Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPG’ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan Sozda Botan û Ciwana Oremar daxuyaniyek da

Edîtor: Nucan Serdoz
02/05/2023 - 13:49
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan Sozda Botan û Ciwana Oremar daxuyaniyek da
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan ya di 19’ê Tebaxa 2019’an de daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

“Di 19’ê Tebaxa 2020’î de li Qada Şehîdan a Geverê di encama qezayekê de bombeya hevrêyên me Sozda û Ciwana teqiya û şehîd bûn. Hevrêyên me Sozda û Ciwana di têkoşîna me ya azadiyê de bi tevlêbûna xwe ya kedkar û fedakar bi erk û wezîfeyên serdemê rabûn, ked dan û ji bo paşeroja azad a gelê me tê koşiyan. Şehadeta hevrêyên me Sozda û Ciwana ya ji ber kêmasiyekê, em hevrêyên wan gelekî êşandine. Ji ber şehadeta vê rewşa biêş em sersaxiyê didin malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Sozda Botan
Nav paşnav: Fûnda Koç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şeyrîba-Cengîz
Dem û cihê şehadetê: 19 Tebax, 2020, Gever

Nasnav: Ciwana Oremar
Nav paşnav: Fatma Çoruh
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Kithen-Enver
Dem û cihê şehadetê: 19 Tebax 2020, Gever

SOZDA BOTAN

Hevrêya me Sozda li navçeya Elbak a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hem ji ber ku li cihê lê bû qada kar a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye hem jî ji ber welatparêziya malbata wê, hevrêya me Sozda hîn biçûkanî partiya me nas kir. Her wiha ji ber ku xalê wê tevlî nava refên gerîla bûbû, bi bandoreke kûr a vê yekê kete nava hewldanan ji bo partiya me PKK’ê hîn baştir nas bike. Zextên giran û siyaseta qirkirinê ya dijmin a li ser gelê me, bû sedem ku weke jineke ciwan tevlî nava refên têkoşînê bibe û li ser vê bingehê beşdarî nava gerîla bû.

Hevrêya me Sozda li nava refên gerîla perwerdeya destpêkê li Metînayê wergirt û piştî demeke kurt hînî jiyana çiyê û gerîla bû. Bi daxwaz û kelecaneke mezin tevlî nava kar bû, her roj gerîlatî hîn bêhtir pejirand û hewl da bibe gerîlayeke şareza. Nêzî 3 salan li Metînayê tevlî kar bû, li vir hewl da timî xwe perwerde bike û di gerîlatiya serdema nû de xwe kûr bike. Her wiha li dijî êrîşên dijmin her tim xwest li eniya herî pêş be û ji bo vê jî israr kir. Ji bo karibe di rêbaza gerîlatiya serdema nû de bibe pispor, di asta akademiyê de beşdarî perwerdeyên leşkerî bû, bi serketî tevlî van perwerdeyan bû û di branşa xwe de bû gerîlayeke pispor. Piştî ku perwerdeya xwe qedand derbasî Zapê bû, li vê derê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kir. Beşdarî çalakiyên gerîla bû yên ku tirs xiste dilê leşkerên dijmin, bi kedkarî û fedakariya xwe li pêş bû. Piştî pratîka li Zapê derbasî herêma Geverê bû û heman pratîka xwe li vir jî dewam kir, di demekê de ku ji bo tevgera me qonaxeke girîng bû û dijmin bi hemû derfetên xwe êrîş dikir, weke gerîlayeke YJA Starê hewl da erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Li herêma Geverê ji ber kêmasiyekê di encama qezayekê de tevî hevrêya me Ciwana Oremar şehîd bû.

CIWANA OREMAR

Bajarê me Colemêrg ku her tim bi gelê me yê welatparêz ê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re hatiye ba hev û bi serhildanên xwe dertiye pêş, bûye yek ji navendên ku li Kurdistanê xeta xwe ya berxwedanê diyar kiriye. Xelkê me yê Colemêrg ê welaparêz bûye şopdarê meşa azadiyê ya Rêber Apo û tevî hemû êrîşên dermirovî yên mêtingeran, ji têkoşîna azadiyê gav paşde ne avêtiye. Hevrêya me Ciwana li Gever a Colemêrgê di nava malbatek me ya bi nirx de ku welatparêz û tevlîbûnên wê yên têkoşîna me hene, hatiye dinê û bi çanda berxwedanê ya eşîreta Oremariyê ku girêdanên civakî yên xurt lê hakim in, mezin bûye. Hevrêya me di temenekî zû de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike û weke jinek ciwan a Kurd li dijî êrîş û polîtîkayên îmha û înkarê yên dewleta Tirk biryara têkoşînê dide. Hevrêya me Ciwana ket wê zanebûnê ku pêşeroja azad a gelê me encex bi felsefeya Rêber Apo û berxwedana gerîla ku li çiyayên azad ên qedîm ên Kurdistanê têkoşînê dimeşînin, wê pêk bê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me ya ku tevlî nava refên gerîla bû, bi kesayeta xwe ya karker û dilnizm têkoşînek bi bandor meşandiye û bûye yek ji hevrêyên me yên ku di demek kurt de dertiye pêş. Hevrêya me ji civakek ku bingehê xwe yê xirab nebûyî diparast, dihat û ev yek bûye sedem ku bilez fêrî jiyana PKK’ê ya pîroz bibe. Hevrêya me bi kesayeta xwe ya kedkar ji aliyê hevrêyên xwe ve dihat hezkirin, bi perwerdekirina xwe ji xwe re esas girt ku di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe. Hevrêya me Ciwana li qada Qendîlê perwerdeya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê bi serkeftî qedand, piştre bi perwerdeyên pisporiyê xwe ji bo wezîfe û berpirsyariyên demê amade kiriye. Hevrêya me ji bo ku wezîfeyên şoreşê bi serkeftinek hêja biqedîne, bi hêza biryardarî û îradeyek mezin xebat meşandin û weke gerîlayek ciwan a YJA Starê ji xwe re esas girtiye ku pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike. Hevrêya me derbasî çiyayên Geverê bû ku lê jidayik bûye û mezin bûye û di refên berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeran de cihê xwe girt. Bûye xwedî tevlîbûnek diyar û kiriye armanc ku tempoya xwe bilind bike. Hevrêya me Ciwana ku ji ber qezayekê zû şehîd bû, ji bo ku gelê me bibe xwedî pêşerojek azad bi fedakarî xebitî ye.

Em soza xwe dubare dikin ku xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdên xwe yên pîroz bibin, li ser xeta Apoyî bimeşin û teqez doza azadiyê ya gelê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û bibin layiqê şehîdên xwe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li 9 taxên Nisêbînê qedexe hate ragihandin

Nivîsa Pêş

HPG: Artêşa Tirk a dagirker 28 caran êrîş kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Dagirkeran 34 caran êrîşî çeperên gerîlayên azadiyê kirin

HPG: Artêşa Tirk a dagirker 28 caran êrîş kir

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin

Parêzerên Rêber APO yê ji bo hevdîtînê serledan kir

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.