Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Her Newroz destpêkeke nû ye

Selahattîn ERDEM

Edîtor: Nucan Serdoz
20/03/2023 - 13:03
di nav Analîz, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng
Reading Time: 7 mins read
A A
Her Newroz destpêkeke nû ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Kurd û bindest hemû di Newrozeke nû de ne. Jin coş û biryardariya 8’ê Adarê digihînin Newrozê. Ji bo Kurdan û bindestan Newroz destpêkeke nû ye. Ev Newroz ku wê ji bo faşîzma AKP-MHP’ê pêvajoya hilweşandina pratîkî bide destpêkirin, ji bo gelan û bindestan diayr e ku destpêkeke gelekî girîng e.

Du dirûşmên bingehîn ên vê Newrozê hene. Ya yekemîn, ‘Her der Newroz, her dem azadî’ ye. Bi rastî jî bi Rêber Apo û PKK’ê re her der bûye qada Newrozê û her kêlî jî veguheriye jiyana azad û têkoşîna ji bo azadiyê. Li ser vê bingehê Newroz hîn bêhtir bedew bûne û bûne xwedî wateyeke kûr. Ya din jî dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin’. Bi rastî jî agirê Newrozê sembola herî xurt a azadiyê ye.

Bi vê Newrozê re meşa azadiyê ya rêxistinbûyî ya Rêber Apo sala pênciyemîn temam dike. Em dikevin sala pêncîûyekemîn a Rêbertî. Bi rastî jî pîrozbahiyên li sala pênciyemîn tên, pêk tên. Me êşa kûr a erdhejê di 8’ê Adarê de veguherand hişmendî û çalakiyeke bi bandor a azadiyê. Em ê pêvajoya hilweşandina rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bidin destpêkirin.

Em wateya mezin û girîngiya Meşa Rêbertî ya bênavber a pêncî salî ji bo Kurdan û bindestan destnîşan bikin. Diyar e mînakeke bi heman rengî nîne. Ev meşa pêncî salî welê bi hêsanî nebû. Meşê li paytexta mêtingeriyê destpê kir, nîvê pêncî salî bi têkoşîna li hemberî komploya navneteweyî û li nava sîstema qirkirin û êşkenceyê ya Îmrailyê derbas bûn. Xweragirtina li pêvajoyeke welê ya zext û êrîşê bêguman karekî hêsan nîne. Bi gotina Rêber Apo, eger ne ji bo armancên bilind bûya, pêncî sal li aliyekî mirov nikare pêncî deqeyan jî îdare bike. Diyar e ku her tişt ji bo armanca azadiyê ya bilind bûye. û ev pêncî salên derbasbûyî gelek tişt tevlî meşa azadiyê ya Kurdan û mirovahiyê kiriye.

Eşkere ye ku sala 51’emîn a Newrozê wê bibe sala têkoşîna azadiyê û destketiyên herî bi wate yên dîrokê. Kurd û dostên wan wê li ser xeta Apoyî bi Newrozbûyînê bimeşin û têbikoşin. Wê rastiya Kurd a Newrozbûyî nîşanî tevahiya mirovahiyê bidin. Bi hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, wê azadiya Kurdan û Rojhilata Navîn a Demokratîk biafirîne. Newroz wê pêvajoyeke bi vî rengî ya pratîkî bide destpêkirin.

Ev kar bêguman wê hêsan û ji ber xwe ve nebe. Pêwîstî bi têkoşîneke mezin a rêxistinbûyî û bi plan heye. Têkoşîneke bi vî rengî wê bi pêşengiya gelê Kurd ê Newrozbûyî ji aliyê gel û jinên Tirkiyeyê ve bê meşandin. Wê rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku bûye belayê serê Tirkiyeyê û mirovahiyê têk bibin. Çawa ku faşîzma DAÎŞ’ê ya ku bûbû bela têk birin, wê faşîzma AKP-MHP’ê ya ku hevkarê DAÎŞ’ê ye, têk bibin. Bi vî rengî wê li ser bingeha azadiya Kurdan pêşî li Rojhilata Navîn a Demokratîk û mirovahiya azad vekin.

