Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

NPG: Me hemû hêzên xwe yên li Kampa Penaberan a Mexmûrê vekişandin

Edîtor: Nucan Serdoz
19/10/2023 - 9:23
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
NPG: Me hemû hêzên xwe yên li Kampa Penaberan a Mexmûrê vekişandin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) got, “Dewleta Tirk 8 salên dawî ji bo tasfiyekirina gerîla û qirkirina gelê me gelek êrişên piralî kir. Bi vê armancê destpêkê tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê giran kir û hewl da gelê me, siyaseta demokratîk a Kurd û tevgera çep demokratîk a Tirkiyeyê bi zextan lawaz bike, îradeya wan bişikîne. Hikumeta AKP’ê bi esasî di sala 2014’an de xwest vê siyaseta xwe ya mêtinger, înkar û qirker bi destê DAÎŞ’ê pêk bîne. Lê belê piştî ku DAÎŞ li Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Kobanê hate şikandin, siyaseta qirker yekemcar derba mezin xwar. Weke ku tê zanîn gelê Kurd bi temamî li dijî hêzên DAÎŞ’ê û hemû komên selefî fedakariyeke mezin kir. Gelê me tevî hêzên xwe yên parastina gel li refên herî pêş nehişt ku DAÎŞ li Rojhilata Navîn bibe împaratoriyek. Hêzên me di vê demê de berdêlên gelekî giran da û bi pratîka xwe ya şer a li dijî DAÎŞ’ê meşand ruh û cesaret da her kesî, ji bo mirovahî ji belayekî mezin bê rizgarkirin bi roleke girîng rabû ku ev yek rastiyeke dîrokî ye.”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê de hate gotin, “Sala 2014’an piştî ku DAÎŞ hate xurtkirin û kontrola gelek bajarên girîng ên mîna Mûsil û Reqayê xist destê xwe, êrîşî gelek herêmên Kurdistanê kir. Di demeke bi vî rengî de li ser bingeha ferman û banga seferberiyê ya Rêber Apo, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî çalak ketin dewrê.” Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: “Tê zanîn ku weke Hêzên Parastina Gel (HPG) di roja destpêkê de me hêz şand Şengalê û pêşî li qirkirina xelkê me yê Êzidî girt. Piştre jî li hemberî êrîşên berfireh û giran me hêz şand Kerkûk, Mexmûr, Duhok, Laleş, Şengal û Kobanê, bi vî rengî dest li rewşê werdan. Weke tevger me ji eyaletên Botan, Zagros, Amed, Garzan û Erzîromê hêzên xwe yên fedaî û yên herî bi tecrûbe şand van herêman. Eger me ev nekiribûya, nepêkan bû ku DAÎŞ bihata rawestandin. Her wiha tê zanîn ku piştî hêzên me yên gerîla wezîfeya xwe bi cih anîn û rêxistiniyên gelê me yên xweparastinê li van deveran ava bû, me hêzên xwe gav bi gav vekişand. Dema ku gelê me gihîşt wê astê ku karibe xwe bi xwe biparêze û êdî pêwîstî bi hêzên me nema, weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê me hêzên xwe yên HPG û YJA Starê ji sala 2017-2018’an û pê ve dest bi vekişandinê kir ku ev yek jî tê zanîn.

Xeleka herî dawî ya vê qonaxa dîrokî hêzên me yên li kampa penaberan a siyasî ya Şehîd Rustem Cûdî yanî yên li Mexmûrê ye. Rêveberiya tevgera me gihîşt wê encamê ku hêzên me yên li vê derê wezîfeya xwe temam kirine û biryar da ku hêzên me yên li Mexmûrê werin vekişandin. Ji destpêka meha Îlonê û pê ve me hêzên xwe yên HPG û YJA Starê yên li vê derê ji ber ewlekariyê bi rengekî veşartî, rêxistinî û plankirî qonax bi qonax vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. Niha li Kampa Penaberan a Mexmûrê hêzeke me nemaye.

Bila gelê me yê welatparêz û raya giştî zanibe ku hêzên me wezîfeya xwe temam kirine û êdî pêwîstî pê nemaye ku vê wezîfeyê dewam bikin. Di mijara vekişîna hêzên me yên parastina gel ji qada Mexmûrê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve ti hêzê daxwazek nekiriye, bi temamî li ser bingeha fikir û biryara tevgera me hêzên me ji qadê hatine vekişandin.

Hêzên me yên ku ji ber êrîşên DAÎŞ’ê me şandibûn van herêman, ji Kerkûk û navçeyên wê, ji Rojava ji Kobanê, herî dawî jî di Nîsana 2018’an de ji Şengalê, li hin deveran bi rengekî eşkere, li hin deveran jî bi rengekî veşartî ya ji ber ewlekariyê, hatin veşartin. Niha jî weke qonaxa dawî ya vê pêvajoyê, me hêzên xwe yên li Mexmûrê bi rengekî ewle vekişand û ev wezîfe bi dawî kir.

Em pê bawer û piştrast in ku xelkê me yê Mexmûrê yê welatparêz û hêja wê wateya pêwîst bide vê biryara tevgera me. Em di wê baweriyê de ne ku xelkê me yê Mexmûrê yê welatparêz ku xwe gihandiye hişmendiya demokratîk a neteweyî, mîna beriya niha kir wê ji niha û pê ve jî karibe bi rêxistiniya xwe ya sivîl xwe biparêze. Lê belê eger di asteke hîn bilindtir de pêwîstî bi parastinê hebe, fedaiyên Apoyî di serî de herêmên Mexmûr û Şengalê wê di her şert û mercî de xwe bigihînin her qadê, wê bi alîkariya gelê me ve bigihêjin û wezîfeya parastinê ya pîroz teqez pêk bînin.

Bi vê wesîleyê em careke din şehîdên xwe yên li Şengal, Kobanê, Kerkûkê û Mexmûrê bi hurmet û minet bi bîr tînin ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê li Iraq û Rojhialta Navîn pêşengî ji têkoşîna li dijî çeteyan re kirin, bi lehengî li ber xwe dan û êrîş têk birin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin, soza ku me dane şehîdên xwe dubare dikin û soz didin ku di têkoşîna azadiyê ya gelan de em ê xwedî li bîranîna wan derkevin. Gelê me ku heta niha li ser rêya şehîdên leheng bexwedaneke dîrokî nîşan da, ji niha û pê ve jî wê berpirsyariya xwe di asta herî bilind de pêk bîne, em bi vê yekê piştrast in. Hurmet û hezkirinên xwe pêşkêş dikin û di têkoşîna azadiyê de serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jin bi hev re xurt in: Ji Rojava heta Gazzeyê gel li ber xwe dide

Nivîsa Pêş

Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e

Sarisozen: Armanca êrişên Tirkiyeyê tesfiyekirin e

Peyama Fermandarê NPG a jibo Gelê me li Wargeha Penaberan Mexmûrê Ya Şehîd Rustem Cûdî

Peyama Fermandarê NPG a jibo Gelê me li Wargeha Penaberan Mexmûrê Ya Şehîd Rustem Cûdî

Manşet

  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.