Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

‘Çi dibe bila bibe em ê îdeolojiya Rêber Apo bi jiyanî bikin’

Edîtor: Nucan Serdoz
07/10/2023 - 13:09
di nav Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
‘Çi dibe bila bibe em ê îdeolojiya Rêber Apo bi jiyanî bikin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di ser Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber APO pêk hat 25 sal derbas bûn. Gerîlayên HPG’ê di salvegera komployê de axivîn û diyar kirin ku komplo negihiştiye armanca xwe. Gerîlayan diyar kirin ku hêzên desthilatdar ên ku difikirîn wê bi komployê gelê Kurd biqedînin xwe xapandine û gotin Tevgera Azadiyê ya Kurd di pozîsyoneke gelekî xurt de ye.

Nirxên gerîlayên HPG’ê yên têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê wiha ne:

Gerîlayê HPG’ê Diyar Mardîn: Di serî de ez bi hezkirin Rêber Apo silav dikim. Ez hemû şehîdên me yên ku di Pêvajoya Komploya Navneteweyî de bi çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” li dora Rêber Apo çember ava kirin û di vê armancê de canê xwe feda kirin, bi rêzdarî bi bîr tînim. Divê hêzên komploger û dewletên ku di vê komployê de cih girtine baş bizanibin ku; Dê her tim fedaiyên ku bedena xwe li dora Rêber Apo bikin çemberek ji agir hebin û nehêlin ku komplo bigihêje armanca xwe ya sereke. Îro jî xeta fedaî ya van şehîdên leheng li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome. Ev heqîqeta me ye, rastiya me ye. Bêguman ev komplo bi qasî îdeolojîk bû, bi armanca wêrankirin û pêşî lêgirtina azadiya gelê Kurdistanê, hêzên dagirker ji dîrokê ve li hev kiribûn. Weke ku tê zanîn erka cerdevaniyê dabûn dewleta Tirk.

Dema Rêber Apo anîn Îmraliyê CPT jî hebû. Ji ber vê jî tu bendewariya me nîne ku hiqûqa Ewropayê, CPT û saziyên din bikeve dewrê. Ji ber ku berê bi hev re komplo pêş xistin. Em tenê girêdayî fikir û îdeolojiya Rêber Apo ne. Hêviya me fikir û îdeolojiya Rêber Apo, gelê me, gelê me yê azadîxwaz û sosyalîst e. Bi hêz û piştgiriya gelê xwe em ê vê komployê pûç bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Em li ser vî esasî şer dimeşînin. Ji xeynî vê bendewariya me ji kesî nîne. Em ê tu carî dev ji vê îdeolojiyê, vê dozê bernedin. Em ê her tim tirsê di dilê komplogeran de çêbikin. Çi dibe bila bibe em ê îdeolojiya Rêber Apo bi jiyanî bikin û Kurdistanê bi azadî tacîdar bikin.”

Gerîlayê HPG’ê Metîn Garzan: Ez hemû şehîdên me yên ku ji bo pêşîgirtina li serketina Komploya Navneteweyî bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me Tarî Bikin’ bedena xwe dan ber agir, bi hezkirin û minetdarî bi bîr tînim û li ber bîranînên wan bejna xwe ditewînim. Weke ku tê zanîn destpêka Komploya Navneteweyî ya ku hêzên emperyalîst di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd cih girtin di 9’ê Cotmeha 1998’an de bû. Bi milyonan Kurd di serî de jin û ciwan li çar aliyên Kurdistanê piştgirî dan Rêber Apo. Em deyndarê Rêber Apo ne. Ji ber ku beriya Rêber Apo wekî gelê Kurd tiştekî me nemabû. Nasname û hebûna me dihat înkarkirin. Lê belê têkoşîna ku Rêber Apo beriya 50 sal daye destpêkirin îro di Şoreşa Rojava de derketiye holê, ji Arjantînê heta Japonyayê bi milyonan kes Rêbertî nas dikin û fikrên wî esas digirin.

Îro li gelek qadên Kurdistanê bi taybetî li Zap, Behdînan, Avaşîn, Metîna têkoşînek bê hempa tê meşandin. Dijmin bi hemû rêbazên xwe yên qirêj êrîşî gelê Kurd dike, li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar tîne, lê tevî vê jî nikare berxwedana gerîla bişkîne. Ji ber ku em hêza xwe ji felsefe, îdeolojî û berxwedana Rêber Apo digirin. Gerîla wê ti carî li hemberî dijmin çok neşkîne. Weke gerîlayên HPG’ê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”

Gerîlayê HPG’ê Rêzan Amed: Fikr û felsefeya Rêber Apo gelê Kurd rakir ser piyan. Têkoşîna gelê Kurd a li dijî zilmê hê jî didome. Ji ber vê bêyî Rêber Apo ji bo me jiyan nabe. Hêzên serdest ên ku ji bo Kurdistan û Rojhilata Navîn planên wan hebûn, bi Komployeke Navneteweyî Rêbertî girtin. Ji ber ku dijmin fikir û felsefeya Rêber Apo li pêşiya pêkanîna van planan asteng dît. Dema ku Rêbertî bi komployê dîl girtin, fikirîn ku wê gelê Kurd û gerîla rawestînin û têkoşîna wan têk bibin. Lê wisa nebû. Rêbertî di girtîgehê de jî berxwedana xwe domand û têkoşîna gerîla û gelê Kurd berdewam kir. Gerîla û gelê Kurd hîn xurtir bûn. Gelê Kurd ti carî hêviya xwe winda nekir. Ev hêvî encama keda Rêber Apo ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên enternasyonalîst êrîşên li dijî Rojava şermezar kirin

Nivîsa Pêş

HPG’ê çalakiyên 9’ê Cotmehê lidar xistin: 8 dagirker hatin cezakirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG’ê çalakiyên 9’ê Cotmehê lidar xistin: 8 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê çalakiyên 9’ê Cotmehê lidar xistin: 8 dagirker hatin cezakirin

DOSYA: PDK partiya dagirkirina Kurdistanê ye! – VI

DOSYA: PDK partiya dagirkirina Kurdistanê ye! - VI

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.