Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

KCK’ê ji bo Necmettîn Salaz peyama sersaxiyê weşand

Edîtor: Nucan Serdoz
15/10/2023 - 16:30
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK’ê ji bo Necmettîn Salaz peyama sersaxiyê weşand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em pê hesiyan ku hevalê me yê hêja yê şoreşger û welatparêz Necmettîn Salaz jiyana xwe ji dest da. Em û gelê me yê Kurdistanê ji ber vê agahiyê gelekî êşiyan. Ev demeke dirêj bû ku pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê yên Heval Necmettîn hebûn. Lê belê vê yekê li hemberî têkoşîn û xebata xwe weke asteng nedît û heta kêliya jiyana xwe ji dest da têkoşîna xwe domand. Tevahiya jiyana heval Necmettîn bi têkoşînê re derbas bû. Şehîdekî hêja yê vê têkoşîn û Kurdistanê ye. Pêwîste gelê Kurdistanê bi taybet gelê Wanê yê welatparêz bi xurtî xwedî li şehîdê hêja derkeve. Weke tevger û gel erka me ya bingehîn e ku em bîranîna heval Necmettîn zindî bihêlin û têkoşîna azadiyê ya ku wî hemû jiyana xwe feda kiriye, hîn xurtir bimeşînin. Em soza ku me daye hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê, di şexsê heval Necmettîn de careke din dubare dikin.

HEMÛ JIYANA WÎ JI BO AZADIYA KURDISTANÊ BÛ

Heval Necmettîn Salaz ku ji aliyê gelê welatparêz û raya giştî ya Kurdistanê ve ji nêz ve dihat naskirin, şoreşgerekî mezin bû ku hemû jiyana xwe ji bo azadiya Kurdistanê, bidawîkirina pergala kedxwarî, wekhevî û azadiyê feda kir û ji bo vê jî bênavber têkoşiya. Ji xortaniya xwe heta kêliya jiyana xwe ji dest da, bi dil û mêjiyê xwe bû neferekî bêdawî yê doza xwe. Ji xeynî kesayetiya xwe ya têkoşer, lêhûrbûna wî ya li ser hilberîna ramanan jî hebû. Gelek berhemên wî yên rewşenbîrî û wêjeyî hene. Di berhemên xwe de dema ku rastiya xwe û dîroka naskirina civaka Kurd a ku tê de ye û ji bo azadiya wê têdikoşe, di esasê xwe de rewşa gelê Kurd û hewldanên derketina ji wê tîne ziman. Ji ber ku di navenda têkoşînê de bû xwedî helwesteke şoreşgerî bû û hemû bedelên wê dabû ber çavan. Weke gelek şoreşgeran, hevrê Necmettîn jî di şiyarbûna neteweyî ya gelê Kurd û destpêkirina têkoşîna li dijî mêtingeriyê de kedeke girîng da. Piştî derbeya 12’ê Îlona 1980’î hat girtin û li Zindana Amedê ya ku bû keleha êşkence û zilmê ma. Li vir kadroyên Tevgera Azadiya Kurd nas kiriye û li ser esasê xeta azadiyê di demên pêş de jî têkoşîna xwe domand.

LI DIJÎ HEVKARÎ Û XIYANETÊ BI HÊRS BÛ

Ji ber zextên dewleta Tirk hat Başûrê Kurdistanê û li vir têkoşîna xwe domand. Weke ku tê zanîn bi giranî li Başûrê Kurdistanê karê çapemeniyê dikir. Di van xebatên xwe de herî zêde bal kişand ser têkoşîna li dijî xeta hevkarî û xiyanetê. Hêrseke mezin yê heval Necmettîn li dijî xeta hevkarî û xiyanetê hebû. Girîngiyek mezin da paşketina xeta hevkarî, xiyanetkar a li Kurdistanê û li hemberî vê girîngî dida pêşxistina xeta welatparêziyê. Di hemû xebata wî de ev hebû. Li aliyê din demeke dirêj bi şehîd Seyît Evran re xebitî. Ji şehadeta Seyît Evran gelekî bandor bûbû.Dema ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê zêde bûn, li ser pêşniyara ku hinekî bêhna xwe bide û demekê ji karê çapemeniyê dûr bikeve, wî jî got ku heta ku bêhna xwe digire wê bixebite û wisa jî kir. Ev helwestek biqîmet bû ku hêjayî rêzgirtinê bû. Ji destdana mirovekî wisa têkoşer, rewşenbîrekî şoreşger me gelekî xemgîn kir. Em ji gelê Kurdistanê yê welatparêz, gelê Wanê û ji malbat û xizmên hêja yên şehîd re sersaxiyê dixwazin.

Heval Necmettîn Salaz lêhûrbûnên xwe yên beriya şehadeta xwe demek kurt, bi Tevgera me re parve kiribû. Lêhurbûna wî têkildarî Rêber Apo bû. Hem li ser lêhur bûbû û hem jî hin pêşniyar kiribû. Ji bo bîranîna wî ya hêja, pratîkkirina van wê ji bo me esas be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan Reqe sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî temaşe kirin

Nivîsa Pêş

Yekitîya Jinên Ciwan ya herema Fîratê nameyên tabura nemiran xwend

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekitîya Jinên Ciwan ya herema Fîratê nameyên tabura nemiran xwend

Yekitîya Jinên Ciwan ya herema Fîratê nameyên tabura nemiran xwend

Gazze di bin bombardûmanê de ye

Gazze di bin bombardûmanê de ye

Manşet

  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê 5 kes hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyên girêdayî dewleta Tirk li Efrîn 2 Ciwanên Kurd qetil kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.