Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Ala têkoşînê ya ‘jin, jiyan, azadî’ wê bibe hîmê bingehîn ê azadiya jin û civakê

PAJK'ê diyar kir ku ala têkoşînê ya felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' di destê jinê de bilind dibe, wê bibe hîmê bingehîn ê azadiya jin û civakê û got, "Em ê her tim afirînerên têkoşîna azadiya jinê bikin pîvana xwe ya serketinê."

Edîtor: Nucan Serdoz
07/03/2023 - 21:09
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK: Ala têkoşînê ya ‘jin, jiyan, azadî’ wê bibe hîmê bingehîn ê azadiya jin û civakê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser malpera xwe ya înternetê https://pajk.org/ daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:

“Têkoşîna azadiya jinê, li ser hîmê bîr û baweriya jinê ya bi serî rakirin, têkoşîn û serketinê bi pêş ket. Jinên ji têkoşînê re pêşengî kirin li hemberî zihniyeta mêr şer kirin û xeta jiyana azad pejirandin. Di oxira wê jiyanê de bi têkoşînê bûne bersiv û berdêlên giran dan. Em di şexsê afirînerên roja jinên kedkar ên cîhanê roja 8’ê Adarê û pêşengên têkoşîna azadiya jinê Roza Luxemburg, Clara Zetkin, Sara, Evîn û Raperînan de tevahî jinên di xeta azadiya jinê de têkoşiyane û li ber xwe dan bi bîr tînin. Roja têkoşîna jinê 8’ê Adarê li Rêber Apo, jinên cîhanê û tevahî mirovahiyê pîroz dikin.

JI BO TESLÎMGIRTINA ÎRADEYA CIVAKÊ ŞER, TALAN Û ÊRÎŞ HER TIM LI DIJÎ JINÊ HATINE KIRIN

Zihniyeta serdest a mêr di şexsê jinê de, li ser civakê siyaseta qirkirin û mêtîngehkirinê ava kiriye. Bi bîrdoziya zilamtiyê di serî de şikandina îradeya jinê ji bo xwe kiriye hedefa pêşî. Ji bo civakê bixe bin desthilatdariya xwe û îradeya wê teslîm bigre her tim jin di şer, talan û êrîşên xwe yên hovane de kir hedef. Pergala desthilatdar a mêr-dewletê, li ser vê bîrdoziyê xwe ava kir û bû dijminê herî mezin yê jin û civakê. Her ku çanda zilamtiya paşverû li ser jin û civakê hate serwerkirin çanda şer, kuştin, tecewûz, qetlîam, bê exlaqî û bê wijdaniyê pêşket. Li hemberî pergala zilamtiyê û bîrdoziya wê ya zayendparêz jin û civak bi hilweşînekî mezin re rû bi rû hatin hiştin. Li hemberî vê ketina mezin û hilweşîner jin her tim têkoşiya û li ber xwe da. Di serdema niha de pergala modernîteya kapîtalîst, li hemberî têkoşîna jinê û rabûna civakê ya li dora jinê êdî ketiye pêvajoyekî tarî. Jin, di cîhana ku pergala kapîtalîst xwe lê serwer kiriye de têkoşîneke dîrokî dimeşîne.

