Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Azbay: Dewleta Tirk dest ji polîtîkayên şer bernade

Edîtor: Nucan Serdoz
20/08/2023 - 13:00
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Azbay: Dewleta Tirk dest ji polîtîkayên şer bernade
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Ji Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk Ogûzhan Azbay li ser polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk ku bi taybetî li Kurdistanê li ser ciwanan dimeşîne, ji ANF’ê re axivî.

Azbay ragihand ku dewleta Tirk ti carî dest ji polîtîkayên asîmîlasyon û komkujiyê bernedaye û got, “Lê belê bi taybetî vê dema dawî polîtîkayên şerê taybet girantir kiriye. Li her taxeke Kurdistanê bikaranîna madeyên hişbirinê zêde kiriye. Ciwan ji aliyekî ve li hemberî xizaniyê li ber xwe didin, li aliyê din jî bi narkotîkê re rû bi rû dimînin. Dewleta Tirk hewl dide welê li ciwanan bike ku nikaribin bifikirin û nikaribin pêşengiyê ji civaka xwe re bikin. Ji ber ku ciwanê nikaribe bifikire û naay xwe ji asîmîlasyonê tune be, li ber sîstemê jî ranabe. Her ciwanê ku zane çavkaniya xizaniyê çi ye, her ciwanê ku xwedî hişmendiya neteweyî ye, li ber sîstemê radibe. Bi rêya madeyê narkotîkê dixwazin mejiyê ciwanan desteser bikin.

Dixwazin welê li ciwanan bikin ku nikaribin biaxivin, nikaribin hilberînin û nikaribin îtiraz bikin. Ji ber ku dewleta Tirk ewqasî giranî daniye ser bikaranîna narkotîkê, temenê bikaranîna narkotiyê daketiye 11 salî. Ev yek tabloyeke metirsîdar e.

Her wiha li Kurdistanê di bin navê cihên civakî de li kafe û parkan fûhûşt ê kirin, firotin têne kirin. Jiyaneke dûrî nirxên çandî, li dijî nirxên gelê Kurd û Kurdistanê li jin ên ciwan tê ferzkirin. Me di dema nêz de dît ku nêzîkatiya leşker, polîs û cerdevanan a li jin ên ciwan ên li Kurdistanê fûhûş û zexta xwekuştinê ye. Leşkerên li herêmê têne wezîfedarkirin ji firotina narkotîkê heta bi bûyerên destavêtin û destdirêjiya li jinan weke berpirsyarên gelek bûyeran di raya giştî de têne dîtin. Bi destê leşker û polîsan destdirêjî li jinan tê kirin, kiryar jî mîna Mûsa Orhan ê ku dest avêt Îpek Er û piştre kir ku xwe bikuje, ji xwe bawer in ku wê neyên darizandin û van sûcan dikin. Destavêtina cerdevanan a li Fîrdevs Babat, windakirina Gulistan Dokû bi hevkariya dewlet-emniyetê mînakên êrîşên fîzîkî û şerê taybet e. Li Kurdistanê rewş bi vî rengî ye. Di rewşeke wiha de divê têkoşîna şoreşgerî kêm nebe.”

‘DIVÊ PÊŞÎ LI GEMARÎKIRINA MEJÎ BÊ GIRTIN’

Azbay diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet herî zêde li hemberî ciwanan tê kirin, lê belê divê ev yek weke pirsgirêka ciwanan bi tenê neyê dîtin û got, “Ciwan wê bi erk û berpirsyariya xwe rabin, mîsyona xwe bi cih bînin, lê belê civak bi temamî divê haya xwe ji van polîtîkayên şerê taybet hebe. Divê her tiştên dewleta Tirk baş binirxîne û pêşî li gemarîkirina mejî bigirin. Di vê çarçoveyê de em dixebitin. Li her qada jiyanê bi malbatan, ciwanan û jinan re em li hev kom dibin û hewl didin hişyarîbûnê bixin nava civakê. Xeta berxwedanê di çarçoveya rêxistinbûnê de dinirxînin.”

Azbay anî ziman ku kampanya wan a bi navê ‘Berxwedana bi heybet a li hemberî şerê taybet’ wê heta dawiya meha Gulanê dewam bike û got, “Ji roja ku kampanya me destpê kiriye û vir ve şahî, pîknîk û atolye têne lidarxistin. di van çalakiyan hemûyan de rojeva me nirxandina rêbazên şerê taybet û têkoşîna li hemberî vî şerî ye. Nîqaşên me yên navxweyî jî bi vî rengî ne. Bêyî navberê bidin karê me wê dewam bike. Tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal em ê li dijî şerê taybet têbikoşin.”

‘TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ DIVÊ BÊ XURTKIRIN’

Di dawiya axaftina xwe de Azbay bang li ciwanan hemûyan kir ku li nava Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk xwe bi rêxistin bikin û got, “Her kes pê zane ku ev desthilatdarî ji bo parastina desethilatdariya xwe her gavê wê êrîşî gelê Kurd bike. Em bang li ciwanan hemûyan dikin ên ku li ber van êrîşan radibin. Bêkarî, bêparhiştina ji paşerojê, bêhêvîtî û kaos ji bo me ciwanan qeder nîne. Li her qadê divê em têkoşînê mezin bikin. Em bang li ciwanan hemûyan dikin ku li nava Meclîsên Ciwanan ên Partiya Çepên Kesk de xwe bi rêxistin bikin û daxwazên xwe yên mafdar bi ser bixînin, ji bo vê jî têkoşîna rêxistinbûyî bilind bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li bajarê Helepê xwendekaran navendeke bi navê Şehîd Vejîn Jiyan vekirin

Nivîsa Pêş

‘Çi ji destê me were em ê ji bo Serokê xwe bikin’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
‘Çi ji destê me were em ê ji bo Serokê xwe bikin’

'Çi ji destê me were em ê ji bo Serokê xwe bikin'

Li Wanê xebatên ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet’

Li Wanê xebatên ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet’

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.