Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Çalakiya hevala Zîlan nîşaneya herî mezin a xwedîderketina li rastiya Rêbertî ye

Edîtor: Nucan Serdoz
29/06/2023 - 18:09
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: Çalakiya hevala Zîlan nîşaneya herî mezin a xwedîderketina li rastiya Rêbertî ye
ParvekeTweet

BEHDINAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan, ku 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Em, hevala Zîlan ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiyeke mezin lidar xist û navê xwe li dîrokê nivîsand, di şexsê wê de jî şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi rêz û minetdariyeke mezin bi bîr tînin, soza dilsoziyê û serketinê ya ku me dane şehîdan careke din dubare dikin. Hevrê Zîlan bi jiyan, sekn, meş û çalakiya xwe li Kurdistanê bû sembolek, xetek, rêbazek û tevlî karwanê nemiran bû. Ne tenê li Kurdistanê û ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê û têkoşîna azadiyê ya gerdûnî ya mirovahiyê xwedî cih û girîngiyeke mezin e.

BÎRANÎNA ZÎLAN BI MEŞA LI SER XETA WÊ DIBE

Gelekî zehmet e ku bi gotinê rastiya Zîlan bi her awayî û wateya wê bê vegotin. Ji xwe Zîlan ne bi gotinê lê bi çalakiyê xwe îfade kir. Xwe bi çalakiyê îfade kir û bi vî rengî bû xwedî jiyan û rastiyeke rasteqîn. Dema ku çalakiya xwe ya dîrokê pêk anî, diyar kir ku ew gelekî hez ji jiyanê dike, dilsoza jiyanê ye û çalakiya xwe jî ji bo vê dike. Ev sekn û kûrahî tenê bi meşa li ser xeta azadiyê dikare bê fêhmkirin û bicihanîn. Lewma fêhmkirina Zîlan, hevrêtiya bi Zîlan re tenê bi meşa li ser xeta wê dibe.

Rêber Apo got, Zîlan fermandar e, em jî şervanên li ser xeta wê ne û her carê destnîşan kir ku divê hevala Zîlan û çalakiya wê baş bê fêhmkirin, ew bi xwe jî hewl dide vê yekê hîn bêhtir fêhm bike û hêjayî wê be. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku em niha di nav de ne, desthilatdariya AKP-MHP’ê hewl dide Kurdan qir bike, modernîteya kapîtalîst bi girankirina qirkirina jin, civak û xwezayê hewl dide serweriya xwe dewam bike; ji bo vê jî bi kûrkirina qirkirina jinê hewl dide serweriya xwe dewam bike; li dijî vê yekê jî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê gel, jin û bindest hemû di nava berxwedanê de ne. Ji her demê bêhtir pêwîstî pê heye ku di pêvajoyeke bi vî rengî de rastiya Zîlan bê fêhmkirin û kûrbûn di nava vê rastiyê de bê kirin. Ji ber ku Zîlan nav û îfadeya wê yekê ye ku xwe bi temamî bide azadiyê û di nava şert û mercên herî giran de jî serketî be. Ji ber vê yekê her milîtanek, her Kurdek, her jinek, li her devera cîhanê her kesên ku di nava lêgerîn û têkoşîna azadiyê de ne divê rastiya Zîlan fêhm bikin û xwe di nav vê rastiyê de kûr bikin.

ZÎLAN GIHÎŞTINA RÊBAZA FEDAÎ YA APOYÎ LI ASTA HERÎ BILIND E

Çalakiya hevala Zîlan nîşaneya herî mezin a xwedîderketina li rastiya Rêbertî ye ku pîvanên azadiyê afirandiye û wê diparêze. Ji xwe ya ku rastiya Zîlan derxiste holê jî ev sekin û fikir e. Di demekê de ku dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo îmhakirina Rêber Apo kete nava liv û tevgerê û êrîşên îmhayê dikir, hevrê Zîlan çalakiyeke mezin a dîrokî pêk anî û raxist pêş çavan ku dilsoziya bi afirîner û parêzvanê pîvanên mirovahiyê, dilsoziya bi Rêber Apo re divê çawa be. Zîlan bi vê çalakiya xwe derbeke mezin li sîstem û mejiyê dijminê mirovahiyê, qetlîamkar, mêtinger û qirker xist, azadî xurt kir û bû mînaka herî esîl a hevrêtiyê. Rêbaz û çalakiya hevrê Zîlan di heman demê de nîşaneya ast û rêbaza nû ya li ser xeta fedaîtiyê ye ku têkoşîna me ji xwe re dike esas. Ev yek di rêbaza fedaîtî ya Apoyî de digihêje asta herî bilind. Bêguman Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê vê rêbazê ji xwe re dikin esas, bi vê rêbaza fedaî li dijî dijminê faşîst li ber xwe didin û ji bo parastin û azadiya Kurdistanê şer dikin. Gerîla îro li Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê, Botan, Amed, Dersim, Serhed û li her deverên din ku lê ne, bi rêbaza Zîlan li ber xwe didin, dijîn û şer dikin.

ZÎLAN HEVRÊTIYA BI RÊBER APO RE YE

Bêguman ji bo Zîlan bê fêhmkirin, hestên wê bêne jiyîn divê hesreta wê bi cih bê anîn û li ser xeta wê bê meşandin. Zîlan beriya her tiştî fêhmkirina rastiya Rêber Apo ye ku ji bo gelê Kurdistanê afirînerê nirxan hemûyan e, îfadeya dilsoziya bi Rêber Apo û hevrêtiya pê re ye. Lewma ji bo me fêhmkirina rastiya Zîlan û meşa li ser xeta wê tê wateya kûrbûna hîn bêhtir a li ser rastiya Rêber Apo. Di salvegera 27’an a şehadeta wê de em hevrê Zîlan û di şexsê wê de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di serî de gelê me, em bang li her kesî dikin ên ku baweriya xwe bi pîvan û nirxên azadiyê tînin, ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo helwesteke hîn xurt nîşan bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kampa Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” bi dawî bû

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan Helebê: “Em ê Cejn bi ruhê wê yê civakî pîroz bikin”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan Helebê: “Em ê Cejn bi ruhê wê yê civakî pîroz bikin”

Jinên Ciwan Helebê: "Em ê Cejn bi ruhê wê yê civakî pîroz bikin"

ROJEVA 23’Ê HEZIRANÊ 2023’YAN

ROJEVA 29'Ê HEZIRANÊ 2023’YAN

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.