Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Rohilat Efrîn: Xeta berxwedanê ya Bêrîtan ji bo me esas e

Edîtor: Nucan Serdoz
26/10/2023 - 9:51
di nav Analîz, Biranîna Şehîdan, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Rojava
Reading Time: 7 mins read
A A
Rohilat Efrîn: Xeta berxwedanê ya Bêrîtan ji bo me esas e
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn di salvegera şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) de ku di sala 1992’an de li dijî PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker teslîmiyetê qebûl nekir û çalakiya destanî pêk anî û di heman demê de bû pêşenga artêşbûna jinê ya azad ji ANF’ê re axivî.

Rohilat Efrîn diyar kir ku YPJ’ê xeta xwe ya berxwedanê li ser mîrateya Bêrîtan afirandiye û got, “Em di serî de 31’emîn salvegera artêşbûna jinê ya azad li hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin. Artêşbûna jinê çawa ku berê û roja îro nûnertiya îradeya azad a jinê dike, di paşerojê de jî wê nûnertiya îrade û azadiya jinê bike. Dema em li dîroka mirovahiyê dinêrin li dijî civak, vîna civakî, çand û nasnameya jinê gelek êrîş hatine kirin. Dîsa gelek tevgerên jinan û gelek jin li dijî desthilatdariya mêr a li cîhanê serî hildan. Vê zîhniyetê her tim ji jinê re gotiye, ‘Tu ne îrade yî, tu ne tişt î, tu ne aîdê xwe yî.’ Li hemberî vê yekê jinan serî hildan, li ber xwe dan û têdikoş in. Di van berxwedanan de gelek jin rastî êşkenceyê hatin. Bi sedan hatin şewitandin. Lê belê li hemberî vê zîhniyet û pergala mêr a serdest ku xwe weke serwerê cîhanê didît, pêl bi pêl berxwedan û têkoşîna jinê berdewam kir.

Di vê wateyê de dema ku em li rastiya Kurd dinêrin, Tevgera Azadiyê ya ku di pêşengiya jinên azad de xwe bi rêxistin kir, li dijî zîhniyeta faşîst a ku civak di nava pergala koletiyê de xeniqandiye, artêşbûna jinê ya azad a ku 31 sal in derbas kiriye, pêk anî. Helbet divê artêşbûna jinê tenê weke rêxistineke leşkerî neyê dîtin. Artêşbûna jinê ya azad bidestxistina îdeolojî, rêxistinî, felsefî, vîn û zanista jinê ye. Pêwîste di vê wateyê de artêşbûna jinê were nirxandin. Di pêşengiya YJA Starê ya 31 salan de, bandoreke kûr li ser jinên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê çêkir. Li ser jinên ku di bin pergalên koletî, neheq û despotîk de bûn, bandorek mezin çêkir. Di vê wateyê de artêşbûna jinê li dijî neheqî û newekheviya heyî weke dengekî xurt disekine. Rêber Apo îradeya jinên ku nekarîne li ber xwe bidin, mafên xwe biparêzin, bi ziman û çanda xwe xwe îfade bikin pêş xist. Ev rastî di ronahiya felsefeya Rêbertî de ji hemû jinên cîhanê re bû mîrate. Jinên li çar aliyê cîhanê xwe di nava vê felsefeyê de dibînin û pênase dikin.”

YPJ’Ê 11 SAL IN BI RUHÊ KU JI XETA BÊRÎTAN GIRTIYE TÊDIKOŞE

Rohilat Efrîn, diyar kir ku ji gelek deverên cîhanê jin tevlî nava refên YPJ’ê bûne û bûne pêşengên vê ruhê berxwedanê û wiha dewam kir:

“YPJ’ê ku 11-12 sal in di nava têkoşîneke mezin de ye jî berdewama mîrasekê ye. Di encama mîrateya artêşbûna jinê ya azad a ku 31 sal in bi berxwedan û têkoşîneke mezin didome derketiye holê. Dîsa li dijî zîhniyeta ku ziman û çanda gelan înkar dike, bajaran dagir dike, hebûn û nirxên gelan binpê dike, bi salan e di nava têkoşîneke mezin de ye. Ji Kobanê heta Efrîn û Serêkaniyê li dijî hêzeke weke DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin da. DAÎŞ a ku li pişt perdeyê ji gelek hêz û dewletên navneteweyî destek girt, herî zêde êrîş li hemberî jinan pêk anî. Li dijî vê zîhniyetê YPJ’ê di pozîsyoneke pêşeng de têkoşînek mezin da. Bê guman YPJ’ê hêz û mîrateya xwe ji jinên ku 31 sal li berxwe didin girt û xwedî li hemû jin derket. Gelek jin ji ziman û cihên cuda yên Rojava beşdarî vê têkoşînê bûn. Jin li gelek deverên cîhanê tevlî nava refên YPJ’ê bûn û bûn yek ji pêşengên vî ruhê berxwedanê. Li Rojava YPJ’ê ku hêza tarî ya herî hovane ya cîhanê weke artêş û tevger têk bir, bû nasname û li cîhanê deng veda û bi vê çandê li ser piyan dimîne. Bandora vê berxwedanê helbet di gelek tevgerên jin û jinan de derket holê û îro ev jin û tevgerên jinan derdikevin pêş.

