Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Bayik: Divê gelê me dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/05/2023 - 10:00
di nav Analîz, Bakur, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 12 mins read
A A
Bayik: Divê gelê me dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk
ParvekeTweet

BEHDINAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, têkildarî hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pirsên ANF’ê bersivand.

Bayik diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê xebatên xwe yên hilbijartinê li ser esasê dijminatiya gelan dimeşîne, hêzên hikûmetê yên ku dizanin heta şer neqewime ew ê bi ser nekevin, wê hemû derfetên xwe winda bikin û werin darizandin. Bayik, da zanîn ku AKP-MHP bi hemû hêza xwe şerê qirêj dimeşîne û got, “Îdia dikin ku PKK’ê pêvajoya muzakereyên bi Rêbertiyê re xera kiriye, PKK’ê zirar daye gelê Kurd. Van çîrokan her roj di televîzyonên xwe de, di rojnameyên xwe de dibêjin. Dixwazin bi vî awayî gel bixapînin dîsa bibin desthilatdar. Hewl didin şovenîzm û faşîzmê xurt bikin. Ji ber vê yekê mirovan dikujin, digirin, derewan dikin, çi ji destê wan tê dikin. Weke ku tê zanîn di rojên dawî de gelek parêzer, rojnamevan, hunermend û siyasetmedar hatin girtin. Bi vî awayî peyamek dan. Beriya her tiştî ev peyam dane gelê Kurd. Yanî armanca wan şikandina vîna gelê kurd e. Dîsa di şexsê gelê Kurd de bi şikandina vîna gelên Tirkiyeyê û hêzên demokratîk dixwazin her kesî bitirsînin. Armanca wan ew e ku her kes xwe vekişîne û ew jî bi ser bikevin. Lê dîtin ku kes xwe venakişîne, bi cesaret zêdetir pêş ve diçin. Ya rast ev e. Hem gelê Kurd hem jî hêzên demokrasî û azadiyê bi cesaret û biryardarî li dijî êrîşan têdikoşin.”

Hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:

Li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek nîqaş tên kirin. Lê tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan hê jî didome. Li ser van nîqaş û tecrîdê hûn dixwazin çi bibêjin?

Nîqaşên li ser Rêber Apo ji exlaq û wijdan bêpar in. Rêber Apo rêberê gelê Kurd û mirovahiyê ye. Yên ku li ser Rêber Apo nîqaşan dikin, divê vê yekê li ber çavan bigirin û bi vî rengî nîqaşan bikin. Ger vê yekê li ber çavan negirin û bi tena serê xwe nîqaşan bikin, ev nayê qebûlkirin. Divê her kes vê bizane. Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de ye. Hem wê tecrîdeke bi vî rengî li ser Rêber Apo ferz bikin û hem jî bi vî rengî nîqaşan bikin. Ev neheqiyeke mezin e. Heke ew ê li ser Rêbertiyê nîqaşan bikin, divê ji Rêber Apo re jî derfetên nîqaşê ava bikin. Him van derfetan nadin û him jî ji bo Rêber Apo her tiştî dibêjin. Ji bo di hilbijartinê de bi ser bikevin vî tiştî dikin. Bi taybetî jî hikûmeta AKP-MHP’ê van nîqaşan pêş dixe. Dixwazin bandora Rêber Apo ya li ser gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasî û azadiyê, jin û ciwanan bişkînin. Bi vî awayî dixwazin di hilbijartinê de bi ser bikevin. Tiştekî ji vê xerabtir, bêexlaqtir, bêwijdantir tiştek tune. Yên van nîqaşan dikin bila bizanibin ku em vê rewşê qebûl nakin.

