Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Di konferansa Beyrûtê de ji bo azadiya Rêberê Gelan bang kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
19/08/2023 - 20:13
di nav Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojhilata Navin
Reading Time: 4 mins read
A A
Di konferansa Beyrûtê de ji bo azadiya Rêberê Gelan bang kirin
ParvekeTweet

BEIRUT – Konferansa jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ku bi dirûşma “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” bi sernavê “Ezmûnen jinên Kurd ji bo rizgarbûna ji qeyrana herêmê” li peytexta Lubnanê Beyrûdê hat lidarxistin, di roja duyem de berdewam dike. Konferans ji aliyê Komeleya Jîn a Jinan, Komeleya Newroz a civakî û Însiyatîfa Nû ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye organîzekirin.  Ji Tûnis, Urdun, Iraq, Lubnan, Sûdan, Tirkiye, Filistîn, Misir, Sûriye û Îranê her wiha ji Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 80 delegeyên nûnerên saziyên jinan beşdarî konferansê bûn.

Di panela yekem de jinan der li ser mijara “Encamên destwerdanên pergala serdest a gerdûnî ya li ser jinan li herêmê di sedsala 21’ê de” nirxandin kirin û di panela duyem de jî behsa “Ezmûna jinên ji bo rizgariya ji qeyrana heremê” kirin.

Di panela sêyem a konferansê de ku moderatoriya wê nivîskar û endama Însiyatîfa Nun ji bo azadiya Ocalan ji Urdunê Emel El Kurdî ve hat birêvebirin de jinan der barê “Nêrîna hevriyê jinan ronakbîr Abdullah Ocalan a der barê rêwîtiya azadiya jinan de” goftûgo kirin.

Endama Navenda Jineolojiyê û mamosteya ji Rojavayê Kurdistan Rojyan Hesên axivî û wiha got: “Birêz Abdullah Ocalan li ser rêbaza azadiya jinan mijarek pêşkêş kir û diyar kir ku yek ji wan mînakên ku birêz Rêber Ocalan behs dike, parastina cewherî ye, parastina cewherî parastina ji hemû cureyên tunebûn û êrîşan e. Jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di çarçoveya Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê de xwe li ser bingeha parastina cewherî bi rêxistin kirine. Ev hêz jî ne tenê hêzeke leşkerî ye, hêza parastina çandî, hunerî, siyaset û hemû qadên jiyanî bi taybetî ji bo jinan e.”

‘CPT AGAHIYÊN RAST DER BARÊ RÊBERÊ GELÊ KURD DE NADE’

Parêzera ji Bakurê Kurdistanê Rengîn Ergul jî behsa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êşkenceya dewleta Tirk a li girtîgehan dide meşandin kir. Rengîn Ergul destnîşan kir ku pergalek tund li Tirkiyeyê tê meşandin, bi taybetî li girtîgeha Îmraliyê 29 meh in tecrîdeke girankirî tê meşandin û bi tu awayî destûr nayê dayîn malbat û parêzer hevdîtin pêkbînin û got: “Doza birêz Ocalan doza azadî û demokrasiya gelan e lê belê tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Ji du salan zêdetir e bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Dewleta Tirk bi vê tecrîda girankirî zagonên xwe û yên navneteweyî binpê dike û CPT jî agahiyên rast li ser rewşa birêz Ocalan eşkere nake.”

‘YEKITIYA JINAN BERSIVA HERÎ BAŞ E’

Berdevka Însiyatîfa Nun ji bo azadiya Ocalan a ji Lubanê Sewse Şûman der barê şikandina tecrîdê de, behsa riya têkoşînê ji bo şikandina sîstema îşkenceya li Îmraliyê kir û got: “Yekitiya jinan dibe bersiva herî baş, ji ber tecrîd û îşkenceya li girtîgeha Îmraliyê, êrîş û tecrîda li ser gel û bi taybetî li ser jinan e. Ji ber Rêber Ocalan azadiya civakê di azadiya jinê de dibîne.”

Însiyatîfa Nun a ji bo azadiya Ocalan ku însiyatîfeke jinan e ji bo têkoşîn û yekitiya li dijî tecrîda li Îmraliyê sînevizyonek hat nîşandan.

Di rûniştina dawî de li ser plansaziyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîqaş hatin kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Bi hevkariya MÎT û Parastinê hevrêyê me Çiya şehîd bû

Nivîsa Pêş

ROJEVA 20’Ê TEBAXÊ 2023’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 17’Ê TEBAXÊ 2023’YAN

ROJEVA 20’Ê TEBAXÊ 2023’YAN

Gera Ciwanan a Parîsê bi dawî dibe

Gera Ciwanan a Parîsê bi dawî dibe

Manşet

  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne
  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.