Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

‘Gerîlayên Azadiyê li ser şopa Zîlan dimeşin’

Edîtor: Nucan Serdoz
29/06/2023 - 11:13
di nav Biranîna Şehîdan, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
‘Gerîlayên Azadiyê li ser şopa Zîlan dimeşin’
ParvekeTweet

BEHDINAN – Gerîlaya YJA Starê Sara Ereb di salvegera 27’an a şehadeta wê de Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî.

Sara Ereb bi bîr xist ku Zîlan Kurdeke Elewî ya ji Dersimê bû, li Meletiyê dima û got, “Şehît Zîlan sala 1993’an tevgera azadiyê nas kir. Dema ku tevgera azadiyê nas kir, girêdanbûna wê bi Rêber Apo re çêbû. Li ser vê esasê sala 1995’an tevlî tevgera azadiyê bû. Di nava refên gerîla de cih girt. Hevala Zîlan kadroyeke salekê bû, tevî ku ji aliyê fîzîkî ve zehmetî dikişand jî ji aliyê ruhî ve, ji aliyê bîrdozî û rêxistinî ve, jia liyê hevaletiyê ve timî pêşengî kir. Sala 1996’an bi komployeke navneteweyî xwestin sûîqestê li Rêber Apo bikin û di şexsê Rêber Apo de xwestin tevgera azadiyê tasfiye bikin. Hevala Zîlan ferq kir li ser Rêbertî û li ser tevgera azadiyê xeteriyek mezin heye. Hevala Zîlan ji bo ku ji Rêber Apo û ji felsefe û bîrdoziya Rêber Apo bandor bibû tevlî tevgerê bibû, van nezîkatiyên ku li hemberî Rêber Apo û tevgera azadiyê dihatin ferz kirin qebûl nekir. Weke endameke tevgera azadiyê biryara çalakiya canbexşane da.”

Gerîlaya YJA Starê Sara Ereb bal kişand ser rêbaza fedaî ya çalakiya Zîlan û got, “Zîlan bi çalakiya xwe temsîla xeta jin a azad kir. Nîşan da ku ti hêz nikare nêzî Rêber Apo bibe, ti hêz nikare nêzî tevgera azadiyê bibe. Di vê serdemê de şerê ku li qadên Zap, Metîna, Avaşîn û bi giştî li Kurdistanê diqewime bi ruhê Zîlanan dimeşe. Piştî çalakiya hevala Zîlan Rêbertî got: ‘Zîlan fermandara min e, ez şervanekî di bin fermana wê de me’. Kesayetiya hevala Zîlan bû temsîliyeta xeta jin a azad, bû xeta jin a azad a afrîner.”

Gerîla Sara Ereb dawiya axaftina xwe de bangawazî li jinên cîhanê kir û got, “Em a niha wek hevalên jin hevalên Ereb û Kurd bi yekîtiyê li ser xeta Zîlanin. Hevala Zîlan fermandar û pêşenga me ye, em bi ruhê Zîlanan têdikoşin. Piştî şehadeta hevala Zîlan di nava gelê Kurd û gelê Ereban de keçên ku tên dinê û jinên ku tevlî tevgera azadiyê dibin navê Zîlan radikin. Li ser vê esasê em wek jinên Kurd, Ereb û tevahî jinên cîhanê bibin yek dest, li ser şopa fermandar Zîlan bimeşin û bibin şagirtê wê. Bi wesîleya vê rojê ez hemû hevalên li tunelên şer û çeperan li ber xwe didin, li çiya û bajaran têdikoşin silav dikim û hurmetê xwe dişînim. Ji hemû hevalan re serketin dixwazim.”

WEÎL HELEB: EM BI RUHÊ ZÎLANAN LI BER XWE DIDIN

Gerîlayê HPG’ê Weîl Heleb jî bi vî rengî axivî: “Em di şexsê Şehîd Zîlan de hemû şehîdên şoreşê, ji şehîdê destpêkê heta yê dawî hemû hevalên şehîd bi bîr tînin, bejna xwe li hember wan ditewînin. Em bi ruhê Zîlanan li ber xwe didin. Ew çalakiyên ku heval pêk tînin, bi rêbaza hevala Zîlan e. Hevala Zîlan dema çalakî kir, bersiveke xurt da. Xwestin sûîqestekê li hemberî Serokatî pêk bîne li Şamê. Şehîd Zîlan li Dersimê li nava tabûrê Tirkan weke jineke ku salek di nava rêxistinê de bû, bi baweriyeke pir mezin çalakiyeke mezin kir. Nîşan da ku kes nikare bikeve navbera me û Serokatî. Pêşenga me ye. Em jî niha li Zap, Metîna, Heftanîn, Avaşîn em li ser vê xetê li ber xwe didin. Heta niha xeta fedaîtî dewam dike. Em bi ruhê hevala Zîlan bersivê didin dagirkeran. Em Kurd, Ereb, Asûr, Suryan em bi vî ruhî li ber xwe didin û heta dawiyê li dijî dagirkeran şer dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo bîranîna şehîd Serhed Qamişlo

Nivîsa Pêş

Karasû: ‘Sîstema Îmraliyê ne bi tenê Kurdan, hêzên demokratîk hemûyan dike hedef’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Karasû: ‘Sîstema Îmraliyê ne bi tenê Kurdan, hêzên demokratîk hemûyan dike hedef’

Karasû: 'Sîstema Îmraliyê ne bi tenê Kurdan, hêzên demokratîk hemûyan dike hedef'

Kampa Jinên Ciwan di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” bi dawî bû

Kampa Jinên Ciwan di bin dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî" bi dawî bû

Manşet

  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.