Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Li welatê rojê çirûskek ji jiyanê: Dilgeş Zîlan Gûzereş

Edîtor: Nucan Serdoz
18/10/2023 - 15:00
di nav Analîz, Biranîna Şehîdan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li welatê rojê çirûskek ji jiyanê: Dilgeş Zîlan Gûzereş
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Bi hezaran ewladên leheng ên Kurdistanê ji bo welatê xwe ji dagirkeriya dijmin rizgar bikin, bi lehengî têkoşiyan. Yek ji lehengên Kurdistanê jî Dilgeş Zîlan Gûzereş (Ferhat Akdenîz) bû.

Ferhat Akdenîz ê ji gundê Gûzereş ê navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji ber ku malbata wî neçar ma koçî Geverê bike, li Geverê ji dayik bû. Akdenîz ê ji eşîra Pinyanîş a welatparêz bû, partî zû nas kir. Ji ber ku ji malbat û derdora wî tevlîbûn li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hebû, bala Ferhat Akdenîz li ser gerîla bû. Akdenîz li Geverê di nava serhildanan de mezin bû û li dijî dijmin her tim li refên herî pêş ê têkoşînê cih girt.

Akdenîz ku li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a mêtinger ên li dijî gelê Kurd bêdeng nema, sala 2010’an tevlî nava refên gerîla bû û navê Dilgeş Zîlan Gûzereş li xwe kir. Refên gerîla ji bo Dilgeş meşek bi eşq û baweriyê bû, lewma jî da ser şopa fermandarê efsanewî Egîd. Li her qadê bi ruhê berxwedanê xebitî. Ji ber vê yekê dema ku çeteyên DAÎŞ’ê yên dijminê mirovahiyê êrîş bir ser Rojava, derbasî Rojava bû û dest bi parastina gel û welatê xwe kir. Gerîla Dilgeş li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê bi rengekî fedaî şer kir, di demên herî giran ên şer de li refên herî pêş şer kir. Tevî ku ji serê xwe û lingê xwe du caran birîndar bû, eniya berxwedanê neterikand û di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de kedeke mezin da. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê hate têkbirin, li çiyayên Kurdistanê vegeriya.

Dilgeş Zîlan ku êdî fermandarekî pêşeng bû, di hevpeyvîneke xwe de li ser şer wiha axivîbû: “Ya rast ji sala 2013’an û vir ve em bênavber şer dikin. Nifşê nû yê gerîla ji ber ku nifşekî di nava şer de mezin bûye, dikare bênavber şer bike. Di nava ti artêşê de rewşeke bi vî rengî nîne. Li gel me dudiliyeke biçûk nîne. Em zanin ku di nava şerekî çawa de ne, ji ber vê yekê jî berxwedanên efsanewî têne kirin. Li hemberî dijmin em ti carî paşve gavê neavêjin. Lê belê em serketinên xwe têrker nabînin û her tim li pêşiya xwe difikirin. Berxwedan tê wateya şerekî serketî, şerê herî mezin jî wê serketinê biafirîne. Di serxistina şer de armanc girîng e. Berdêla xwe çi dibe bila bibe ji armanca jiyana azad divê paşve gav neyê avêtin. Bi vî rengî em ê bibin mînak ji nifşên nû re. Mîna ku hevalê Atakan got, em gerîlayên serdema fezayê ne. Ji ber ku ti hêz mîna me kêlî bi kêlî xwe bi pêş naxe.”

TEVLÎ GELEK ÇALAKIYAN BÛ KU DERBÊN GIRAN LI DAGIRKERAN HATE XISTIN

Mîna ku fermandarê efsanewî yê PKK’ê Egîd got, “Apoyî mîna bombeyeke ji teqînê re amade ye, dema biteqe wê dijmin tune bike.” Gerîla Dilgeş jî da ser vê şopê û tirs berda dilê dijmin. Ewladê leheng ê gelê Kurd Dilgeş li çiyayên azad her roj xurt bû û bi hêrsa tolhildanê ya di dilê xwe de berê xwe da qadên şer. Li ser bingeha mîrateya berxwedanê ya fermandar Egîd têkoşiya. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de gelek wezîfeyên krîtîk bi cih anî. Piştî pratîka serketî ya li herêma garê derbasî Heftanînê bû û beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li artêşa Tirk a mêtinger hate xistin.

Şehîd Dilgeş li quntarên çiya bi eşqa jiyana azad heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir. Piştî Heftanînê derbasî Amedê bû û têkoşîna xwe ya li hemberî dewleta Tİrk a mêtinger dewam kir. Li hemberî ti astengiyan dest ji têkoşînê berneda û li hemberî pirsgirêkan timî bû hêza çareseriyê. Di gerîlatiya serdema nû de li ser xeta serketinê meşiya. Li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker tevlî gelek çalakiyan bû, bi rengekî fedaî şer kir û derbên giran li dijmin xist. Mîna bi hezaran şehîdên Kurdistanê têkoşîneke nayê jibîrkirin li pey xwe hişt. Di 26’ê Tebaxa 2023’an de tevî hevrêyên xwe Berxwedan Farqîn (Hanîfî Saygi) û Mervan Wan (Mûhterem Koç) tevlî karwanê şehîdan bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêber APO: “Tiştên li Qudsê diqewimin dibe ku sibe li Kerkûkê jî biqewimin”

Nivîsa Pêş

Di rojê me ya îro Rewşa jinên başûr çawa ye?

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Di rojê me ya îro Rewşa jinên başûr çawa ye?

Di rojê me ya îro Rewşa jinên başûr çawa ye?

Li Dêrikê standa bi pirtûkên Rêber Apo hate vekirin

Li Dêrikê standa bi pirtûkên Rêber Apo hate vekirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.