Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Gerîlayên HPG’ê salvegera 45’an a cejna vejînê pîroz kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
23/11/2023 - 13:30
di nav Analîz, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Gerîlayên HPG’ê salvegera 45’an a cejna vejînê pîroz kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Gerîlayên HPG’ê Herekol Kobanê û Şêrhat Welat ê ji pêkhateya Ereb, têkildarî salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê axivîn.

Herekol Kobanê bi bîr xist ku dewleta Tirk hîn di destpêkê de digot ew ê di nava çend saetan de PKK’ê biqedîne, lê vaye niha salvegera 45’an pîroz dikin û got, “Hemû hêzên NATO bi dewleta Tirk re dibin destek û di wê hêviyê de ne ku PKK biqede. PKK’ê wê ti carî neqede, ji ber PKK xwedî kok e û tiştekî koka xwe hebe xelaskirina wê nabe. Mîna dareke ku were çandin û ew dar rehên xwe berde erdê. Eger ew dar were qutkirin jî wê rehên xwe her hebe. PKK jî xwedî rehên wiha ye.”

Ji bo êrîşên dijwar ên ku dagirkeriya Tirk di salên dawiyê de li ser qadên gerîla pêk aniye, Herekol Kobanê nirxandineke bi vî rengî kir: “Dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Teknîka ku li van qadan bi kar anî eger di destên me de hebûya, di nava rojekê de me yê çend bajar rizgar kiriban. Lê ruxmî ewqas giraniya di êrîşan de nikarî tu encaman werbigire. Artêşa Tirk bi navê operasyona ‘Pençe Kilît’ êrîşî Zapê kir, lê yê niha di qada şer de hatine kilîtkirin û asê mane dîsa ew bi xwe ne.”

‘HATIN BI DESTÊ WAN BÛ, LÊ DERKETIN BI DESTÊ ME YE’

Gerîla Herekol Kobanê têkildarî xitimandina artêşa Tirk got, “Hatina wan a li qadên me bi destê wan bû, lê derketina wan a ji van qadan wê bi destê me be.” Herekol Kobanê bi vî rengî dewam kir: “Li qada Zapê ji şeva destpêkê berxwedaniyeke gelekî mezin hate kirin û heya niha hevalên me li hember her cûren çeken kîmyewî bi qehremanî li ber xwe didin. Çekên ku di zagonên navneteweyî de hatine qedexekirin û dema li cihekî tên bi karanîn yekser mudaxeleyî wê tê kirin, bi sedan car li ser gerîla tê bikar anîn û ti nerazîbûn ji ti deveran nayê. Gerîla bi ruhê demê li hember her êrîşê bi tedbîr û hesab in. Bi berxwedana xwe em her êrîşê têk dibin. Bêguman ev sekin ji bîrdoziya Rêber Apo ye û dawiya wê teqez wê serketin be. Em ji vê bawerin.”

Gerîla Herekol biryardariya xwe ya di têkoşînê de û israra xwe ya di jiyana azad de jî wiha anî ziman, “Em fedayiyê gelê xwe ne, em ê hesabê xwîna hevalên xwe yên şehîd ji dagirkeriyê bixwazin. Di sala nû de em ê serokatiya xwe rizgar bikin û xeta ku Rêber Apo ji me re daniye em ê heya dawiyê li ser bimeşin û soza ku me daye Serok û gelê xwe em nû dikin. Serketin a gerîla ye.”

‘EM DIBÊJIN AN SERKETIN AN SERKETIN’

Gerîla Şêrhat Welat ê ji neteweya Ereb jî têkildarî salvegera damezrandina PKK’ê nirxandineke bi vî rengî kir: “Em salvegera 45’emîn a damezrandina PKK’ê pîroz dikin. Destpêkirina têkoşîna PKK’ê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêngaveke însanî bû. Li hember vê pêngava pîroz û ji bo vegerandina mafên wendayî ti kesî ji derveyî Rêber Apo xwe berpisyar nedît û girîngiya derçûneke wiha hîs nekir.”

Şêrhat Welat bi dewamî got, “Em tevgereke siyasî, exlaqî ne. Ji bo azadiya gelan şer dikin. Çavkaniya me ya hêzê û tişta ku dihêle em bi îstiqrar li ser vê rêyê bimeşin felsefeya Rêber Apo ye. Dagirkeriya Tirk xwest gelek nakokiyan bixe nava gelê Kurd û Ereb, lê baxê ku di navbera herdû gelan de hatiye avakirin ev hewildan têk bir.”

Gerîla Şêrhat Welat ji bo israra xwe ya di serxistina doza azadiyê de got, “Rêber Apo ji bo avakirina vê Partiyê ji zaroktiya xwe ve dixebite. Em ê jî nehêlin ev keda wî li valahiyê bikeve. Em nabêjin an serketin an mirin. Ji ber di felsefa me de cih ji mirinê re tuneye. Em dibêjin an serketin an serketin. Ez jî weke gerîlayekî vê tevgera şoreşgerî soz didim ku heya Rêber Apo azad nebe û azadiya gelan pêk neyê, em ê heya henaseya xwe ya dawî têbikoşin û salvegera 45’emîn wê bibe cejnek ji bo hemû mirovahiyê. Têkoşîn û berxwedana me, fedayitiya me ya di xeta Rêber Apo de wê her bidome.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên MSD gerê xwe li Bremen berdewam kirin

Nivîsa Pêş

PKK: Di sala 46’an de rêya me vekirî ye, pêşiya me ronî ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
PKK: Di sala 46’an de rêya me vekirî ye, pêşiya me ronî ye

PKK: Di sala 46'an de rêya me vekirî ye, pêşiya me ronî ye

Reportaje Jinên Ciwan li ser tundiya jin

Reportaje Jinên Ciwan li ser tundiya jin

Manşet

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.