Bi van nîqaşan nikarin Rêber Apo lewaz û bêbandor bikin. Dibe ku hesabên ji bo şikandina bandora wê û bidestxistina encaman dikin, lê gelê me, gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasî û azadiyê, jin û ciwan rastiya Rêber Apo baş dizanin. Rêber Apo jiyana xwe xistiye xizmeta gelan û ji bo vê têdikoşe. Rêber Apo bi qasî ku li hemberî gelê Kurd xwe bipirsyar hîs dike, li hemberî gelên Tirkiyeyê û mirovahiyê jî xwe berpirsyar dibîne. Di nava şert û mercên gelekî dijwar de û di nava tecrîdeke mutleq de vê berpirsyariyê bi cih tîne. Dixwaze Tirkiye ji faşîzmê xilas bibe û demokratîk bibe. Ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn bi ziman, çand û baweriya xwe bi azadî bijîn, Rêber Apo têdikoşe. AKP-MHP naxwaze pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bibin. Çarenûsa xwe bi şer ve girêdaye û dixwaze bi şer hêza xwe biparêze. Ew dibin sedema wêranbûna bajaran. Sedema ku pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê çareser nebûye rejîma AKP-MHP’ê ye. Ji ber ku li dijî demokrasî û gel in. Kesê ku xizmetê ji wan re neke wekî dijmin dibînin. Dixwazin hemûyan ji holê rakin. Ji ber vê jî berê xwe didin ser şer, êşkence û girtinê.

Êdî nikarin kesî bixapînin. Berê dixapandin, dijminatiya Rêbertî dikirin, dijminatiya gelê Kurd, PKK’ê dikirin, dijminatiya Elewî û jinan dikirin. Bi vî awayî hinek dixapandin, lê îro bi her awayî rûyê wan yê rast derketiye holê. Nikarin veşêrin. Hîn jî dijminatiya xwe dikin ku veşêrin, lê bi vî awayî xwe tine dikin. Ger îro li Tirkiyeyê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê hatibe û li Tirkiyeyê hevsengiya siyasî hatiye guhertin, ev bi saya paradîgmaya Rêber Apo û têkoşîna wî pêk hatiye. Yên ku vê rastiyê nebînin wê di dawiyê de winda bikin. Lewma divê her kes bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibe. Niha gelê Kurd, dostên wan, kesên azadî û demokrasiyê dixwazin, jin û ciwan êdî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Û ew dixwazin ev tişt zû pêk were.. Dixwazin ev zilma li ser Rêbertiyê bi dawî bibe.

Divê êdî hêzên siyasî û saziyên hiqûqî yên navneteweyî alîkariya dewleta Tirk nekin. Divê qanûnên xwe bi cih bînin. Divê xizmeta demokrasiyê bikin. Divê li gorî qanûn û pîvanên ku behsa wan dikin tevbigerin. Helbet em fam dikin; Dewleta Tirk dewleteke endamê NATO’yê ye, lê divê ev hêz bi awayekî bêsînor alîkariya dewleta Tirk nekin. Divê daxwazên gelê Kurd û mirovahiyê bibihîzin û li gorî wê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Ji bo hilbijartinên li Bakur û Tirkiyeyê çend roj man. Di tevahî pêvajoya hilbijartinê de, nêzîkatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan we çawa dît? Li Bakur hîna di çarçoveya Rewşa Awarte de şerek tê meşandin. Sedemê vê çî ye?

