Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG’ê operasyona dijî Artêşa Tirk pîroz kir: Operasyon rêya serkeftinê diyarkiriye

Edîtor: Nucan Serdoz
19/01/2024 - 10:55
di nav Daxuyanî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
NPG’ê operasyona dijî Artêşa Tirk pîroz kir: Operasyon rêya serkeftinê diyarkiriye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- NPG’ê operasyona şoreşgerî ya li Zapê a dijî Artêşa Tirk ya dagirker pîroz kir û û hate gotin; “Destpêkirina sala nû bi operasyoneke bi vî rengî ya serketî ya şoreşgerî, rêveçûna têkoşîna salê û rêya wê ya serketinê diyar kiriye.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) daxuyaniyek weşand û peyamek ji fermandar û şervanên operasyona şoreşgerî re şand ku di encama wê operasyonê de herî kêm 61 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Beriya her tiştî em hevrêyên xwe Serxwebûn Serhed û Rizgar Çavreş bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin ku bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiyeke mezin tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk bûn, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em soza xwe ya ji bo şehîdan a dilsozî, serxistina armancên wan û xwedîderketina li bîranînên wan, di şexsê hevrê Serxwebûn û Rizgar de dubare dikin.

Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk ku we di 12’ê Çileyê de li Zapê pêk anîn, derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker xist, di dîroka me ya têkoşînê de bû operasyoneke şoreşgerî ya gelekî serketî ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst hejand. Bi ruhê êrîşê yê Apoyî, bi rêbaza lêdanê ya tûj û ji nişka ve girê ku dijmin li ser bû hate fetihkirin, bi temamî hate bidestxistin, temamiya hêza dijmin a li vê derê hate tasfiyekirin, 61 dagirker hatin cezakirin, bi dehan çek, malzemeyên leşkerî hatin desteserkirin, malzemeyên leşkerî yên mayî jî hatin şewitandin û îmhakirin. Ev yek asta serketî ya operasyona şoreşgerî radixe pêş çavan. Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk bû çalakiya herî serketî ya salên dawî, di heman demê de asta herî bilind a performansa taktîkî ya gerîla jî nîşan da. Vê operasyona şoreşgerî bi fedaîtiya Apoyî, ruhê êrîşê, bicihanîna asta taktîkî bi rengê hostatî, rêbaza lêdanê û profesyoneliyê, asteke bêhempa afirand.

Di heman demê de serketineke girîng e ku operasyona şoreşgerî kêlî bi kêlî hate qeydkirin, rastiya şer û dagirkerên hatin cezakirin hemû hatin belgekirin. Bi saya vê yekê, tevî ku rejîma AKP-MHP a faşîst û artêşa Tirk hewl dan encamên operasyona şoreşgerî veşêrin jî derewên şerê taybet hatin eşkerekirin û hêza gerîla li pêş çavan hate raxistin.

Di sala 2024’an de ku ji niha ve eşkere bûye ku ji aliyê têkoşîna me ve wê nebe saleke ji rêzê, eşkere ye ku em ketine nava pêvajoyeke dîrokî. Destpêkirina sala nû bi operasyoneke bi vî rengî ya serketî ya şoreşgerî, rêveçûna têkoşîna salê û rêya wê ya serketinê diyar kiriye.

Li ser vê bingehê, em hemû fermandar û şervanên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk bûne, hemû hevalên ku di her asta vê operasyona şoreşgerî de keda wan heye, pîroz dikin. Em hevrêyan hemûyan bi hestên ji dil ên şoreşgerî silav dikin, ji dil bawer dikin ku wê serketinên hîn mezin bi dest bixin û serketinê hêvî dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bayik: Kurd dê têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê bidomînin

Nivîsa Pêş

Dîmenê operasyona şoreşgerî ya Şehîd Helmet hate weşandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dîmenê operasyona şoreşgerî ya Şehîd Helmet hate weşandin

Dîmenê operasyona şoreşgerî ya Şehîd Helmet hate weşandin

Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê: Serkeftina gerîla serkeftina hemû gelên bindest e

Nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê: Serkeftina gerîla serkeftina hemû gelên bindest e

Manşet

  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.