Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

YJA Star: Bûn manîfestoya me ya jiyan û têkoşînê

Edîtor: Nucan Serdoz
12/11/2023 - 10:19
di nav Bakur, Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 509 mins read
A A
YJA Star: Bûn manîfestoya me ya jiyan û têkoşînê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê derbarê 2 gerîlayên ku di 23’ê Mijdara 2021’an de li Garzanê şehîd bûne ev agahî da:

“Weke Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê di vê pêvajoya ku em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û azadiya gelê xwe şerê herî dijwar dimeşînin de, em şahidiya şehadeta hevrêyên xwe yên pir giranbuha dikin û vê weke berdêla azadiyê dibînin. Têkoşîna me bi hewldan, fedekarî û lehengiyên mezin ên bi dehan hevrêyên me yên leheng didome, ev hevrêyên leheng jî ji bo gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn hêviyeke mezin in. Di vê pêvajoya ku em weke Tevgera Azadiya Jinê berpirsyariya pêşengtiya têkoşîna xwe digirin ser milê xwe, fermandarên me yên YJA Starê fermandariya bi dehan gerîlayên jin ên fedayî dikin û bi van hevrêyên xwe re li eniyên pêş şer dikin. Em weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê hevrêyên xwe Baharîn Denîz û Mizgîn Boran ên ku di 23’ê Mijdara 2021’an de li Garzanê di vî şerê fedayî de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê di serî ji malbatên hevrêyên me Şêxo û Guçlu û ji tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Baharîn Dêrsim
Nav û Paşnav: Leyla Şêxo
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Navê Dayik – Bav: Heyat – Ehmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Mijdar 2021 / Garzan

Têkoşîna azadiyê kesayetên watedar û leheng diafirîne û bi pîrozî û nirxa azadiyê xurtir dibe. Hevrêyên me yên ku ji bo cewher, xwebûn, rastiya xwe bi dest bixin berê dane çiyayan û ji bo bibin şervanên leheng ên gelê serhildêr û berxwedêr beşdarî têkoşîna azadiyê bûn û her gavên wan ji bo azadiya gelê Kurd, jinên Kurd û hemû jinan bûn. Xewn û armanca bingehîn a her gerîlayek YJA Starê ew e ku bi xeyalên hevrêyên xwe yên hêja ku heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan, barê wan hilgirin û di pêşengiya fermandariya fermandarên me de têkoşînê bigihînin serkeftinê ye.

Hevrêya me Baharîn ji Efrînê bû çavên xwe li Helebê li dinyayê vekir. Tevî ku li Efrînê ji dayik nebûye û mezin nebûye jî bi dilsoziya xwe ya ji bo ziman, çand û xwezaya gelê Efrînê û taybetmendiyên xwe yên herêmî mezin bûye. Her çiqas dijmin ji bo gelê me yê Efrînê ji cewher û dilsoziya wê dûr bixe her tim polîtîkayên taybet meşandine jî, lê di vê armancê de bi ser neketiye. Gelê Efrînê her tim nasnameya xwe ya Kurdî parastiye û dema ku dem hat çekên xwe girtin û li çiyayên Kurmanc, Lêlûn û Hawarê li dijî celadên xwe çeper girtine. Hevrêya me Baharîn di malbateke wiha welatparêz de mezin bû û di temenê xwe yê biçûk de Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd û gerîla nas kir. Di aliyekî de dixwest bibe şoreşger û gerîlatiyê bike, ji aliyê din ve her gav ji bo di şoreşê de pêşengiyê ji jinan re bike û siberoja gelê xwe plan dikir. Di sala 1999’an de bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, bi gotina ‘dereng e’ weke gerîla xwest têkoşîna xwe bidomîne û di sala 2000’an de tevlî nava refên PKK’ê bû. Hevrêya me Baharîn a ku ji roja destpêkê ya tevlî PKK’ê bû bi naskirina têkoşînê hewl da ku bi zanebûn tevlî bibe, bi vê hişmendiyê biryara xwe girt û her tim li pey van biryaran bû. Her tim li ser heman armancê bi biryardariya bûyîna fedayiya Rêber Apo gava yekemîn avêt û di heman salê de tevlî nava Yekîneyên Fedayî bû û 22 salan weke fedayiyekê rola xwe ya pêşengtiyê lîst.

