Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Sala 2022’an mohra xwe li dîroka azadiyê xist

Civîna asayî ya salane ya Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Komîteya Parastinê ya PKK'ê di navbera 20-27'ê Sibatê de pêk hat. Konseya Fermandariyê ya HPG'ê got, "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke yekane pîvana serketinê hatiye destnîşankirin."

Edîtor: Nucan Serdoz
07/04/2023 - 14:17
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Sala 2022’an mohra xwe li dîroka azadiyê xist
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Konseya Fermandariyê ya HPG’ê got, “Sala 2022’an di dîroka me de bû sala herî giran û berfireh a şer. Ji bo pratîka şer a sala 2022’an bi kûrahî bê nirxandin, taktîkên serketinê bi rengekî afirîner bêne destnîşankirin, kêmasî û pirsgirêkên di bicihanîna Şerê Gel ê Şoreşgerî de rû dane ji holê bêne rakirin û li ser bingeha vê perspektîfê plansaziya têkoşînê ya sala bê were diyarkirin, me civîna xwe ya Komîteya Parastinê ya PKK’ê û Konseya Fermandariyê ya HPG’ê ya asayî ya salane di navbera 20-27’ê Sibata 2023’an de bi beşdariya hejmareke têrker a endamên xwe yên Konseyê yên ji temsîliyeta fermandariyên sazî, eyalet, qad, sewq-îdareyê pêk anîn.”

Di dewama daxuyaniya Konseya Fermandariyê de wiha hate gotin:

“Civîna me di atmosfereke welê de pêk hat ku erdhejên 6’ê Sibatê yên Bazarcix û Elbistanê di rojevê de bûn, êşa gelê me ji kûrahî ve dihate hîskirin. Rojeveke civîna me jî nirxandina vê erdhejê bû. Mîna ku tê zanîn, tevgera me li gorî encamên giran ên erdhejê weke helwesteke exlaqî, mirovî û civakî biryara rawestandina çalakiyan di 10’ê Sibatê de ragihand. Em; HPG yekser tevlî vê biryarê bûn. Lê belê dewleta Tirk a ku dûrî hestên însanî ye, ev helwesta me ya exlaqî û hurmeta me ya li miriyên xwe, ji nedîtî ve hat û êrîşên xwe dewam kir. Lê belê ev helwesta me ya pîvanî ku di çarçoveya nêzîkatiya Rêberê me û Partiya me ya li gel û pîvanên me yên exlaqî hate wergirtin, hîn jî dewam dike. Bi navê pêkhateyên Civîna Konseya Fermandariyê em sersaxiyê ji malbatên xizmên xwe di erdhejê de winda kirine, ji tevahiya gelên Kurd, Tirk û Ereb re dixwazin, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk dikin ku piştevaniyê xurt û mezin bikin.

SALA 2022’AN MOHRA XWE LI DÎROKA AZADIYÊ XIST

Di demeke bi vî rengî de ku têkoşîna me ya azadiyê di pêvajoyeke dîrokî û stratejîk re derbas dibe, me civîna xwe lidar xist û sala têkoşînê ya 2022’an bi berfirehî nîqaş kir. Di vê pêvajoya girîng de ku saleke ji berxwedan û têkoşîneke mezin bû, li ser bingeha dersên ji vê pêvajoya girîng bê wergirtin, jiholêrakirina kêmasiyan zemînê wê yekê afirandiye ku perspektîfa me ya taktîkê ku rastiya wê di pratîkê de piştrast bûye bi rengê hîn afirîner û serketî bi cih were anîn. Xeta me ya taktîkî ku heta niha ji aliyê teorîk ve dihate îfadekirin, di sala 2022’an de bi pratîkê rastiya wê ispat bû. Li ser bingeha dersên ji sala 2022’an wergirtî, hêmanên pratîkî û perspektîfa serxistinê ya sala 2023’an zelal bûne. Civîna me ku bi bandora fedaiyên me yên azadiyê hevrê Sara û Rûken, şehîdên me yên Zap, Avaşîn, Metîna, Cûdî, Gabar, Besta, Dersim, Serhat, Garzan û Amedê û bi pêwîstiya pratîkeke ku hêjayî wan be hate lidarxistin, tespîta wê yekê kir ku sala 2022’an bi mînakên lehengiyê yên bêhempa û asta herî bilind a fedaîtiyê ya pratîka şer mohra xwe li dîroka azadiyê xistiye.

