Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Qurbaniyên Komkujiya Qamişlo û Serhildana 12’ê Adarê hatin bibîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Qamişlo û Serhildana 12’ê Adarê li Qamişlo, Girê Spî û Kantona Şehbayê ji hêla bi hezaran kesan ve hatin bibîranîn. 

Edîtor: Nucan Serdoz
12/03/2023 - 20:21
di nav Biranîna Şehîdan, Ciwan, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
Qurbaniyên Komkujiya Qamişlo û Serhildana 12’ê Adarê hatin bibîranîn
ParvekeTweet
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi sedan şêniyên pêkhateyên kurd û ereb li Goristana Taxa Qidurbeg a Qamişloyê kom bûn û qurbaniyên Komkujiya Qamişlo û Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); di çalakiya bîranînê de endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê Hesne Remo axivî û qurbaniyên serhildanê bi bîr anî.
‘BI SAYA HEVGIRTINÊ PLANA REJÎMÊ TÊK ÇÛ’
Li ser armancên komploya ku di 2004’an de li dijî gelê kurd pêk hatiye jî Hesne Remo ev tişt anî ziman: “Rejîma Sûriyeyê hewl da fitneyeke mezin derxe û projeyên xwe li dijî gelê kurd pêk bîne. Lê bi saya yekitî, hevgirtin û ruhê serhildanê planên wê bi bin ketin. Li ser gorên şehîdên serhildanê îro hemû pêkhate di bin sîwana xwişk û biratiya gelan û neteweya demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan pêş kêş kiriye kom bûne. Em soz didin şehîdên xwe ku dê li ser şopa wan bin.”
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ FITNEYÊ BIDOME’
Piştre jî bi dehan şênî û malbatên şehîdan berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan. Li wir endamê PYD’ê Şerîf Hecî Mehmûd axivî û got ku serhildan bû bingeha Şoreşa 19’ê Tîrmehê. Bi domdarî Mehmûd wiha got: “Tiştê li Qamişloyê û yê li dijî mafên gelê kurd pêk hatiye, dewleta tirk li bakurê Kurdistanê li dijî Amedsporê pêk tîne û armanc heman e ku fitneyê di nava gelan de derxin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê îspat kir ku Sûriye ya hemû pêkhateyan e û dê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî fitneyan têbikoşin û Sûriyeyek demokratîk a nenavendî ava bikin.”
LI CIHÊ KOMKUJIYÊ BÎRANÎN
Piştre jî girseya gel berê xwe da Yarîgeha Şehîdên 12’ê Adarê. Li wê yarîgehê komkujiyek pêk hat û veguherî serhildanekê û li tevahî herêmên Rojava, Heleb, Şam û Reqayê belav bû. Li qada Yarîgeha Şehîdên 12’ê Adarê merasîma salvegera 19’an a komkujî û Serhildana Qamişloyê destpê kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi ruhê Serhildana 12’ê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin û bi vîna gelan em ê bi ser bikevin” merasîm lidar xist. Şandeyên ji bajar û navçeyên cuda yên herêma Cizîrê û girseya şêniyên serdana gorên li Taxa Qidorbegê û Goristana Şehîd Delîl Saroxan kiribûn, beşdar bûn.
HEMÛ GELÊN HERÊMÊ TEV LI BÎRANÎNÊ BÛN
Her wiha di merasîmê de pêkhateyên herêma Cizîrê û Dêrazorê yên ji kurd, ereb, suryan û ermen, nûnerên ji saziyên siyasî, sivîl, jin, ol, ciwan û nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, şêx û rûspiyên eşîran û tîmên herêma Cizîrê û Dêrazorê beşdar bûn.
Merasîm bi muzîka ji hêla koma Serdemê ve û sirûda kurdî Ey Reqîb dest pê kir. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê û Kongra Star axaftin hatin kirin.
Tê payîn tîmên Dêrazor û Cizîrê maçekê bilîzin.
GIRÊ SPÎ
Bi heman boneyê, Meclisa Kantona Girê Spî û Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê jî daxuyanî dan.
Meclisa Kantona Girê Spî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û ji hêla Endama Komîteya Jinan a Meclisê Medîne Muslim ve hat xwendin. Endamên komîteyê, saziyên Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.  Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanca rejîmê ew bû ku herêmê lawaz û parçe bike. Her wiha Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev serhildan bû çirûska yekemîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê. Meclisê destnîşan kir ku komkujî veguherî serhildanê û ev tişt anî ziman: “Hikûmeta Şamê hîna bi heman zîhniyetê tevdigere û hewl dide fîtneyê têxe navbera xelkê herêmê.”
DAXUYANIYA DESTEYA CIWANAN
Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê de jî li Yarîgeha Dostaniya Kobanê û Norwêcê daxuyanî da û daxuyanî ji hêla Endama Rêveber a Desteyê Yara Nebî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de 12’yê Adarê weke dendika Şoreşa Rojava hat nirxandin.
KANTONA ŞEHBAYÊ
Meclisa Malbata Şehîdan a Efrîn-Şehbayê jî bi heman boneyê, li ber avahiya xwe ya li Til Qerahê daxuyanî da. Daxuyaniya bi kurdî Dilovan Elo û ya bi erebî jî Emîne Osman xwend. Di daxuyaniyê de ji ewil qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn û hat gotin ku beriya 19 salan, li kela berxwedanê ya Qamişloyê serhildanekê dest pê kir û ev tişt hatin gotin: “Serhildana 12’yê Adarê bû bingeha Şoreşa gelan, bû bingeha ruhê berxwedan û têkoşînê. Banga me ji bo hemû rêxistinên mafan ew e ku rê li ber zordestiyê bigirin.” 
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Newroza îsal wê li 43 navendan li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bê pîrozkirin

Nivîsa Pêş

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Helep şehîdên serhildana Qamişlo bibîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Helep şehîdên serhildana Qamişlo bibîranîn

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Helep şehîdên serhildana Qamişlo bibîranîn

Ji Aaraû dirûşmeyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate bilind kirin

Ji Aaraû dirûşmeyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate bilind kirin

Manşet

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Heyet Ji Bo Hevdîtina Bi Rêber Apo Re Çû Îmraliyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.