Yek ji xeyalên herî mezin a hevrê Baharîn ew bû ku weke jineke fedayî li serê çiyayên Dêrsimê gerîlatiyê bike. Ji ber ku Dêrsim; cihê hevrê Sara û Zîlan bû. Bi dehan jinên leheng ên mîna Besê û Zarîfe li van çiyayan li ber xwe dan. Dêrsim ji bo hevrê Baharîn her tim xwedî du wateyên mezin bû. Yek jê cihê ku xeta fedayîtiyê ya hevrê Zîlan û fermandariya fedayîtiyê lê pêk anî bû; Yek ji wan jî cihê ku hevrê Mahîr (Şerîf Yalçin) xwest hemû xeyalên xwe yên fedayîtiyê lê bi cih bîne û di vê dozê de şehîd bû. Hevrê Baharîn di bin fermandariya hevrê Zîlan de di dawiya sala 2003’an de xeyalên Mahîr û bi dehan hevrêyên şehîd bûne hildigire ser milên xwe, derbasî qada Dêrsimê dibe. Ev ji bo wê gelekî watedar bû. Ji ber ku derbasî qada Bakurê Kurdistanê bû û weke jineke Efrînê hêrsa parçebûna welatê xwe ya li çar parçeyan xiste nava şerê xwe, ji bo tola her hevrêyên ku di vê armancê de şehîd bûne hilîne û gerîlatiya jinê ya Rêbertiyê afirandiye bide jiyîn çûbû wir. Piştî ku 8 salan bênavber li Dêrsimê weke gerîlayekê xebitî, bi vê moral û kelecanê derbasî Başûrê Kurdistanê bû û li Metîna, Zap, Çemço û Xinêrê xebatên xwe yên gerîlatiyê domand.

Hevrêya me Baharîn ji roja ku tevlî partiya me PKK’ê bû, her tim bi pîvanê fedayîtiyê beşdarî jiyan û pratîkê bû. Bi kesayetiya xwe ya sade û nerm û bi têkiliyên xwe yên hevaltî yên germ, di her kêliya jiyanê de, di her kar û xebatê de berpirsyarî digirt ser milên xwe. Hevrêya me Baharîn ku weke jineke Efrînî piraniya jiyana xwe ya gerîla li Bakurê Kurdistanê derbas kir, bû fermandareke fedayî.

Hevrê Baharîn piştî ku ezmûn û zanebûneke mezin bi dest xist, di sala 2019’an de berê xwe da Garzanê, cih û warên Rindêxan, Hozan Mizgîn û Arjîn Garzan û li wir weke Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Garzanê peywir girt. Li vir ji bo ku nasnameya jina azad, rêgezên PAJK’ê û şervaniya YJA Starê ya jêhatî li her qadê belav bike kedeke mezin da. Li Garzanê li hemberî her cure polîtîkayên şerê qirêj ên dijmin li ber xwe da û bi helwesteke birûmet li ber xwe da. Di heman demê de hemû gerîlayên HPG û YJA Starê bi xwe re perwerde kir, mil bi mil bi hevrêyên xwe yên ku heman xeyalê parve dikir di çeperan de şer kir û di 21’ê Mijdara 2023’an de li van çeperan bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Em yek ji fermandarên me yên leheng ên YJA Starê hevrê Baharîn Denîz a ku 22 sal in ji bo Rêbertiya me, gelê xwe û azadiya jinê bi fedayîtî li ber xwe da, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê xwedî li xeta fermandara me ya fedaî, armanc, hewldan û xeyalên wê derkevin û bi ser bikevin.

Nasnav: Mizgîn Boran
Nav û Paşnav: Emel Guçlu
Cihê Jidayikbûnê: Enqere
Navê Dayik – Bav: Hacer – Mistefa
Cih û Dîroka Şehadetê: 23 Mijdar 2021 / Garzan

