Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Girtiyên PKK û PAJK: Em li dijî faşîzmê têkoşîna xwe geştir bikin

Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya di peyama 4’ê Nîsanê de, wiha got: “Em ê bi berxwedana azadiyê ya mezin ku Rêber Apo li Îmraliyê li dijî tecrîda giran û îzolasyonê raber dike, li dijî faşîzmê têkoşîna xwe geştir bikin.”

Edîtor: Nucan Serdoz
03/04/2023 - 22:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Girtiyên PKK û PAJK: Em li dijî faşîzmê têkoşîna xwe geştir bikin
ParvekeTweet

 NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya bi boneya roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da.

Peyama girtiyan a 4’ê Nîsanê wiha ye:

“Rêbertiya me gelê Kurd ji mirinê rizgar kir, têkoşîna azadiya pêş xist, bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ji gelan re bû hêvî. Em rojbûna Rêbertiya xwe bi berxwedanên mezin pêşwazî dikin. Em dibêjin ku ev roja watedar, di serî de li Rêber Apo, gelê me û mirovahiyê hemûyê pîroz be.

Di pêvajoyek a ku hewldan dihat kirin ku gelê Kurd di dîrokê de nemîne, bi betonê were tunekirin de, Rêber Apo bi ked û fedakariyên mezin têkoşîna azadiyê da destpêkirin û gelek ku mehkûmî mirinê hatibû kirin ji nû ve zindî kir. Gelê me jî bi zanebûna vê zindîbûnê, bi Rêber Apo re tevlî meşa azadiyê bû. Ev meş ne tenê bûye azadî û rizgariya gelê me, bûye meşa azadiyê ya gelên cîhanê hemûyan. Roja rojbûna Rêber Apo li ser vî esasî, ne tenê rojbûna gelê me, bûye rojbûna mirovahiya berxwedêr hemûyê û bûye heqîqetek gerdûnî. Rêber Apo û PKK’ê ji ber ku heqîqetek bi vî awayî derxist holê, timî bûye hedef hêzên navneteweyî. Heqîqeta Rêber Apo û PKK’ê bi gelê Kurd re bû yek û vê yekê tirs û panîk di hêzên desthilatdar de çêkir. Gelê me ku pêşeroj û azadiya xwe di heqîqeta Rêber Apo e dît, li dijî komploya navneteweyî ne tenê li Kurdistanê li cîhanê hemûyê li ber xwe da, ne hiştiye ku komplo serbikeve û bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ev berxwedan gihandiye lûtkeya herî jor.

Rêber Apo hê di temenê zarokatiyê de li Amarayê di şexsê Gelê Kurd de rastiya civaka mirovatiyê bi analîzkirina malbat û derdorê xwe, derxist holê. Li ser vê rastiyê bi pêşxistina hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd re di nava pêvajoya dîrokî de veguheriye Têkoşîna Azadiyê. Şoreşa azadiyê ya ku li Rojava pêş ket, weke aliyê vê yê pratîkî di dîrokê de cih girt. Ev pêvajoya şoreşgerî ku bi pêşengiya jinan û paradîgmaya Rêbertiyê pêş ket, ji heremî heta gerdûnî bû hêviyeke mezin û hesreta siberoja azad a gelê me û hemû gelên din ên bindest hê bêtir kûrtir kir.

Ev têkoşîn bûye navê ji razberê derbasbûna ber bi şênberê. Şoreşa Jinê ya Rojava encama têgihiştin û zindîkirina heqîqeta Rêbertiyê ye. Fêmkirina Heqîqeta Rêbertiyê, di vê wateyê de meşa hebûnê ya ber bi azadiyê ye. Heqîqeta PKK û PAJK’ê ya ku Rêber Apo derxistiye holê, bi heqîqeta paradîgmatîk bûye gerdûnî û ji bo hemû gelên cîhanê û hemî çînên bindest veguheriye perspektîfa azadiyê.

Em girtiyên PKK û PAJK’ê bi pêngavên ‘Dem Dema Azadiyê’ û ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber Bi Şoreşa Jinê Ve’ rojbûna Rêbertiya xwe pêşwazî dikin. Biryardarî, cesaret û îradeya ku me ji pêşengên Berxwedana Mezin a 1982’an wergirtiye, rojbûna Rêberê xwe, rojbûna gelê xwe pîroz dikin. Bi berxwedana mezin a azadiyê ya Rêber Apo re li dijî tecrîda girankirî ya li Îmraliyê em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzmê hîn berfirehtir bikin û sala 2023’yan bikin sala azadiya Rêbertî. Em berxwedana gelê xwe ya bi rûmet û dostên xwe yên di vê pêvajoyê de bênavber silav dikin û bangên azadiyê yên li qadên Newrozê deng vedan silav dikin. Em bang li hemû derdorên demokratîk û di serî de gelê xwe dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe bi ruhê Newrozê têkoşînê berfireh bikin.

Tê zanîn ku çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê li hemberî Kurdistan, Tirkiye û tevahî mirovahiyê sûc kirine. Berxwedana gelê me û hevrêyên me yên hêja li hemberî van çeteyan, bi nirx e. Di demek nêz de ev pêkhateyên çete wê têk biçin.

Berxwedana bêhempa ya Rêber Apo, fedakarî û cesareta gerîla ya li Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybet li Herêmên Parastina Medyayê, çalakiyên encamgir ên milîsên HBDH-KBHD û şervanên YPS YPS-JIN ku li bajaran li hemberî dijmin pêk tînin, serhildanên ku li Tirkiye û cîhanê pêş dikevin û îradeya girtiyên şoreşger ên ku li zîndanan li ber xwe didin, mizgîniya têkçûna vê faşîzmê ne. Em Dayîka Uveyş ku heqîqeteke mîna Rêber Apo mezin kir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em di şexsê Mahsûn Karaoglan û Mûstafa Dag ên di meşa Amarayê ya sala 2019’an de hatin qetilkirin, hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi rêzdarî û minedtdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranînên wan bi Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad re tacîdar bikin.

Em girtiyên PKK û PAJK’ê rojbûna Rêbertiya xwe di serî de gelê xwe û li hemû mirovahiyê ku li ber xwe didin, pîroz dikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de agahîyên dawî parove kir

Nivîsa Pêş

Ciwanên Minbicê bi meşekê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkiri

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Minbicê bi meşekê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkiri

Ciwanên Minbicê bi meşekê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkiri

ROJEVA 1’Ê NISANÊ 2023’YAN

ROJEVA 4’Ê NISANÊ 2023’YAN

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.