Nêzîkatiya AKP-MHP’ê ya li hemberî gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û tevgerên sosyalîst her kes dizane. Çarenûs, desthilatdarî û pêşeroja xwe girêdayî dijminahiya li hemberî gelê Kurd, Rêber Apo, PKK’ê û hêzên demokrasî û azadiyê kiriye. Xebatên xwe yên hilbijartinê li ser vî bingehî dimeşînin. Hîn rasttir di bin navê hilbijartinê de şerê taybet dimeşînin. Ne tenê şerê taybet, şerê leşkerî jî dimeşînin. Weke ku tê zanîn me di dema erdhejê de nêzîkatiyek raber kir û me çalakiyên xwe rawestand. Lê rejîma AKP-MHP’ê ev biryara me ji bo weke firsend dît û êrîşên xwe yên leşkerî hîn zêdetir kir. Çekan hemûyan bi kar tîne. Li dijî Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurd bênavber şerekî taybet dimeşîne. Dîsa li dijî hêzên demokrasî û azadiyê, gelan, jinan û tevgerên sosyalîst jî şerekî qirêj dimeşîne. Dizanin ku bêyî şer nikarin hebûn û desthilatdariya xwe bidomînin. Wê têk biçin, wê derbeyek mezin bixwin, wê derfet hemû ji destê wan bê standin û heta dibe ku werin darizandin jî. Ji bo ku ev yek çênebin, bi hêza xwe hemûyê şerekî qirêj dimeşînin. Her roj dibêjin me berpirstarekî PKK’ê kuşt, hema bibêje her roj nûçeyên bi vî rengî didin. Biryargeha me ragihand ku ev nûçe hemû derew in. Biryargeha me di dema erdhejê de berpirsyariya xwe ya li hemberî gelan û mirovahiyê anî cih. Lê desthilatdariya AKP-MHP’ê şerê qirêj her roja ku diçe mezintir dike. Ji ber ku ti berpirsyariyê li hemberî gelan û mirovahiyê hîs nake. Difikirin ku her cihê çawa hîn zêdetir talan bikin. Têkildarî Rêber Apo û PKK’ê gelek daxuyaniyan didin. Îdîa dikin ku pêvajoya hevdîtinan PKK xerab kiriye, PKK’ê zirar daye gelê Kurd. Her roj di televîzyon û rojanameyên xwe de van çîrokan dibêjin. Dixwazin bi vî rengî gelan bixapînin û car din werin ser desthilatdariyê. Hewl didin ku şovenîzm û faşîzmê xurt bikin. Ji ber vê yekê mirovan qetil dikin, digirin, derewan dibêjin û çi ji destê wan tê dikin. Weke ku tê zanîn di rojên dawî de gelek parêzer, rojnamevan, hunermend û siyasetmedar girtin. Bi vî rengî peyamek dan. Di serî de jî ev peyam dan gelê Kurd. Yanî armanca wan ev e ku îradeya gelê Kurd bişikînin. Dîsa di şexsê gelê Kurd de dixwazin îradeya gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bişikînin û her kesî bitirsînin. Armanc dikin ku bi gav paş de avêtina her kesê, xwe bigihînin encamê. Lê dîtin ku ti kes gav paş de naavêje û bi rengekî hîn bi cesarettir ber bi pêş diçin. Ya rast ev e.

Gelê Kurd jî, hêzên demokrasî û azadiyê jî li dijî êrîşan bi rengekî hîn bi cesarettir û bi biryar têdikoşin. Desthilatdarî çi dike bila bike, wê encam negire. Her roj gef li ser gefan dixwin. Suleyman Soylû, Erdogan, Hûlûsî Akar, Bînalî Yildirim hemû gefan dixwin. Peyama eger hilbijartinê qezenc nekin wê qebûl nekin, didin. Yanî wê şer bikin. Peyama wê desthilatdariyê radest nekin, didin. Ev ji paşerojê û vir ve gefek e ku li hemberî gelan tê karanîn. Dihesibînin ku wê bi van gefan her kesê bitirsînin, gav paş de bi wan bidin avêtin û wê bi rengekî rehet bigihîjin encamê. Êdî li Tirkiyeyê gel hemû û hêzên demokrasiyê van taktîkan fêm dikin. Ji ber vê yekê divê li dijî gefên desthilatdariya AKP-MHP’ê hêzên demokrasiyê, hêzên sosyalîst, gelê Kurd bi rengekî hîn xurttir bersivê bidin. Divê bibînin ku gefê wan bi kêrî tiştekî nayê. Her kes divê bi rengekî hîn bi cesarettir û bi biryar, têbikoşe. Bi vî rengî wê dawiya deshilatdariyê were û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk bê.

