Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

Di êrişa dewleta Tirk de li Şengalê 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn

Edîtor: Nucan Serdoz
14/11/2023 - 14:34
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Di êrişa dewleta Tirk de li Şengalê 2 şervanên YBŞ’ê şehîd bûn
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser êrişa dewleta Tirk a dagirker ku doh bi şev bi balafireke bêmirov li navçeya Sinûnê ya Şengalê li ser wesayitekê kir, daxuyaniyek weşand. Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di êrişê de şervanên wan Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr şehîd bûne.

Daxuyaniya YBŞ’ê bi vî rengî ye:

“Di roja salvegera rizgarkirina Şengalê de duh bi şev saet derdora 23:00’yan de, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser wesayîtek şervanên me de, şervanên me hevrê Berxwedan Şengalî û Argêş Feqir şehît bûn û yek ji hevrêyên me jî birîndar bû. Di serî de em ji malbatên hevrêyên me yên şehîd re sersaxî dixwazin û ji hevalê xwe yê birîndar re jî şîfayê dixwazin.

Dewleta Tirk di rojek me ya pîroz de ev êriş pêk anî. Bê guman ev êriş bê tehemuliya dewleta Tirk ya qirker a li hember rizgarkirina Şengalê ye. Wana ti carî rizgarkirina Şengal qebûl nekirin û ji bo rizgarkirina miletê me vala derxînin her tiştî dikin. Miletê me roja salvegera rizgarkirina Şengal weke şahiyekî pîroz kir û bi coşekî mezin xwedî li vê rojê derket. Di heman demê de îro miletê me şehîdên vê xakê jî bi bîr anîn. Tam jî di rojek bi vî rengî de êrişek ne merdane, êrişek hovane pêk anîn. Ev pir eşkere dide xuyakirin ku tehemula dewleta Tirk ya qirker û faşîst ji rizgarkirina Şengalê nîne. Lewma bi van êrişên xwe re dixwaze şûrê xwe her li ser situyê me deyne û rêbaza DAÎŞ’ê her di meriyetê de bihêle. Dixwaze rojên şahî jî li me reş bike û rojên reş li me ferz bikin. Ji ber dewleta Tirk her timî bi DAÎŞ’ê re di nava hevkariyê de bû û îro jî ev rastî neguheriye. Ew bi van êrişan dixwaze ji berxwedêrên Şengalê tol bigre da ku kiryarên DAÎŞ’ê her di meriyetê de bihêle. Ji ber vê, di rojêk bi vî rengî de, dixwaze sihberek dane li ser şahiya miletê me.

Hevalê me Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr gava çûbûn serdana malbatên xwe di wesayetek sîvîl de hatin hedef girtin. Her du hevalên me di temenekî ciwan de xwe kiribûn şervanên çeleng, jêhatî û gelek mezin. Di nava refên YBŞ’ê de xwedî rolek sereke bûn. Bi fedekariya xwe, bi hevaltiya xwe û bi dilsoziya xwe ya şoreşê ji bo hemû hevrêyên xwe bûne mînak. Ji ber her du hevrêyên me hevrêyên Çekoyan, Agiran, Pîran’an, Dîndaran û Çiyayan bûn. Ji xwe ew hêrsa dilê wan ji vê rastiyê dihate. Herdu hevrêyên me ji eşîra me ya Feqîr in ku di nava têkoşîna me de xwedî gelek şehîdên hêja yên wek Dijwar, Çiya, Serhed û Serhildanan ne.

Hevrê Berxwedan ji malbata me ya hêja ku bi ax û ola xwe ve girêdaye. Di sala 2017’an de tevlî nava refên YBŞ’ê buye û gelek erk û berpirsiyariyên mezin girtiye ser milê xwe. Xwedî dilekî wêrek bû, li hember dijmin gelek bi hêrs û kîn bû. Ji ber ku heval Berxwedan navê şehîdê me yê mezin rêheval Berxwedan Tolhildan yê ku weke Fermandarê despêkê yê YBŞ’ê hilgirtbu, taybetmendiyên tolhildanê û Berxwedanê ji wî girt bû.

Hevrêyê me Argeş jî, ji malbatên me yên gelek şehîdên xwe yê hêja hene ji mala Zero ye. Di sala 2016’an de tevlî refên YBŞ’ê bû. Ciwanek vê xakê yê gelek bi coş û heyecan bu. Di asta leşkerî de gelek pispor bû û bi kelecanek mezin di çu ser erka xwe û her dem weke dildarek azadiyê tevdigeriya.

Weke em dibînin dijminê vê xakê bi van êrişan dixwaze çavê miletê me bi tirsîne, gel ji têkoşîna azadiyê dur bixîne û sexma desthilatdarî li ser vê axa pîroz bidin hîs kirin. Di aliyê din de jî bê aramî didin çêkirin ku vegera miletê me ya Şengal bi vê êrişan bidin sekinandin. Dîsa di van rojên helbijartinê de daxwaz dikin ku bê aramî û tevlîhevî bidin çêkirin. Ji bo li gorî xwe planên dagirkerî bidin avakirin. Bê guman ev daxwaz û planê dijminê me ye. Lê bendewariya me ji miletê me ewe ku li beramberî êrişên xêr nexwazan bisekinin û bi bertekê xwe, bi hêrs û kîna xwe ya li hember dijmin seknekî xurt bidin raber kirin. Ji xwe derey vê tu şansê me nîne. Encax bi yek buyîna miletê me, emê van êrişên hovane bidin sekinandin. Ji ber hêza gel li ser her tiştî ye. Me vê rastiyê di rizgarkirina Şengal de dît ku bi beşdar buna miletê me ya şerê berxwedaniyê re, çawa planên dijminê ola Êzidatî, hate vala derxistin.

Li ser vî esasî em carek dinê bang dikin ku em rêka Berxwedan û Argeşan bişopînin, azweriya xwe ya azadiyê ji her dem zêdetir bikin. Em jî di huzura şehîdên xwe de, sond dixwin ku Şengala rizgar ewê her dem rizgar bimîne. Em nahêlin alên rureş li ser vê xakê ba bide û em siya dagirkeriyan li ser vê xaka pîroz nahêlin û emê tola şehîdên xwe bigrin. Carek dinê em ji malbatên xwe yên hêja ji malbata şehît Argeş û şehît Berxwedan re sersaxî dixwazin.

Nasnameya şehîdan wiha ye;

Berxwedan Şengalî
Cahit Derwêş Elyas
Navê Dayîkê: Besê
Navê Bav: Derwêş Elyas
Ji dayîkbun: 2000 – Tilêzêr
Beşdarbun: 2017 – Şengal
Cih û Dîroka Şehadetê: 13.11.2023- Sinunê

Argeş Feqîr
Seed Xelil Qasim Çuko
Navê Dayîkê: Kamo
Navê Bav: Xelil Qasim
Ji dayîkbun: 2000 – Tilêzêr
Beşdarbun: 2016 – Şengal
Cih û Dîroka Şehadetê: 13.11.2023- Sinunê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya şehîd eşkere kir

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan soza mezinkirina têkoşînê û temamkirina rêya şehîdan heta serketinê didin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan soza mezinkirina têkoşînê û temamkirina rêya şehîdan heta serketinê didin

Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan soza mezinkirina têkoşînê û temamkirina rêya şehîdan heta serketinê didin

HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li 6 çeperan hate xistin

HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li 6 çeperan hate xistin

Manşet

  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.