Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ciwanên Kurdistanî yên Fransa damezrandina xwe ragihand

Edîtor: Nucan Serdoz
18/12/2023 - 9:29
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Ewropa, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ciwanên Kurdistanî yên Fransa damezrandina xwe ragihand
ParvekeTweet

MARSÎLYA – Ciwanên Kurd ên li Fransayê dijîn, li navenda ciwanan a li bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev civiyan û bi dirûşmeya “Li hemberî qirkirina çandî xwe rêxistin bike” rêxistina Ciwanên Kurdistanî yên Fransa ragihandin.

Kongreya yekemîn a CKF’ê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Ahmet Arslan axaftina vekirinê ya kongreyê kir û wiha got: “Li dijî qirkirina çandî pêwîstiya ciwanên Kurd ên li Fransayê dijîn, bi rêxistineke nû çêbû û di vê çarçoveyê de me Ciwanên Kurdistanî yên Fransa ava kir. Kurdistaniyên ku li Ewropayê mezin bûne û koçî Ewropayê bûne, bûne hedefa konsepta şerê dijminên Kurdan.”

Piştî axaftina Arslan, rêzîkname hate xwendin û hat dengdan. Piştî dengdanê rêzikname ji aliyê delegeyan ve hat qebûlkirin. Piştre meclîsa ku ji 21 kesan pêk tê, koordînasyona ku ji 9 kesan pêk tê û berdev hatin hilbijartin. Defne û Azad bûn berdevkên CKF’ê.

Piştî plansazî û pêşniyaran koordînasyon hat erkdarkirin ku di nava 6 mehan de duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Piştî kongreyê ji aliyê berdevkan ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Daxuyanî bi vî rengî ye:

ÇANDA KU BIBE MALÊ CIVAKÊ

“Erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê ku mirovahî bi ked û berdelên mezin afirandiye, pêşengiya pêşketina çandê kiriye û bûye dergûşa mirovahiyê, ji aliyê hêzên Modernîteya Kapîtalîst ku dijminê mirovahiyê ye, tê hedef girtin. Ev erdnîgarî ku nirxên civaka exlaqî û polîtîk di xwe de dihewîne û pêşengiyê jê re dike, rûbirûyê cinawira Modernîteya Kapîtalîst maye ku çanda civakê hedef digire. Em Kurd ku di vê erdnîgariyê de dijîn, rûbirûyê vê cinawarê û faşîzma dewlet netewe dimînin. Em weke gelê Kurd bi sedsal in di bin zextên dewletên Ereb, Fars û Tirk de ne. Bi derketina Rêber Apo re dîroka gelê Kurd ronî bû û zanebûna Kurdayetiyê pêş ket. Ji aliyê gelê Kurd ve bi pejirandina Tevgera Azadiya Kurd, çanda Apoyî hatiye pêşxistin.

MÎMARÊ ŞOREŞÊ: RÊBER APO

Hêzên mêtînkar û hêzên Modernîteya Kapîtalîst li dijî vê çanda ku pêş dikeve, dest bi polîtîkayên nû kirin. Em Kurd ku bi hezaran sal in rastî polîtîkayên cuda cuda yên, di sedsala 21’an de jî rûbirûyê polîtîkayên nû yên qirkirina civakî ne. Bi taybet bandora ku şoreşa Rojava afirandiye, dijminên Kurdan xistiye nava fikaran. Di vê çarçoveyê de bi tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo hewl hat dayîn ku baweriya Kurdan a ji bo şoreşê bê şikandin. Dewletên netewe yên dijminê Kurdan, ji bo qirkirina gelê Kurd bûne yek.

