwaz û vîna gel û bi pêşengtiyek serbixwe ev serkeftin bi dest ket. Piştî vê serkeftinê hêdî hêdî hêza gel xwe rêxistinî kir û li ser vî esasî rêveberiya xweser xwe pêş xist. Lê belê dagirkeriyê ev serkeftin tehemûl nekir. Ji xwe êrîş li ser vî esasî pêk anîn. PDK jî, ji bona wê tevgeriya. Pêwîste êrîşa 3’yê Adarê li ser vî esasî em naveroka wê fêm bikin. Bi temamî ev êrîşa bê tehemulî ya li hemberî vîna gel bû. Ji ber ku gava gel rêxistinî be ti hewceyî bi wan nabe. Gelê rêxistinkirî di serî de di asta ewlekarî, çandî û siyasî de serbixwe dibe. Di vê wateyê de hêrsa PDK’ê tê fêmkirin. Ji ber ku bi salane PDK gel dixapîne. Dibêje ‘ez vîna we me ez ewlekariya we me’, lê fermana herî dawî da diyarkirin ku bi vî rengî nîne. Gava DAÎŞ hebû PDK reviya bû, gava ev qad rizgar bû, hîna nû nû kete tevgerê û wesayîtên xwe yên zirxî anî qadên rizgarkirî. Gelê me li hemberî xiyanetê bi bertek bû. Gel û gerîllayên Şengalê bi hev re kete tevgerê. Ji xwe dema mirov li şehadetên ku 3’yê Adarê çêbûne dinêre, mirov dibîne ku xelkê Şengalê bi yek dengî, bi yek dest pêşî li dagirkeriyê girtin. Ji qada civakî heval Nazê, ji çapemeniya azad heval Nûjiyan, ji hêzên leşkerî di serî de bi pêşengtiya berxwedaniya heval Orhan, Çekdar, Çiya, Têkoşîn û bi temamî 12 hevalên me ji bo pêşî li vê dagirkeriya bêbext bigirin, şehîd bûn. Ev encam bersivek tund bû, li dijî dagirkeriyê bertekek mezin bû. Di encam de ev erdnîgarî ji PDK’re nehat hiştin.

Îro jî li pêş perde li paş perde li ser Şengalê gelek bazirganî hene. Gelek caran gefên PDK li ser vê erdnîgariyê çêdibe. Ne tenê gef, plan û hewldanên wan jî çêdibin. Tişta ecêp pişta xwe bi dewleta Tirk germkirin e. Ew dewlet di hemû dîroka xwe de berpirsê gelek fermanên li ser Şengalê ye. PDK baş dizane ku em weke xelkê Êzîdî li dijî dagirkeriya Tirk a Osmaniyan çiqas hesas in. Lê dîsa jî ev hêz dest ji planên qirêj bernade. Dewleta Tirk ji xwe re kiriye weke mamoste û îro jî weke wê li ser navê Êzidî qeyûman dişîne meclîsa Nînowa, sîxurî pêş dixîne û her wiha gelek planên wan ên qirêj hene. Em di ferqa van planên wan de ne. Lê bila PDK baş bizanibe ku ew dema ji bo şer dernekeve, em heya dawiyê bi hesas tevgeriyan û em pir bi baldar bûn. Lê vê carê hemû hewldanên PDK bêyî nîqaş wê bibe sedemê bersiveke tund. Vê carê em ji her demî zêdetir amade ne ku hem gelê xwe hem jî destkeftiyên xwe biparêzin.

Ji destpêka fermanê heyanî roja me ya îro me di vê oxirê de berdelên pir girahbûha ên weke Berxwedan, Mam Zekî, Zerdeşt, Arîn, Bêrîvan, Seîd, Dijwar û Azad û herî dawî heval Sadûnan daye û me xwe ji têkoşîn û armanca xwe ya ku di welatek azad de jiyankirinê, paşde nedaye. Êrîş çêdibin bila bibin, ji kîjan alî ve were bila were em ê heyanî dawiyê di şopdariya van şehîdên xwe yên ku destan nivîsîne de li ber xwe bidin û em ê xeyal û armancên wan pêk bînîn. Me ev soza xwe çawa di roja destpêkê ya ku di şert û mercên herî dijwar de daye, em îro di şexsê şehîdên xwe yên Xanesorê de dubare dikin.

Li ser vî bingehî em şehîdên xwe yên Xanesorê û di şexsê şehîdên xwe yên Xanesorê de tevahiya şehîdên xwe yên di oxira jiyaneke mirovahî, wekhevî û azad jiyankirinê de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînîn û bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînîn. Em dibêjin serkeftin di ronahiya van pakrewanên me de, wê bibe ya me û gelê me.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Endamên TCŞ’ê yên Belenux ji bo Rêber APO çalakî kirin

Nivîsa Pêş

KCK’ê bang li her kesê kir ku li ber êrişên qirkirina Kurdan rabin!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KCK’ê bang li her kesê kir ku li ber êrişên qirkirina Kurdan rabin!

KCK’ê bang li her kesê kir ku li ber êrişên qirkirina Kurdan rabin!

Li Îngilistanê xwendekaran agirê Newrozê yê îsal vêxistin

Li Îngilistanê xwendekaran agirê Newrozê yê îsal vêxistin

Manşet

  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.