Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

RAJIN’ê rojnamevan Nûjiyan Erhan bibîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
22/03/2023 - 12:10
di nav Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
RAJIN’ê rojnamevan Nûjiyan Erhan bibîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – RAJIN’ê bi daxuyaniyek nivîskî rojnamevan Nûjiyan Erhan bibîr anî û hate gotin; “Em ji sekna Nûjiyanan û têkoşîna wê fêrî vê helwestê bûn, em ê vê helwestê biparêzin. Bi hêvî û baweriya wê, têkoşîna jinan bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi ser bikeve em ê, di vê demê de têkoşîna heqîqetê ji her demê zêdetir bilind bikin.”

Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) ji ber salvegera 6’an a şehadeta rojnamevan Nûjiyan Erhan daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de Nûjiyan Erhan bi hezkirin, minet û rêzdarî hate bîranîn û hate gotin; “Di şexsê wê de şehîdên çapemeniya azad û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Em carekî din soz û girêdaniya xwe ya bi şehîdên azadiyê re tînin ziman. Ji bo rastî di tariyê de nemînin, wê têkoşîna me di şopa heqîqetê de bi helwesta Nûjiyanan dewam bike.”

Daxuyaniya RAJIN’ê wiha dewam kir:

“Di ragihandina azad a jinê de, hevrê Nûjiyan Erhan bû xwedî kedekî mezin. Li ser xeta Gurbeteliyan, Deniz Firat û Şîlanan têkoşîna xwe ya heqîqetê meşand. Bi du nasnameyan têkoşîna azadiyê meşand. Hem weke şoreşgereke jin a pêşeng hem weke rojnemevaneke jin ji bo azadiya jinê têkoşiya. Li ser hîmê bîrdoziya azadiya jinê, armanca xwe ya jiyanê mezin kir. Hevrê Nûjiyan, meşa şoreşgerî li ser bingeha pîvanên têkoşîna azadiya jinê bi pêş xist. Di meşa azadiyê de, ti carî ji bo xwe, astengî nekirin sedema ne bi serxistinê. Ev taybetmendiyên hevrê Nûjiyan her tim ew, di jiyanê de zindî dikir. Ji bo li qadên nû yên têkoşînê rêxistiniya ragihandina jinê bê avakirin di serî de li çiya û li Şengalê kedeke bêhempa da. Ked û fedekariya şopdara heqîqetê hevrê Nûjiyan, îro li ser pêşxistina xeta ragihandina azad a jinê bandoreke mezin kir.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna azadiya jinê di pêvajoyeke girîng de ye û hate gotin, “Li hemberî vê pergala kapîtalîst û desthilatdariya mêr êrîşên pir dijwar li jinan dikin. Li dijî van êrîşan têkoşîn û zihniyeta mêr-dewletê tehşîrkirin erka ragihandina azad a jinê ye. Çawa ku Gurbeteliyan û Nûjiyanan di demên herî zor de, bi têkoşîna azadiyê bersiv dan êrîşên qirkeriyê, di roja îro de jî ev erk û berpirsyarî ji me tê xwestin em pêk bînin. Hevrê Nûjiyan û hemû şehîdên çapemeniya azad ji bo ev têkoşîn bidome û were bi serxistin dev ji lêgerîna heqîqetê bernedan. Em wekî ragihandina azad a jinê îro li ser xeta wan têkoşînê dimeşînin.

Di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê dema êrîşî Şengalê kirin û li dijî jinê bi taybet û giştî civaka me ya Êzîdî ferman pêk anîn, hevrêya me Nûjiyan destpêkê berê xwe da Şengalê. Sê salan li Şengalê di eniya berxwedanê de cih girt. Şahidî ji hemû kêliyên bi êş ên gelê me yê Êzîdî re kir. Bi vê seknê cihekî xwe yê girîng di nav civaka Êzîdî û jinan de çêkir. Em dizanin şehadeta wê bandoreke mezin li ser civaka Êzîdî û bi taybetî jinan da çêkirin. Ew ê jinên Êzîdî her tim xwedî li bîranîna Nûjiyanan derbikevin û têkoşîna wê ji bo xwe bikin mînaka serfiraziyê.”

RAJIN’ê diyar kir ku li ser civaka Êzidî îro jî êrîş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê ve têne kirin û got, “Hevrê Nûjiyan di êrîşa PDK’ê ya 3’ê Adara 2017’an li ser Xanesora Şengalê giran birîndar bû, di 22’ê Adarê de şehîd bû. Şoreşgera hêja Nûjiyan ji ber ku, li hemberî xiyaneta PDK’ê sekinî û di raya giştî ya Kurd de tehşîra wê kir, ji aliyê PDK’ê ve bi zanebûn hat hedef kirin. Wê ti carî ev xiyaneta PDK’ê neyê ji bîr kirin. Em ê wekî ragihandina azad a jinê her tim, wekî Nûjiyanan li dijî hevkarî û xiyaneta PDK’ê rawestin. Di sala 2022’an de jî xiyaneta PDK’ê û hevkariya wê ya li gel dewleta Tirk li dijî Şengalê û gerîla sûcên mezin pêk anî. Bi taybetî PDK’ê dijminahiya herî mezin li dijî jinên Kurd ên li ber xwe dide dike. Lê em ê bi rêya ragihandina azad a jin, bi sekna Nûjiyanan li hemberî vê bê rûmetiyê bêdeng nemînin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Li ser vê bingehê em ê, têkoşîna Nûjiyanan û tevahî şehîdên çapemeniya azad a ji bo jiyaneke azad û wekhev bikin hîmê serketina karê xwe. Têkoşîna wan ji bo me wê bibe hêz, bawerî û ronahiya vegotina rastiyan. Çapemeniya azad wê ti carî li hemberî êrîş, zextan, girtin û hewlên bêdengkirinê, di têkoşînê gav paşde neavêjê li ber xwe bide. Em ji sekna Nûjiyanan û têkoşîna wê fêrî vê helwestê bûn, em ê vê helwestê biparêzin. Bi hêvî û baweriya wê, têkoşîna jinan bi felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ bi ser bikeve em ê, di vê demê de têkoşîna heqîqetê ji her demê zêdetir bilind bikin.

Em ê bi vê bîr û baweriyê xwedî li bîranîna Nûjiyanan û tevahî şehîdên çapemeniya azad derkevin. Em careke din hevrê Nûjiyan bi bîr tînin û soza me da ye şehîdan dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di Newrozê de şehîdên serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ hatin bibîr anîn

Nivîsa Pêş

Dewleta dagirker li Amedê zarokeke ya 14 salî işkence kir û ferz kir ku bibejê ‘Ez Tirk im’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dewleta dagirker li Amedê zarokeke ya 14 salî işkence kir û ferz kir ku bibejê ‘Ez Tirk im’

Dewleta dagirker li Amedê zarokeke ya 14 salî işkence kir û ferz kir ku bibejê 'Ez Tirk im'

Mazlûm Ebdî: Bila ciwanên me yên ereb û kurd tola wan Şehîdan rakin

Mazlûm Ebdî: Bila ciwanên me yên ereb û kurd tola wan Şehîdan rakin

Manşet

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.