EM Ê XWEDÎ LI MÎRATEYA XWE DERKEVIN

Di encama van polîtîkayan de li gelek welatan bi taybetî li Ewropayê dîasporayeke mezin a Kurdan ava bûye. Beşeke mezin a diasporaya Kurdan ji Kurdên ku li Fransayê dijîn pêk tê. Gelê Kurd ku ji qirkirina fizîkî û çandî ya dijminên xwe rizgar bû û li Fransayê bi cih bû, vê carê rastî rastiya Modernîteya Kapîtalîst a serdest a Ewropayê hat. Ev rastiya ku jê re çanda nûjen tê gotin, civakê dixe bin jenosîda çandî, ji hişmendiya nasnameyê dûr dixe, bi polîtîkayên zirav asîmîle dike, di esasê xwe de dewlemendiyên çandî yên cuda ji holê radike. Hetta bi demê re, ew tên rakirin refên bi toz ên dîrokê.

Weke ciwanên Kurd ên ku li dîasporayê mezin bûne û di encama polîtîkayên şerê taybet ên dijminên Kurdan hatine Fransayê, li dijî qirkirina fizîkî û çandî em diyar dikin em ê çanda xwe û mîrateya ku Tevgera Azadiya Kurd di şexsê Rêber APO de pêşxistiye, biparêzin.

EM ERK Û MÎSYONA XWE DIZANIN!

Weke zarokên gelê ku dîroka wan hatiye şewitandin, em bi erka ku dîrok li ser me ferz dike dizanin. Li ser vê bingehê pêwîstiya birêxistinkirina ciwanên Kurdistanî li Fransayê derketiye holê. Weke ciwanên li Fransayê ji hemû herêmên Kurdistanê dijîn, em bi vê rêxistina nû ya ku em ê ava bikin, zêdetir li derdora çanda Kurd û Kurdistanî xwe bi rêxistin dikin. Niha nirxên Kurdistanî bi avahîyên kontra tên manîpulekirin. Ev pêkhateyên ku Kurd û Kurdistanî xuya dikin, di esasê xwe de li ser maseyên şerê taybet ên dijminên Kurdan hatine afirandin. Ev rêxistinên ku armancên wan ên rastî hatine manîpulekirin, Tevgera Azadiya Kurd hedef digirin. Ev rêxistinên ku rastiya têkoşînê û bedelên ku tên dayîn ji nedîtî ve tên, nûnerên xiyaneta li Kurdistanê ne.

Em ciwanên ku li Fransayê li ser vê bingehê bi rêxistin bûne, bi dirûşmeya “Li dijî qirkirina çandî xwe bi rêxistin bikin” rêxistina xwe ya ciwanan Ciwanên Kurdistanî en Fransa radigîhînin. Rêxistina me wê bi giranî li ser çalakiyên werzîşî û hunerî û hem jî çalakiyên çandî bisekine. Berdevk û endamên koordînasyona ji 9 kesan ku ji aliyê rêxistina me ya ciwanan ve hatin hilbijartin, ku me di kongreya xwe ya damezrandinê de eşkere kir, wê di çarçoveya qanûna ku di kongreyê de hat qebûlkirin de dest bi xebatên xwe bikin û wê xebatên kongreya 2’emîn a asayî bimeşînin.

Di dawiyê de em dixwazin diyar bikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê di navenda xebata me de be û rêxistinbûna me di çarçoveya paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê de pêk were.”

Ciwanan piştî daxuyaniya çapemeniyê ji ciwanên Kurd ên li Fransayê dijîn re gotin, “Cihê her ciwanê ku hestên Kurdistanî hembêz dike, di rêxistina Ciwanên Kurdistani en Fransayê de ye. Werin em bi hev re li dijî qirkirina çandî xwe bi rêxistin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 18’Ê KANUNÊ 2023’AN

Nivîsa Pêş

Ciwanên Xwendekarên Welatparêz: Şêx Said Rumeta Gelê Kurd e!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Xwendekarên Welatparêz: Şêx Said Rumeta Gelê Kurd e!

Ciwanên Xwendekarên Welatparêz: Şêx Said Rumeta Gelê Kurd e!

“Em weke ciwanên Apoyî radigihînin ku em tevlî PKK’ê bûne”

"Em weke ciwanên Apoyî radigihînin ku em tevlî PKK'ê bûne"

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.