Dema ku em vê nivîsê dinivîsînin em ne di wê baweriyê de ne ku gelekî rewşê dinepixînin û faşîzma AKP-MHP’ê ji rastiya xwe mezintir nîşan didin. Bi taybetî bi şerê qirkirina Kurdan ê heyşt salên dawî vê tifaqê meşand re Tirkiye ber bi felaketê ve birin û em dibînin ku pêşî li demokratîkbûna li Rojhilata Navîn û bihara Ereban girtiye. Niha gel êşa vê yekê dikişînin. Şerê qirkirinê yê li Kurdistanê hemû pêşketinên demokratîk dixitimîne.

Tunekirina vê astengiyê, yanî têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê wê pêşî li pêşketinên demokratîk veke. Wê Kurdistanê ji dagirkerî û qirkirinê rizgar bike û biek keleha azadî û demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn. Wê Tirkiyeyê ji teror û zexta faşîst rizgar bike û bike pêşengê demokratîkbûna li Rojhilata Navîn. Wê li Rojhilata Navîn pêvajoya hilweşandina serweriya paşverû ya xwe dispêre siyaset û mejiyê serwer ê mêr bide destpêkirin. Bi vî rengî wê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêvajoya jiyana alternatîf a ji bo mirovahiyê bide destpêkirin.

Bêguman ne tenê Kurd pêwîstiya gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bi pêşketineke bi vî rengî heye. Bi taybetî pêwîstiya jinan pê heye ku beşa herî bindest e. Encamên erdheja li Rojavayê Kurdistanê û Çûkûrovayê nîşan da ku pêwîstiya xwezayê û hemû zindiyên li xwezayê bi vê yekê heye. Ji ber ku faşîzma netewe dewletê ku rûyê esasî yê sîstema modernîteya kapîtalîst e, veguheriye wê yekê ku gefê li hemû zindiyan bixwe. Wê demê divê mirovahî ji vê gefê bê rizgarkirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi azadiya jinê, bi civaka demokratîk ekolojîk heye.

Hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê wê pêşketineke bi vî rengî ya civakî biafirîne. Wê pêşî li her cûre pêşketinên demokratîk û şoreşger veke. Bêguman wê demokrasî û azadiyê yekser bi xwe re nîne, ku pêwîstiya gelan û bindestan pê heye. Lê belê bi têkşoîna her timî û rêxistinbûyî wê pêşî li her cûre destketiyên demokrasî û azadiyê veke. Pêşengên wê pêvajoyê û hêzên gel wê encamê diyar bikin. Eger têkoşîneke rast û her timî bidin destpêkirin hingî wê karibin xwe bigihînin hemû pêşketinên navborî.

Newroza 2635’an ji destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî re namzet e. Newroz ji xwe tê wateya destpêka nû. Di nava her şert û mercên giran de nîşaneya vejîn û berxwedanê ye. Roja têkoşîna hevpar û serketinê ya gelan e. Bi vê Newrozê re agirê têkoşîn û serketineke nû tê dadan. Ya mayî jî ji wê yekê re dimîne ku her rojê û her derê bikin Newroza rasteqîn. Ev jî ji xwe dirûşma bingehîn a Newrozê ye. Diyar e ku Newroza îsal meşeke nû ya serketinê dide destpêkirin.

Tu jî tevlî vê meşa serketinê bibe, dakeve qadên Newrozê!

Li ser vê bingehê em Newrozê li gelê Kurd û dostan pîroz dikin, di saleke nû ya Newrozê de em serketinên mezin hêvî dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan de şehîdên Newrozê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Newroz pîroz be!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

224 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan

Nivîsa Pêş

HPG: 1 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Xakurkê 28 dagirker hatin

HPG: 1 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin

HBDH: Ji bo têkbirina Dehaqan em bibin yek û ber bi azadiyê ve bimeşin

HBDH: Ji bo têkbirina Dehaqan em bibin yek û ber bi azadiyê ve bimeşin

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.