Hevrê Mizgîn Boran li navçeya Haymana ya Enqereyê ji dayik bû. Haymana yek ji wan cihan bû ku ya Kurdên Anatoliya Navîn e her çiqas bi darê zorê hatin sirgûnkirin û ji Kurdistanê dûr bûn jî, her tim wek beşekî Kurdistanê ma. Lê wek malbata hêja ya hevrê Mizgîn, Kurdên li vir jî tevî ku li ser axa Kurdistanê mezin nebûne jî dilsoziya xwe ya ji bo ziman, çand û axa xwe ji bîr nekirine. Hevrêya me Mizgîn bi xeyala rojekê Kurdistanê bibîne mezin bû, Tevgera Azadiya Kurd nas kir û li ser şopa hevrêyên xwe yên beriya xwe yên weke Mizgîn Newal, Nûjîn Enqere, Alîşêr Xelîkan, Nagihan Akarsel meşiya û di sala 2010’an de  dema li zanîngeha Enqerê beşa felsefeyê xwend tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrêya me Mizgîn bi tevlîbûna xwe ya bi zanebûn û her wiha bi cewher sadebûna xwe di demeke kurt bala hevrêyên xwe kişand. Her çiasî li Kurdistanê nema bû jî, di demeke kurt de hînî şert û mercên çiyê bû, bi fêmkirina Rêbertiyê re kete nava hewldanan. Li qadên Garê, Metîna, Heftanînê ma û 5 salan li vir di her erk û berpirsyariyên xwe de ji bo serkeftinê bi dest bixe, gelek hewl da. Hevrê Mizgîn ku di demeke kin de hemû tiştên ku hînbû bi pratîka xwe bi cih anî. Di sala 2015’an de berê xwe da Bakurê Kurdistanê û derbasî Garzanê bû. Hevrê Mizgîn dema ku dijmin her cure konsepta îmha û qirkirinê pêk dianî û di rojên herî dijwar de weke fermandara jin li ser rêgez û mîrasa Arjîn Mizgînan şer kir. Li eyaleta Garzanê bi keda xwe, xwe afirand û di asta fermandariya herêmê de peywir meşandin. Di her kêliya jiyana xwe de mîna ku tola bi salan dûrketina ji Kurdistanê hilde, bi moral û coşeke mezin tevlî bû û hemû hevrêyên xwe di vê wateyê de bi rê ve bir. Hevrêya me Mizgîn a ku 7 salan li Garzanê ma û li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe da, bi pratîkê îspat kir ku hêz û vîna jinê dikare li hemberî her cure zehmetî û êrîşên dijmin bi ser bikeve. Gelek caran bi mirinê re rû bi rû ma, di kêliyên herî dijwar de jî helwesta xwe domand û carek din rêhevaltî û fermandariya xwe ya mînak nîşan da. Bi israr û baweriya xwe ya serketinê ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Mizgîn Boran, yek ji fermandarên me yên YJA Starê bû, ku heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir û di 23’ê Mijdara 2021’an de şehîd bû. Bi sekna xwe ya fedayî û şêwazê fermandariyê bû fermandara pêşeng a hemû hevrêyên xwe.

Hevrê Baharîn û Mizgîn ên ku di nava salên têkoşînê de ji fedakariyê dûr neketin û bi awayekî bêhempa beşdar bûn, bûn îfadeyên şênber ên milîtaniya PAJK û PKK’ê. Di bin her şert û mercên dijwar de rêgezên jiyana azad a PAJK’ê û helwesta jina azad temsîl kirin. Ji fermandarên pêşeng ên milîtaniya PAJK’ê hevrê Baharîn û Mizgîn bûn manîfestoya me ya jiyan û têkoşînê. Şerê li Garzanê ji bo gerîlayên jin her tim xwedî wateyeke mezin e. Ji ber vê jî têkoşîna li vir tê meşandin têkoşîna hemû gerîlayên YJA Starê ye. Hemû hevrêyên me yên li vir şehîd bûne, li gel hevrê Baharîn û Mizgîn, pêşengên leheng ên Tevgera Azadiya Jinê ne. Em van hevrêyên fedayî di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin hilgirê ruhê têkoşînê û weke gerîlayên YJA Starê teqez em ê tola hemû fermandar û hevrêyên şehîd hilînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Qamişlo Komxebatekî li ser Civaka Exlaqî û Polîtîk li darxistin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Erêb ên Şengalê bi meşeleyan meşek li dar xistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Erêb ên Şengalê bi meşeleyan meşek li dar xistin

Ciwanên Erêb ên Şengalê bi meşeleyan meşek li dar xistin

Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber APO meşek li dar xist

Ciwanên Helebê ji bo azadiya Rêber APO meşek li dar xist

Manşet

  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.