MISILMANÊN RAST ZIRARA KU AKP’Ê DAYE ÎSLAMIYETÊ DIBÎNIN

AKP-MHP’ê ti tiş nemaye ku bide gelên Tirkiyeyê. Ew wê qet demokrasî û azadiyê neyînin. Wê jiyana gel xweş nekin. Armanca wan ew e ku wê çawa desthilatdariyê bidomînin, çawa welêt talan bikin û berîkên xwe çawa tîjî bikin. Tenê tişta difikirin ev e. Her kesî dît ku Tirkiye anîn çi rewşê. Eger gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê nexwazin Tirkiye hîn xerabtir bibe, nexwazin jiyana wan hîn xerabtir bibe, divê dawî li desthilatdariya AKP-MHP’ê bînin. Ev derfet ketiye destê wan. Divê vê derfetê baş binirxînin û rola xwe yê dîrokî bînin cih. AKP-MHP’ê bi bikaranîna Îslamê Misilmanan dixapîne, hemû qirêjiyên xwe bi vî rengî vedişêrin. Dibe ku heta demekê rûyê xwe yê rast bi vî rengî veşartin. Her kes di bin navê Îslamiyetê de dixapandin, lê êdî derket holê ku ti eleqeya wan bi ola Îslamê re nîn e. Zirarek mezin didin ola Îslamê û Misilmanan. Ji ber ku Îslamiyet zilmê qebûl nake, edalet, jiyana bi hev re û xwişk û biratiyê qebûl dike. Lê her tiştê ku evane bi navê Îslamiyetê pêk tînin, li dijî Îslamiyetê ye. Misilmanên rast vê yekê dibînin. Ji ber ku zilmek mezin didin jiyîn. Civakê parçe dike, li bera hev berdide, xwişk û biratiyê û jiyana bi hev re ji holê radike. Ne pêkan e ku Misilman vê yekê qebûl bikin. Ez bawer dikim ku Misilmanên rast wê di vê hilbijartinê de dersek mezin bidin rejîma AKP-MHP’ê. Banga min ji Misilmanan re ye; AKP-MHP’ê zirarek mezin da ola Îslamê û Misilmanan, hûnê heta kengê çavên xwe bigirin, hûnê heta kengê deng bidin van? AKP-MHP bi gotina ‘me ji bo we derfet ava kir, eger em desthilatdariyê winda bikin em ê van derfetan ji destê we bistînin’ Misilmanan ditirsîne, gefê lê dixwe. Bi vî rengî dixwazin ku her kes çavê xwe li hember tiştên tên kirin bigirin. Lê ez bawer dikim ku gelê me yê Misilman wê bibêje êdî bes e. Wê li ser navê Îslamiyetê hesab ji wan bipirsin.

Gelê Kurd, bi taybet hunermend divê bizanin ku AKP-MHP çiqas dijminê gelê Kurd û jinê ye, bi heman rengî dijminê hunermendan jî ye. Hunermendê Kurd Cîhan Aymaz li Stenbolê li dijî AKP’ê hin stran gotin. Yanî rexne kiriye, rastî anîne ziman. Faşîzma AKP-MHP’ê xwest ku ne van stranan stranek faşîst bibêje, lê ji ber ku wî jî qebûl nekir kêr lêxistin û avêtin nava deryayê û şehîd kirin. Bi vê wesîleyê ez Cîhan Aymaz bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Gelê Kurd, hêzên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, sosyalîst, hunermend û nivîskar divê xwedî li Cîhan Aymaz derbikevin. Xwedî li Cîhan derketin, xwedîderketina li xwe ye. Kesek ku xwedî li hunermendê xwe dernekeve, nikare xwedî li siberoja xwe jî derbikeve. Bi vê wesîleyê ez sersaxiyê ji malbata Cîhan Aymaz, gelê Kurd û hunermendan hemûyan re dixwazim.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji fermandarên HPG’ê Denîz: Em bi mîrateya Hakî Karer li ber xwe didin

Nivîsa Pêş

Li Kubayê cezayê muebetê dan du kesên ku jin kuştibûn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Kubayê cezayê muebetê dan du kesên ku jin kuştibûn

Li Kubayê cezayê muebetê dan du kesên ku jin kuştibûn

Li Qamişloyê bi deh hezaran kes ji bo Rêber Apo û Çepên Kesk hatin ba hev – NÛ DIBE

Li Qamişloyê bi deh hezaran kes ji bo Rêber Apo û Çepên Kesk hatin ba hev - NÛ DIBE

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.