Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Çekên Kîmyewî

NPG: Di nava saleke de çeperên berxwedanê 3730 carî bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê salekê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji 14'ê Nîsana 2022'an heta 14'ê Nîsana 2023'an eşkere kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
14/04/2023 - 9:48
di nav Çekên Kîmyewî, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 7 mins read
A A
NPG’ê bîlançoya şerê sala 2019’an eşkere kir: 20 jê payebilind bi giştî 1220 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê salekê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji 14’ê Nîsana 2022’an heta 14’ê Nîsana 2023’an eşkere kir.

Daxuyaniya NPG’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Bîlançoya şerê salekê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê

Ji gelê me û raya giştî re!

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê piştî ku ji sala 2015’an û pê ve dît ku êdî ji aliyê siyasî ve têk çûye û nema dikare li ser desthilatdariyê bimîne, biryar li ser siyaseta şer da. Li ser vê bingehê di serî de gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û hemû beşên civakê yên li Tirkiyeyê yên ne alîgirê faşîzmê ne, bûne hedefa rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, êrîşên bêeman li hemberî wan hatin destpêkirin. Ev şerê ku bi êşkenceya psîkolojîk û tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ya li Îmraliyê destpê kir, gav bi gav li hemberî hemû beşên civakê hate meşandin. Lê belê rejîma faşîst çiqasî êrîş kiribe jî nekarî helwesta berxwedanê ya Rêber Apo, gelê Kurd, dostan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bişikîne û nekarî bigihêje armanca xwe.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê hemû hêza xwe komî ser hev kir û bi piştgiriya ji hêzên hegemonîk ên navneteweyî û xeta Kurd a hevkar a xwecihî, bi pêngaveke nû li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrîşek ji bo dagirkirinê kir. Li hemberî van êrîşan ku di 24’ê Nîsana 2021’ê de bi giranî li ser Avaşîn, Zap û Metînayê hatin kirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî li ber rabûn û nehiştin rejîma AKP-MHP’ê bigihêje armanca xwe. Rejîma faşîst xwest bi dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê re Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di asteke girîng de lawaz bike, di serî de Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi dagirkirina herêmên nû xwest sînorên Mîsakî Mîllî temam bike, bi serketina ji vê derê bidestxistî desthilatdariya xwe dewam bike. Lê belê di sala 2021’ê de nekarî vê bi ser bixîne. Rejîma şerê taybet a AKP-MHP’ê ji bo karibe rejîma şerê taybet di sala 2022’an de li ser bingeha heman konseptê bigihîne armancê, li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî jî bi kar anî û xwest plana xwe pêk bîne. Rejîma faşîst ji bo bêdengî li hemberî sûcên wê yên şer bê nîşandan ji Gladiyoya NATO’yê û hêzên xayin noker ên herêmî piştgiriyeke eşkere û veşartî wergirt. Li ser vê bingehê di 14’ê Nîsana 2022’an de bi êrîşên berfireh ên hewayî, di 17’ê Nîsana 2022’an de jî ji bejahî ve, her wiha bi danîna leşkeran ji hewayî ve li ser Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrîşeke dagirkeriyê kir. Ev êrîşa dagirkeriyê ku plan ew bû di nava çend hefteyan de encamê bi dest bixe, li ser bingeha konsepta bikaranîna çekên kîmyewî, bombeyên qedexekirî, teknîka şer a pêşketî û bombardûmana giran hate amadekirin. Lê belê gerîlayên azadiyê di sala 2022’an de bi ruh û îradeya fedaî ya Apoyî li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedaneke destanî kirin, li dijî êrîşên ku sûcê li dijî mirovahiyê û sûcê şer e, çeper û hebûna xwe parastin, pêşî li dagirkeriyê girtin û nehiştin bi ser bikevin. Di encama vê yekê de jî artêşa Tirk dawiya sala 2022’an neçar ma ku dest ji hin deveran berde û xwe vekişîne.

Ev pêvajoya şer û êrîşên li derveyî mirovahiyê, bi biryara Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî hatin destpêkirin, ji bo xatirê ku rejîma faşîst demeke din li ser desthilatdariyê bimîne. Di vî şerî de derfetên gelên Tirkiyeyê û dewletê hemû hatin seferberkirin. Rejîma faşîst li ser xwîna mirovan xwest berjewendiyên siyasî bi dest bixe, hewl da mayindebûna desthilatdariya xwe weke mayindebûna Tirkiyeyê nîşan bide û zext li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vî şerî. Lê belê siyaseta şerê qirêj a rejîma faşîst roj bi roj hîn bêhtir teşhîr bû, sûcên wê yên li dijî mirovahiyê hatin belgekirin û eşkere bû ku berpirsyarê wê rewşê ye ku Tirkiye ber bi felaketê ve dehf daye û gihandiye ber hilweşînê. Bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinê re hîn bêhtir şênber bû ku berpirsyar û kiryarên vî şerê taybet Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî, Hûlûsî Akar û Suleyman Soylû ku şefên şerê taybet in, di oxira ranta siyasî de ev şer dane destpêkirin, bi rijandina xwîna gerîla û leşkeran hewl dane desthilatdarî û berjewendiyên xwe misoger bikin, piştî ku bi ser neketin ketin derdê rizgarkirina xwe. Êdî her kes ji vê rejîma faşîst bêzar bûye û piştgiriya jê re jî gelekî kêm bûye.

259  GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Bêguman afirandina encameke bi vî rengî ya dîrokî, rawestandina êrîşên dagirkeriyê, berxwedana li hemberî êrîşên bêhejmar ên çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî ne hêsan bû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku bi ronahiya têgihiştinê ya felsefeya Apoyî bûne xwedî îradeyeke xurt û ruhê fedaî, li hemberî êrîşên ku di salên 2021 û 2022’an de hatin kirin li ser xeta lehengiyê li ber xwe dan. Bi destpêka zivistanê re artêşa Tirk êrîşên xwe hinekî kêm kiribin û neçar mabe xwe ji hin deveran vekişîne jî heta îro li rojhilat û rojavayê Zapê êrîş dewam dikin. Di pêvajoya şerê salekê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê 259 hevrêyên me şehîd bûn. 2833 dagirker hatin cezakirin, 387 jî birîndar bûn. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tank, obus û çekên giran bi deh hezaran carî hatin bombekirin, 4233 caran bi balafiran û 5628 caran jî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Çeperên me yên berxwedanê 3730 carî bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst sûcên gelekî giran ên li dijî mirovahiyê kir. Bîlançoya şerê salekê ku 14’ê Nîsana 2022’an destpê kir û tevî biryara tevgera me ya bêçalakîtiyê ya du mehên dawî jî hîn dewam dike, bi vî rengî ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK

Êrîşên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî: 3730

Êrîşên bi balafirên şer: 4233

Êrîşên bi helîkopteran: 5628

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 2833

Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 387“

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hebûna Çandî Bi Ziman Pêkan e

Nivîsa Pêş

Li Afganîstanê dibistana keçan hat şewtandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Afganîstanê dibistana keçan hat şewtandin

Li Afganîstanê dibistana keçan hat şewtandin

Dewleta dagirkera tirk careke din bi balafireke bêmirov erebeyek li Qamişlo êrîş kir

Dewleta dagirkera tirk careke din bi balafireke bêmirov erebeyek li Qamişlo êrîş kir

Manşet

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.