Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

YRK’ê bang li Îranê kir ku li gorî ‘agirbestê tevbigere’

Edîtor: Nucan Serdoz
19/06/2023 - 11:31
di nav Analîz, Daxuyanî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojhilat
Reading Time: 5 mins read
A A
YRK’ê bang li Îranê kir ku li gorî ‘agirbestê tevbigere’
ParvekeTweet

BEHDINAN – Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger têkildarî êrîşên dewleta Tirk û Îranê ji ANF’ê re axivî. Şevger diyar kir ku êrîşên li ser gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bê navber didome û got”Îran, Tirkiye û Iraqê li hev kirine ku tevgerên azadiyê yên Kurdan çekê berdin.”

Yek ji fermandarên YRK’ê Şevger, diyar kir ku Îran û Tirkiyeyê biryar dane ku li dijî PJAK’ê têbikoşin. Şevger got “Ji bo ku îstîxbarata Îranê agahiyên derbarê PJAK’ê bide dewleta Tirk û hêzên dewleta Tirk jî di çarçoveya van agahiyan de êrîşan pêk bînin, lihevkirinek hatiye kirin. Helwesta me ya li hember vê rewşê diyar e; ger tevgereke ku îdiaya têkoşîna şoreşgerî dike dev ji têkoşîna çekdarî berde, ev ji bo wê tê wateya mirinê. Di vê sedsala ku em tê de dijîn de heke ne xwediyê hêza leşkerî û parastinê be, bi îrade û hêza xwe ya xweser nikaribe civakê biparêze, wê tu wateya têkoşîna şoreşgerî jî tunebe.”

LI ROJHILAT TEVGERA HEWAYÎ ZÊDE BÛ

Fermandarê YRK’ê Şevger bal kişand ser vê yekê ku li qadên Rojhilat tevgera hewayî zêde bûye û got “Balafirên keşfê her roj li ser herêmên me digerin, agahiyên ku tên berhevkirin bi rêya PDK û Îranê ji dewleta Tirk re tê şandin û piştre jî êrîşî me dikin. Lê belê dewleta Tirk û Îranê di van êrîşan de ti encam bi dest nexistin û li hemberî tevgera me ya Apoyî têk diçin.

Şevger da zanîn ku li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat êrîşên dijwar û mezin tên kirin û got, “Em bi cesaret û baweriyeke mezin li hemberî van êrîşên dijwar li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin.”

Şevger serhildanên par li Rojhilat û Îranê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ pêk hatin û li cîhanê deng veda, bi bîr xist. Şevger got “Gelê me bi gelên Belûç, Azerî, Fars û Ereb re li dijî zilm û zordestiya rejîmê têkoşîneke hevpar da meşandin. Di têkoşîna ku gelê me bi fikir û felsefeya Rêber Apo de cih girt, gelek berdêl hatin dayîn.”

EM LI GORÎ AGIRBESTÊ TEVDIGERIN DIVÊ DEWLETA ÎRANÊ JÎ WISA TEVBIGERE

Şevger, anî ziman ku di çarçoveya agirbestê de tevgeriyane û got “Em li gorî agirbestê tevdigerin, divê dewleta Îranê jî wisa tevbigere. Em ji bo welat, gelê xwe û gelên bindest têdikoşin û hêzeke parastinê ne. Em alîgirê diyalog û çareseriyê ne, em ne alîgirê şer in. Lê heke êrîşî gelê me were kirin, em ê bersiva vî tiştî bidin.”

Şevger, bang li dewleta Îranê jî kir ku ‘nekevin fêl û xefikên dewleta Tirk’, diyar kir ku hêzên dewleta Îranê di demên dawî de êrîşî Merîwanê kirine û wiha got: “Her wiha li Kosalanê jî hin êrîş pêk hatin. niyeta wan heye ku li ser çend girên li wir bi cih bibin. Lê divê ji bîr nekin; Em gerîla ne û li her derê Kurdistanê ne. Li gorî wan ger ku hin gir û deran bistînin, gerîla êdî nikare li wir bimîne.Stendina wan giran şaşiyeke , divê dewleta Îranê ya faşîst û mêtinger agirbestê ji xwe re neke firsend. A niha hevalên me xwe digirin ku êrîş nekin.”

JI QADÊN GERÎLA DÛR BISEKININ

Yek ji fermandarên YRK’ê Şevger diyar kir ku, di demên dawî de polîtîkayeke qirêj ketiye meriyetê û hewl tê dayîn hin rastî werin berevajîkirin û bal kişand ser van mijaran: “Wiha dibêjin; ‘Li dijî dewleta Îranê şer nekin’. Em jî hewl didin pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Lê hin hêzên herêmî bi meşandina siyaseteke qirêj hewl didin gel li hemberî me sar bikin. Ji ber vê yekê divê gelê me li hemberî vê siyasetê hişyar û hesas be.”

Şevger da zanîn ku, divê gelê Kurd li dijî cihên ku dijmin lê dixwaze bi cih bibe helwesta xwe nîşan bide û bikeve nava tevgerê û bang li hêzên paramîlîter ên Besîç ên dewleta Îranê û hêzên hevkar ên herêmê kir û got, “Ji qadên gerîla dûr bisekinin, zirarê nedin têkoşîna azadiyê û nekevin pey gerîlayan.”

ŞEHÎD ERDAL AMED SEMBOLA BERXWEDANÊ BÛ

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger, gerîlayê azadiyê Erdal Amed (Hesen Mihemedî) ê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a bi balafirên bê mirov ên li Çiyayê Asos ê li bejahiya gundê Gelale de di 4’ê Hezîrana 2023’yan de şehîd bibû, bi bîr anî. Şevger bi bîr xist ku Erdal Amed di sala 2013’an de ji Merîwanê tevlî tevgera azadiyê bû û wiha dewam kir:

“Hevrê Erdal ku berê welatparêzekî Kurd bû, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve dîl hat girtin û tevî êşkenceyên giran, peyvek jî negot û piştî ku hat berdan tevlî refên PJAK’ê bû. Hevrê Erdal sembola berxwedanê ya li dijî faşîzmê bû. Em soz didin ku ji bo bîranîna wî em ê têkoşînê mezin bikin. Ciwanên Merîwanî ji bo parastina vê mîrateya têkoşînê divê li ser şopa wî bimeşin û çeka wî li erdê nehêlin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komxebata Derbaskirina Zayendperestîya Civakî wê werê lidarxistin

Nivîsa Pêş

Li Metîna û Xakurkê çalakiyên gerîla

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Metîna û Xakurkê çalakiyên gerîla

Li Metîna û Xakurkê çalakiyên gerîla

Jinên Ciwan li Şengalê kampa Jîneolojî vekir

Jinên Ciwan li Şengalê kampa Jîneolojî vekir

Manşet

  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.