BÊRÎTAN LI DIJÎ XETA XIYANETÊ ÇALAKIYA AZADIYÊ PÊK ANÎ

Berxwedana Heval Bêrîtan a li dijî zîhniyet û desthilatdariya xiyanetê bandora xwe heta îro berdewam kiriye. Heval Bêrîtan, li dijî teslîmiyet û zîhniyeta xiyanetê çalakiya azadiyê pêk anî. Me ev ji çalakiya Heval Bêrîtan fêm kir. Heval Bêrîtan bi vê çalakiyê peyamek wisa da hêzeke mîna PDK’ê ku bi salane xiyanetê dike ‘Tu yê teslîm bibî, ne em’. Xeta Heval Bêrîtan bûye xeteke ku em di aliyê bîrdozî, rêxistinî, leşkerî û di her alî de bigirin dest. Wê ev xet hemû jinan bîne cem hev, li dijî rastiya îxanetê derkeve û ti carî teslîmî xeta îxanetê nebe.

Çawa ku Besê û Zarîfe di dîroka Kurdistanê de li hemberî hêzên dagirker serî netewandin, Heval Bêrîtan jî bi çanda Besê û Zarîfeyê mezin bû û li ber xwe da. Vê rastiyê bi awayekî zelal danî holê; Li ku derê ferzkirina teslîmiyet û îxanetê hebe, divê li dijî wê çandeke ku berxwedan û teslîmiyetê red dike hebe. YPJ’ê ku îro li Rojava li dijî hemû hêzên dagirker berxwedaneke mezin nîşan da, bi vê mîrateyê li ber xwe da û têkoşîna xwe didomîne. Li ser vê mîrasê, xwe veguherand çand, fikir û felsefe. Wê ji niha û pê de jî vê sekna xwe bidomîne.

Li hemberî vê xeta berxwedanê, xeta PDK’ê ya ku di xeta teslîmiyetê û xiyanetê de israr dike, didome. Dagirkerek mîna dewleta Tirk her roj êrîşî ax û bajarên me dike. Bi hezaran şehîdên me hene û her roj şehîdan dide. PDK’ê jî weke hevkarê vê hêza dagirker cihê xwe digire. Dixwaze xeta teslîmiyetê di nava gel û hêzên me de pêş bixe. Li dijî destkeftiyên ku bi berxwedana gelê Rojava hatî bidest xistin êrîşek dijwar heye. Bê guman divê hemû jin û gelê me yê li Rojava li dijî vê xeta îxanetê xwedî helwest bin. Teslîmiyeta ku dijmin li ser me ferz dike, tê wateya tinekirina ax, çand û nirxên gelê me ye. Bertek û helwesta herî mezin a li hemberî vê xeta îxanetê; Bi têkoşîn, berxwedan û nûnertiya rêya rast dibe. Çawa ku di dîroka me ya berxwedanê de Bêrîtan nûnera vê yê mezin bû û weke YPJ’ê 11 sal in me berxwedan û têkoşîn nîşan da, îro jî ji bo me ya sereke wê xeta berxwedanê be. Em bawerin gelê me wê bi vê bawerî û îradeya xwe di xeta berxwedanê de israr bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dîrok Cûdî: Em ê mîna Bêrîtan heta kêliya dawî li ber xwe bidin

Nivîsa Pêş

HPG: Ji Serhedê Heta Herêmên Parastinê Yên Medyayê Çalakiyên Gerîla

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Ji Serhedê Heta Herêmên Parastinê Yên Medyayê Çalakiyên Gerîla

HPG: Ji Serhedê Heta Herêmên Parastinê Yên Medyayê Çalakiyên Gerîla

HPG: Hevrê Bijî Amed yekê pêşeng bû

HPG: Hevrê Bijî Amed yekê pêşeng bû

Manşet

  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.