Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di çalakiyeke efsanewî de gihîştin hev

Edîtor: Nucan Serdoz
11/07/2023 - 10:31
di nav Analîz, Biranîna Şehîdan, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê di çalakiyeke efsanewî de gihîştin hev
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN – Siyasetmedar-nivîskarê Kurd Fûat Kav bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji ANF’ê re axivî.

Fûat Kav bi bîr xist ku kadroyên pêşeng ên tevgera PKK’ê ku wê li Rojhilata Navîn di asta gelekî girîng de bi rolê rabûna, li zindana Amedê dîlgirtî bûn û got, “Piştî ku dîl hatin girtin, siyaseta îtirafkirinê, teslîmwergirtinê û şikandina îradeya wan dihate meşandin. Eger ev siyaset bi ser ketibûya, têkbirina PKK’ê li Girtîgeha Amedê wê derbeke mezin li şoreşa Kurdistanê, li şoreşa Rojhilata Navîn bihata xistin. Lewma hem Girtîgeha Amedê xwedî roleke gelekî girîng bû, ji aliyê şoreşê û dijberiya şoreşê, hem jî pêşketin û mezinbûna tevgera PKK’ê xwedî rol û mîsyoneke girîng bû. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, îradeya li wê derê bihata nîşandan an jî şikestina îradeyê wê bandorek li şoreşê yan jî dij bi şoreşê bikira. Lewma berxwedana li wê derê hate nîşandan hem berxwedana Şoreşa Kurdistanê bû, hem jî dihat wateya berxwedaneke şoreşê ya dema pêş a li Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê xwedî rol û mîsyoneke girîng bû.”

Fûat Kav bi bîr xist ku beriya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiyên gelekî mezin hatibûn kirin û got, “Çalakiya hevalê Mazlûm Dogan, çalakiya wî ya di asta fedaî de, piştre jî çalakiya Çaran a şewitandina bedena xwe hem bandoreke mezin li dijmin kiribû, hem jî nîşan dabû ku PKK tê çi wateyê, kadroyên PKK’ê têne çi wateyê, xwedî sekn û îradeyeke çawa ne. Her wiha ji aliyê bandora li ser girtiyan jî xwedî roleke girîng bû. Lê belê herdu çalakî, yanî çalakiya Mazlûm Dogan û çalakiya Çaran ji aliyê bidawîkirina kiryarên li Girtîgeha Amedê têrker nebû bû. Bandoreke girîng kiribû. Pirsên girîng xistibû mejiyê dijmin. Helwest, berxwedêriya PKK’ê û kadroyên wê nîşan dabû. Lê belê di têkoşîna dijî teslîmiyet û xiyanetê de ji aliyê encamwergirtinê ve têrker nebû bû. Ji ber vê jî pêwîstî bi çalakiyên nû hebû, bi helwestên nû, bi sekneke serbilind a cuda ya li dijî rejîma 12’ê Îlonê hebû. Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi vî rengî bû.”

Siyasetmedar Fûat Kav anî ziman ku çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiyeke derengmayî bû û bi bîr xist ku çalakî wê berê bihata destpêkirin, lê belê ji ber ku heyeta dadgehê mafê axaftinê nedida pêşengê çalakiyê Mehmet Hayrî Dûrmûş, dikir nedikirin nikarîbûn çalakiyê bidin destpêkirin.

Fûat Kav got, “Lê belê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de heyeta dadgehê careke din mafê axaftinê neda hevalê Hayrî Dûrmûş. Hevalê Hayrî jî bi israr mafê axaftinê xwest û diyar kir ku wê daxuyaniyên gelekî girîng bide, ev daxuyanî wê rêveçûna dadgehê diyar bike, wê rêveçûna girtîgehê diyar bike, wê rêveçûna tevgerê diyar bike. Li ser vê bingehê heyeta dadgehê neçar ma ku mafê axaftinê bide hevalê Hayrî Dûrmûş. Piştre jî hevalê Hayrî Dûrmûş daxuyanî da, qala armanca polîtîkaya êşkenceyê ya li girtîgehê, wateya rejîma 12’ê Îlonê, rola PKK’ê kir û anî ziman ku di şert û mercên heyî de li pêşiya pêkanîna parastina siyasî astengiyên gelekî cidî hene. Her wiha bal kişand ser zexta îtirafkariyê, hewldanên reşkirina PKK’ê û destnîşan kir ku li dijî van kiryaran û pê ve ew ji îro û pê ve dest bi rojiya mirinê dike.”

Fûat Kav anî ziman ku piştre Kemal Pîr û hevalekî din li dadgehê tevlî çalakiya Hayrî Dûrmûş bûn û got, “Beşdarî rojiya mirinê bûn. Piştre heval hating irtîgehê. Ez wê demê li dadgehê nebûm. Tevî hevalê Akîf  Yilmaz em bi hev re li heman hucreyê bûn. Piştî ku agahî gihîşt me, di encama nîqaşa bi heval re em jî tevlî bûn.

Yanî piştî du rojan hevalê Akîf jî tevlî rojiya mirinê bû. Bi vî rengî hevalê Hayrî Dûrmûş piştî ku xistin hucreya li girtîgehê wiha gotibû: Me bi ser xist, me bi ser xist. Me bi şeş kesan bi ser xist.

Yanî li dadgehê wê demê şeş kesan dest bi rojiya mirinê kiribûn. Piştî du rojan jî li girtîgehê du heval tevlî bûn û hejmara çalakgeran bû heyşt kes. Bêguman piştre tevlîbûn çêbû, mezin bû. Bi vî rengî Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê destpê kir.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Qamişlo êrîşên Li dijî Rêber Apo Şermezar kirin

Nivîsa Pêş

Kalkan: Êdî ti qanûn nikare pergala Îmraliyê bidomîne

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kalkan: Êdî ti qanûn nikare pergala Îmraliyê bidomîne

Kalkan: Êdî ti qanûn nikare pergala Îmraliyê bidomîne

Bi hezaran kesî li Şehbayê li dijî gefên li ser Jîyana Rêber Apo meşiyan

Bi hezaran kesî li Şehbayê li dijî gefên li ser Jîyana Rêber Apo meşiyan

Manşet

  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.