Civîna me ya Komîteya Parastinê ya PKK’ê û Konseya Fermandariyê ya HPG’ê destnîşan kir ku salên em tê de ne nabe ku ti carî weke salên ji rêzê bêne dîtin, salên krîtîk in ku weke awarte dikarin bêne pênasekirin. Bi taybetî pêvajoya şer a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat, hem ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hem jî ji bo têkoşînên azadiyê yên gelan û doktrîna şer a gerîla serdemeke nû da destpêkirin. Hate ispatkirin ku gerîlatiya modernîteya demokratîk bi Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî dema ku taktîkên şerê tunelan û tîmên bi tevger bi rengekî rast û bi bandor bi cih anîn, hingî qadên azad dikarin bêne parastin. Vê rewşê di nava hêzên me yên şervan û fermandaran de baweriya bi serketinê, baweriya bi xwe û biryardariya ji bo serketinê xurt kir. Lewma encamên li Herêmên Parastinê yên Medyayê derketin holê hem ji bo paşeroj û destketiyên gelê me hem jî ji bo gelên herêmê û hêzên dijberê sîstemê yên dixwazin li dijî hêzên hegemon li ber xwe bidin, encamên gelekî girîng bi xwe re anîn. Bi şênberî eşkere bû ku di sedsala 21’ê de gerîla çawa dikarin li hemberî teknolojiya modern a serdemê li ber xwe bidin, her wiha li dijî çekên qedexekirî çawa dikarin xaka azad biparêzin.

XWEPARASTIN DIVÊ LI HER DERÊ BÊ XURTKIRIN

Xusûsa ‘Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî divê bi rengekî giştî û yekbûyî bê meşandin’, yek ji wan mijaran bû ku di civîna me de herî zêde hate nirxandin. Şerê Gel ê Şoreşgerî di heman demê de tê wê wateyê ku pîvanên civaka exlaqî-polîtîk, mîna pêlekê ji bingehê ve li nava gel bê belavkirin. Lewma afirandina rastiya gel ê şerker wê konsepta qirkirinê ya dijmin têk bibe. Gelê me divê parastina xaka xwe ji bo xwe weke mijareke rûmet û hebûnê bibîne. Şerê ku îro tê kirin ne şerekî ji rêzê ye, şerê hebûn û azadiyê yê gelê me ye. Civîna me gihîşt wê encamê ku divê gelê me bi vê hişmendî û berpirsyariyê jiyana xwe bi rêxistin bike, li ku dibe bila bibe li hemberî rêbazên şerê psîkolojîk ên dijmin xweparastinê li her derê xurt bike.

AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ YEKANE PÎVANA SERKETINÊ YE

Ji bo azadiya gelê me em di pêvajoyeke welê de ne ku çarenûsê diyar dike. Civîna me bi nîqaşên kûr û berfireh ên 8 rojan, biryarên dîrokî û rojane wergirt ku ev biryar ji bo serxistina sala 2023’an gelekî girîng in. Civîna me di demeke welê de pêk hat ku Komploya Navneteweyî dikeve sala 25’an, rexnedayina hevrêtiya kêmmayî careke din kir, azadiya fîzîkî ya Rêbertî weke yekane pîvana serketinê destnîşan kir û biryar da ku li ser vê bingehê divê nêzîkatî li berpirsyariyan bê nîşandan.

Weke fermandar û şervanên HPG û YJA Starê, bi ruhê fedaî yê Apoyî yê şehîdên me yên nemir Sara Goyî, Rûken Zelal, Bager Gever, Avzem Çiya, Delîl Zagros, Mizgîn Ronahî, Cîger Malazgirt, Rûbar Rojhilat, Mawa Roj, Nûrî Yekta, Helbest Koçerîn, Baz Mordem, Dogan Jîrkî, Fedaî Kobanê, Têkoşer Êzidî, Karker, Rojda, Nalîn, Rahîme, Xebat, Zana, Evîndar, Aso, Harûn û Rojbînan, li ser rêya misogerkirina azadiya Rêber û gelê me, em ê bi daxwazeke mezin, bi îradeyeke xurt, bi baweriyeke têk naçe, bi îdîaya serketinê û biryardariyeke bilind em ê bimeşin. Di sala 2023’an de ji hevrêyên xwe, gelê xwe û hêzên demokratîk şoreşger re di têkoşîna azadiyê de serketinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 8’Ê NISANÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk a dagirker 41 caran êrîş kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk a dagirker 41 caran êrîş kir

Dewleta Tirk a dagirker 41 caran êrîş kir

‘Zayîna li ser xaka Xwedawendan’

‘Zayîna li ser xaka Xwedawendan’

Manşet

  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.