Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Xwendekaran: “Ev civîn gelekî girîng e ji bo em xwe bi rêvebibin”

Edîtor: Nucan Serdoz
29/09/2023 - 21:59
di nav Çalakî, Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava, Xwendekarên
Reading Time: 6 mins read
A A
Xwendekaran: “Ev civîn gelekî girîng e ji bo em xwe bi rêvebibin”
ParvekeTweet

HESEKÊ – Îro bi dehan endamên xwendekar ên Tevgera Xwendekaran ya Bakur û Rojhilatê Surî ji bo pirsgirêkên rexistinbûyinê û nîqaşkirina çareseriyê dest bi civînekê kirin. Di nav mijarên ku hatin kirin de çawaniya birêxistinkirina tevgerê, erkên xwendekaran ên di nava Şoreşê de, pirsgirêkên li zanîngehan û çareseriya van pirsgirêkan, xebatên di sala dawî de û xalên wê yên erênî û cihê ku herî lawaz bû û perspektîfa ji bo xebatê ji niha û pê ve.

Ajansa me bi ciwanên di civîne de axivî, û wan diyar kirin ku hedefe wan ew e ku rexistinkirine xwe kûr bikin û di nav civaka de jî belav bikin.

Ez Rûken, ji Rojhilatê Kurdistanê me. Ev civîn ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tê çêkirin, gelek xwendekar hatin kom kirin. Wekî bêjim, ji Kobanê, ji Efrînê, ji Rimêlan, Qamişlo, ev şagirt hatin komkirin li ser esasê ji bo çareserîya û pisgirêkên dibistan yên xwendêkarê zaningehan de. Wekî ku bêjim dewleta tirk dixwazê wan zihnetîyê şagirtan, dixwazê wan têkbibê ji alîya xwendinê, nexwînin, ku ji dûrî çanda xwe bikevin. Wek bi riya, mesele dewletê tirk ajanên wan madeyên hişberîyan derbasî zaningeha dikin, dixwazin xwendekar dev ji xwendinê xwe berdin. Ser wê esasî ev civîn ser gelek beşan hat vekirin. Mijar wekî bêjim mijarên ku pirsgirêkên di dibistana de çêdibin yan ku di zaningehan de çêdibin, hatin çareserkirin, peşniyarkirin yan jî plana xwe hatin dayîn kirin. Bangawazîya min ji bo şagirtan jî heger şagirt bikaribin xwendina xwe berdewam bikin, li ser riya çanda xwe bimeşin û bi zimanê xwe bixwînin wekî ku her kes zimanê xwe dixwînin wekî bêjim mafê kurdan jî heye bi zimanê xwe bixwînin. Ez bangawazîya xwe bi wê dikim.

 

Navê min Xweşdîn e, ez şagirtê Zanîngeha Şerq im. Ez beşa hasûb û ixtîsaş bermece dixwînim. Ev jî îro li Heseke, civîna me ya Tevgera Xwendekaran a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat li dar xistin. Ev civîna me ya duyemîn e. Ev civîna şagirtên me ya dibistanan, ya zanîngehan ya Rojhilatê Sûriyê ye. Ya duyemîn jî girîngîya vê civînê. Ev civîn gelekî girîng e ji bo em xwe bi rêvebibin, em xwe bi tenzîm kirin li hemberî vê tevgerî. Çawa vî xwe derbas kin ji bo rojên di pêşerojê de em xwe ji wî re hezir bikin bi awayekî baş û hin ji bo xwendekaran jî em bi awayekî baş wan bi rêvebibin ber bi rastîyê ve û ber bi fikirê serokatî hin baştir wan bidin nas kirin û hin çalakîyên din werin kirin, mesele, hin çalakî wek, ser tiştên wek madeyên hişbir deng kirin, yan wek tenzîfê paqij kirin û hin ji bo xwendinê, xwendinê wan hîn ji wan re baştir bidin nas kirin, bi awayekî hîn baş ji wan, ev tiştan ji wan re guncav bikin, bi awayekî baş ji wan re bidin nasîn. Ya dawî jî bangawazîya min ji bo hemû xwendekaran me yên di Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de ku xwendina xwe bikin û dev ji hemû ev tiştên derve berdin. Rast e, gelek tişt tên gotin û kes mesele itirafî û gelek tiştên wilo tên gotin. Bes bila ev tiştên wana bandor nekin. Eger îro em bi xwe, xwe bi rê ve nebir, û bi xwe bawer nekir û negot xwendina min e, zimana min e, ku te nexwend. Erê, rast, xwendin gistî bixwîne bes dema ku te bi zimanê xwe yê dayîkê te nexwend, te bi zimanê xwe yê dayîkê te piştre nebir, ew qasî tu bikî boş e. Lazim e însan vegere zimana xwe ya dayîkê û ji bo xwendina xwe ya dayîkê pêşbixe û zimanê xwe yê dayîkê bixwîne.

 

Navê min Arîn Helawî ye, ez xwendekara wêjeyê kurdî, dixwînim li Zanîngeha Qamişlo. Îro civîn ji bo xwendekaran hat li dar xistin, ew jî ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê. Hedefê me jî, armancê me jî ji vê civînê, wek xwendekar xwe ji nû ve xwe rêxistin kirin di nav zanîngehan de yan jî di nav dibistanan de. Armanc ew e, rêxistinkirina hemû ciwanan. Çi ereb be, çi kurd be, çi tirkmen be, çi çerkes be, hemû netewan di xwendekaran de bi cih bigirin û bi xwe wekî xwe, xwe rêxistinkirin, ew armanc bû. Tabî ji vê jî xwe baş derbas bû hem di vê civînê de, hevalên ereb jî hebûn, tevlîbûn, hem ji zanîngeha Helebê jî tevlîbûn, hem jî ya Şehba, ya Qamişlo, ya Rimêlan, yanî ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, hemû xwendekaran di zanîngehan de, di dibistanan de cih digirin, tevlîbûn û beşdarîya wan, xwestekê wan jî ji bo rêxistinkirina vê tevgerê yan jî vê ciwanan, baş bû. Em jî bi hêvî ne. Em bangawazî dikin ji bo hemû xwendekaran ku xwe baş bi rêxistin bikin ji bo ku, rêjîm yan jî dewleta tirk herî zêde êrîşkirina ser xwendekaran dikin ji ber ku dizanin armanc û rêxistinkirina vê civakê, hêvî vê civakê, vê xwendekaran in. Ji bona wê, hemû xwendekar di vê rêxistinkirinê de xwe baş rêxistin kirin û bi cih bigirin, em di vê hêvî de ne.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Leşkerên Tirk li ser sînorê Dirbêsiyê-Bakur ciwanek kuşt

Nivîsa Pêş

Yekitiya Jinên Ciwan a Herema Efrin Şehit Sara û Ruken bibiranin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekitiya Jinên Ciwan a Herema Efrin Şehit Sara û Ruken bibiranin

Yekitiya Jinên Ciwan a Herema Efrin Şehit Sara û Ruken bibiranin

ROJEVA 23’Ê ILONÊ 2023’YAN

ROJEVA 29’Ê ILONÊ 2023’YAN

Manşet

  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.