Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Coppola: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan Ewropa bikeve nava tevgerê”

Edîtor: Nucan Serdoz
02/12/2023 - 12:30
di nav Analîz, Ewropa, Giştî, Kûr Bûyin, Li Seranserê Cîhanê, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
Coppola: Divê ji bo azadiya Abdullah Ocalan Ewropa bikeve nava tevgerê”
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Paradîgmaya civaka demokratîk, azadîxwaziya zayendî û ekolojîk ya Rêber APO ku 25 sal in li zindana Îmraliyê dîl tê girtin û nêzî 33 meh in tu agahî jê nayê girtin, belavî gelên cîhanê dibe. Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê yek ji tevgerên ku di lêgerîna ji rizgarbûna krîzên modernîteya kapîtalîst de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çavkanî digire ye.

Di navbera 17-19’ê Mijdarê de li bajarê Basel ê Swîsreyê ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk ve bi sernavê “Hunera Azadiyê-Birêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedanê yên Kolektîf” konferansek hat lidarxistin. Konferans nûnerên gelek rêxistinên ji Ewropa, Efrîka, Latîn Emerîka, Asyayê û nêzî 200 kesên ji gelên cuda anî ba hev.

Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser dagirtina valahiya navbera tevgerên civakî yên li parzemînên cuda, berfirehkirina perspektîfên hevpar û xetên berxwedanê yên stratejîk nîqaşên girîng hatin kirin. Di navenda nîqaşan de girîngiya paradîgmaya civaka demokratîk, azadîxwaziya zayendî û ekolojîk ya Rêber APO hebû.

Têkîldarî konferansa Modernîteya Demokratîk, girîngiya paradîgmayaRêber APO ji bo gelan, şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” em bi nûnerê Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê Maurîzîo Coppola ku beşdarî konferansê bûye re axivîn.

‘PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN JI BO ME ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ YE’

Coppola diyar kir ku paradîgmaya Rêber APO di navenda nîqaşên konferansê de bû û wiha got: “Me di nava rêxistinê xwe de û bi hevalên xwe re nivîsên Abdullah Ocalan ên bi zimanê Îtalî û zimanên din hatine wergerandin, xwend. Nivîsên Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji bo me dibe çavkaniya îlhamê. Îlhameke ku çavkaniya xwe ji têkoşîna rizgariya gelê Kurd a li dijî zextên mêtînkar û emperyalîst digire.”

Maurîzîo Coppola wiha berdewam kir: “Em dizanin ku ne pêkan e fikreke ku li xaka Kurdistanê hatiye pêşxistin kopî bikin û bi têgehê xwe ve girê bidin. Belê, ramanên Abdullah Ocalan ji bo me çavkaniya îlhamê ye. Em bi saya van ramanan fêr dibin ku hizrên xwe nû bikin. Lê her tim girîng e ku nêzîkatiyeke rexnegir jî bipejirînin. Gelo pêkan e paradîgmaya Abdullalh Ocalan bigirin û bi awayek hêsan li Îtalyayê pêk bînin? Em di wê baweriyê de ne ku ev ne pêkan e. Lê paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo pêşketina di îdeolojî û pratîkê me de çavkaniyeke bingehîn a îlhamê ye.”

‘PARASTINA AZADIYA OCALAN JI BO ME ESAS E’

Maurîzîo Coppola pirsa me ya têkîldarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar hatibû destpêkirin, bersivand û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Pêngava azadiyê ku ji bo Abdullah Ocalan hat destpêkirin, pir girîng e. Eger hûn parêzvanên demokrasiyê bin û bixwazin di nava civakeke de nêrînên cuda hebûn, hûn nikarin girtina kesekî ku têkoşîna azadiyê dide, qebûl bikin. Ev rewşeke dij-demokratîk e. Ji ber vê yekê parastina demokrasî û daxwazkirina azadiya Abdullah Ocalan ji bo me esas e.”

Coppola destnîşan kir ku pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo Tevgera Potere al Popolo a Îtalyayê jî girîng e û wiha domand: “Ev pêngav ji bo em ji girîng e, ji ber ku têkiliyên nêz ên Îtalyayê bi Tirkiye û rejîma Erdogan re heye. Têkiliyên wan ên leşkerî hene; Îtalya çekan difroşe Tirkiyeyê û ev çek piştre di şerê li dijî gelê Kurd de tên bikaranîn. Têkiliyên dîplomatîk ên Îtalyayê bi Tirkiyeyê re hene. Yekîtiya Ewropayê (YE) ku Îtalya jî endamê wê ye, pere dide Tirkiyeyê ku penaber li Tirkiyeyê bimînin û neyên Ewropayê. Ev rewşeke dij-demokratîk e, ne mirovî ye. Ji ber vê yekê dijmînek heye ku divê em bi hev re bi awaylên cuda têbikoşin. Ji ber vê yekê daxwazkirina azadiya Abdullah Ocalan beşek ji têkoşîna me ya hevpar e. Lewma em piştgiriya pêngava azadiyê dikin û hewl didin civakên Îtalya û Ewropayê bikin şirîkê vê pêngavê.”

‘DIVÊ JI BO AZADIYA ABDULLAH OCALAN EWROPA BIKEVE NAVA TEVGERÊ’

Coppola anî ziman ku divê dewletên Eworpayê bi taybet Îtalya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin tevgerê û got: “Azadiya Abdullah Ocalan wê li Tirkiyeyê demokrasiyê bîne. Eger Abdullah Ocalan azad bibe, wê tevgerên Kurdan bikaribin xwe bi awayeke azad îfade bikin. Ev yek jî di welêt de demokrasiyê bi xwe re bîne. Divê Ewropa ku xwe weke parêzvanê demokrasiyê pêşkeş dike, ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê li Xakurkê weşand

Nivîsa Pêş

Ciwanan ji Dêrazor û Minbic soza tevlîbûna di nav refên PKK dan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanan ji Dêrazor û Minbic soza tevlîbûna di nav refên PKK dan

Ciwanan ji Dêrazor û Minbic soza tevlîbûna di nav refên PKK dan

HPG: Artêşa dagirker 39 caran bombe kir, qadên niştecihiyê zirar dîtin

HPG: Artêşa dagirker 39 caran bombe kir, qadên niştecihiyê zirar dîtin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.