Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Şerîk: Rêbertî kir ku şoreşa Kurdistanê bigihêje vê astê

Edîtor: Nucan Serdoz
12/10/2023 - 9:30
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 6 mins read
A A
Şerîk: Rêbertî kir ku şoreşa Kurdistanê bigihêje vê astê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji ANF’ê re axivî.

Şerîk got, “Di salvegera 25’an a komploya navneteweyî de beriya her tiştî Rêber Apo silav dikim ku di nava sîstema tecrîdê ya Îmraliyê de 25 sal in di nava şert û mercên awarte de li ber xwe dide, bi berxwedanê dîrokê dinivîsîne. Her wiha di şexsê hevrêyên me de yên bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dijî komploya navneteweyî bedena xwe dan ber agir û jiyana xwe ji dest dan hemû şehîdên me yên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînim.

25 sal demeke ji çaryek sedsalê ye. Demeke kurt nîne. Rêber Apo piraniya van 25 salan li girtîgeheke yek kesî derbas kir. Tevî ku dema dawî hin heval birin gel wî jî ji ber ku di navbera wan de jî sîstemeke tecrîdê hatiye avakirin, piraniya jiyana xwe, her kêliyên jiyana xwe bi têkoşînê derbas dike. Lewma vê berxwedana dîrokî careke din silav dikim. 25 sal kêm nîne. Em zanin ku di nava vê pêvajoyê de şoreş pêk tên. Her wiha li hemberî şoreşê, şoreşên dijber têne kirin, hewl tê dayin ku bê têkbirin. Çaryek sedsal di dîroka gelan de demeke girîng e ku pêşketinên girîng lê dibe. Lewma divê mirov 25 salan ji rêzê nebînin. Divê mirov bala xwe bidin ser bûyerên ku di nava van 25 salan de qewimî ne.

Rêber Apo di nava van 25 salan de bênavber li ber xwe da û kir ku şoreşa Kurdistanê bigihêje vê astê. Şert û mercên dîlgirtinê li pêşiya vê rola wî nebû asteng. Bêguman eger ne dîlgirtî bûya, di nava şert û mercên cuda de bûya wê gelek tiştên din bi gelê Kurdistanê, bi mirovahiya cîhanê bida qezençkirin. Lê belê tevî vê yekê jî di nava şert û mercên heyî de rastiyeke gelekî girîng bi şoreşa Kurdistanê, gelên herêmê, mirovahiya cîhanê da qezençkirin. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ku em weke paradîgmaya nû pênase dikin, yek ji van destketiyan e ku afirandiye. Ev yek mîna jinûve çêbûnê ye, jinûve nirxandina cîhanê bi rengekî rast e.

Ji ber vê yekê hêzên ku komploya navneteweyî li Rêber Apo kirin 25 sal in Rêber Apo kirine hedefa xwe. Ji ber ku tiştên afirandiye tê wateya guhertina sîstema modernîteya kapîtalîst, meşandina têkoşîna li dijî wê, li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst birêxistinkirina modernîteya demokratîk e. Ji ber vê wateyê komploya navneteweyî ne tenê Rêber Apo dîl girt, di heman demê de dewam dike.”

‘MIROVAHÎ XWEDÎ LI FIKRÊN WÎ DERDIKEVE’

Cemal Şerîk şert û mercên giran ên 25 salên dîlgirtinê bi bîr xist û got, “Li gel nebûna derfetan jî bi hêza fikrî xwe diparêze û bi vê yekê jî dibe mînak ji tevahiya mirovahiyê re. Di asta heyî de berxwedana Rêber Apo ji sînorê Îmraliyê derbas bûye. Têkoşîneke gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn a li dijî vê sîstemê ye.

Têkoşîna mirovahiya cîhanê ya li dijî wê sîstemê ye. Yanî ji sînorên Îmraliyê derbas bûye, di nava sînorên Kurdistanê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê de gihîştiye asteke berxwedanê. Û ev berxwedan ne tenê bi Rêber Apo re dimîne. Bi rêbertiya Rêber Apo ji aliyê tevahiya mirovahiyê ve tê meşandin. Ne tenê gelê Kurdistanê û kadroyên PKK’ê, di heman demê de mirovahiya cîhanê xwedî li fikrên Rêber Apo derdikeve. Nîşaneya şênber a vê yekê ew e ku fikrên Rêber Apo îro bi zimanên cuda têne wergerandin. Divê mirov di nava rastiyeke bi vî rengî de 25 salên komploya navneteweyî binirxînin. Li hemberî komploya navneteweyî çi hatin kirin, çi bi dest ketin; ev hemû bi şênberî radixin pêş çavan.”

Cemal Şerîk bi bîr xist ku di nava 25 salan de gelek rêxistinên ku Rêbertiya wan dîl hate girtin tasfiye bûn û got, “Mînak rewşa gerîlayên Rêya Ronahiyê ya li Perûyê bi vî rengî ye. Her wiha di bin êrîşên giran de gelek tevger li ber tasfiye û belavbûnê ketin. Hîn jî hin rêxistin hene ku li hemberî êrîşên bi vî rengî nikarin xwe komî ser hev bikin. Lê belê li Kurdistanê bi vî rengî nebûye. Yê ku nehişt bi vî rengî bibe Rêber Apo bi xwe ye. Di her firsendê de ji bo pêşketina şoreşa Kurdistanê nirxandin kiriye. Her gotineke wî mîna bandora domîno li her derê belav bûye. Bandorek di wê astê de dike. Ev bandor dike ku şoreşa Kurdistanê li gel her tiştî jî li ser piyan bimîne, PKK li gel her tiştî têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bike. Her wiha dike ku fikrê Rêbertî li Kurdistanê, herêmê û tevahiya cîhanê li nava gelan belav bibe. Ya ku vê pêk tîne jî têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ya li nava şert û mercên Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê destketiyên afirandiye gelekî mezin in. Van destketiyan şoreşa Kurdistanê hîn bi pêş ve biriye. Derfet pêşkêş kiriye ku bi rê û rêbazên nû yên têkoşînê ev têkoşîn dikare hîn bêhtir bê pêşvebirin. Kir ku bi vê rêbazê pirsgirêkên heyî bêne çareserkirin.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî bi esaswergirtina berxwedana Rêberê Gelê Kurd dikare bê têkbirin û anî ziman ku esas wergirtina berxwedana Rêbertî jî bi kirina karê rêbertî yek bi yek nabe.

Cemal Şerîk destnîşan kir ku esaswergirtina Rêbertî bi fêhmkirina fikrên wî û bicihanîna wan fikran dibe û li ser vê bingehê di sala 25’an a komploya navneteweyî de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din silav kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yeketiya Jinên Ciwan ya Kobanê: “Kes nikare roja me tarî bike!”

Nivîsa Pêş

Yekîneyên YCWK’ê li sê nuqteyên Amedê çalakî li dar xistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîneyên YCWK’ê li sê nuqteyên Amedê çalakî li dar xistin

Yekîneyên YCWK'ê li sê nuqteyên Amedê çalakî li dar xistin

Tsubani: Rêgezên Mandela bi cih bînin, tecrîdê bi dawî bikin

Tsubani: Rêgezên Mandela bi cih bînin, tecrîdê bi dawî bikin

Manşet

  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.