CIVAKA AZAD, POLITÎK Û EXLAQÎ BI TÊKOŞÎNA BI PÊŞENGIYA JINÊ DIKARE BÊ AVAKIRIN

Li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst û zihniyeta serdest a mêr, wê jin û civaka azad bi pêşxistina zanebûn û îrada azad, bi rêxistin û bilindkirina têkoşîna hevpar bi ser bikeve. Civakeke azad a polîtîk û exlaqî jî dikare bi têkoşîna ku jin jê re pêşengiyê bike were avakirin. Ev erk û berpirsyariya dîrokî dikeve ser milê her jinekê ku cihê xwe di nav têkoşîna hevpar de ye. Jin, dikare bi vê hişmendiyê li hemberî zihniyeta mêr-dewletê têkoşîna azadiyê bi serbixîne. Tekoşîna jinan, rêxistinî û hevgirtina jinê di roja îro de ji her demê zêdetir derfet bi dest xistiye. Li her derê cîhanê jin li hemberî neheqiyê, li hemberî serdestiya mêr û pergala wê ya desthilatdar serî radikin û têkoşîn dikin. Şiyarbûna jinê her ku pêşdikeve civak jî pê re şiyar dibe. Li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê serhildana civakî ya di pêşengiya jinê de ku ev şeş mehê berdewam dike bandora xwe li tevahî jin û civakê kir. Ev jî dide nîşandan ku girîngî û bandora têkoşîna jinê çiqasî gerdûnî bibe ewqasî jin nêzî têkoşîna azadiyê ye.

JIN AADIYA XWE DI PARADÎGMAYA RÊBER APO DE DIBÎNIN

Rêber Apo, di bin şert û mercên giran ê li girtîgeha Îmraliyê de paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinê bi pêş xist. Paradîgma û têkoşîna azadiya jinê ya Rêbertiya me bi pêşxist di roja îro de, bandora xwe li jinên cîhanê û hemû mirovahiyê dike. Têkoşîna jinên Kurd, îro bi saya vê keda mezin a Rêbertiya me daye hêvî dide jinên cîhanê û hemû mirovahiyê. Jinên cîhanê azadiya xwe û ya cîhanê di paradîgma Rêber Apo de dibînin. Her ku keda Rêbertiya me ji bo azadiya jinê da ye berhemdar dibe hîmê şoreşa jin û civakê bi hêztir dibe.

JIN ÊDÎ JI BO ŞOREŞA MEZIN A JINÊ Û MIROVAHIYÊ TÊDIKOŞIN

Wê mirovahî di sedsala 21’emîn de bi pêşengî, rêxistinî û hevgirtina jinê têkoşîna azadiyê bi ser bixîne. Jinan û çîna kedkar di sedsala 19-20’emîn de ji bo bi destxistina mafên xwe yên neteweyî têkoşiyan û berdêlên mezin dan. Jinan bi vê têkoşînê gelek mafên xwe bi dest xistin lê pirsgirêkên jinê bi destxistina van mafan re nehatin çareserkirin. Ferqa mezin a têkoşîna di wê demê de hate dayîn û ya sedsala 21’emîn ew jin êdî ji bo şoreşa mezin ya jinê û mirovahiyê pêk were têdikoşin. Pergala serdest a mêr ji lewra îro li hemberî rabûna jin û civakê di nav bê çaretiyekî mezin de dijî, ev jî bingeha xwe ji vê ferqê digre. Her ku diçe têkoşîna jinê karekterê xwe yê cîhanîbûnê diyarker dike. Ji bo cîhanekî azad û wekhev ava bibe jin têkoşîn didin meşandin. Ji bo çanda jiyana azad û felsefeya wê pêşbikeve jin li ber xwe didin.

ALA TÊKOŞÎNÊ YA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ WÊ BIBE HÎMÊ BINGEHÎN Ê AZADIYA JIN Û CIVAKÊ

Ala têkoşînê ya bi felsefeya JIN JIYAN AZADÎ di sedsala 21’emîn de, di destê jinê de bilind dibe, ew ê teqez bibe hîmê bingehîn ê azadiya jin û civakê. Ev dema em tê de ne ji bo tevahî jinên cîhanê ji her demê zêdetir nêzî pêkanîna jiyana azad e. Em ê wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê, tim û daîm afirînerên têkoşîna azadiya jinê bikin pîvana serketina têkoşînê. Di sala 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo azadiya jinê têkoşînê bilindtir bikin.

Li ser vê bîr û baweriyê em bang li hemû jinan dikin bila cihê xwe di nav têkoşîna hevpar ya jinê de bigrin. Ji bo her roj bibin rojên têkoşîn û azadiyê, ji bo şoreşa jinê civakî û gerdûnî bibe divê em têkoşîna xwe mezintir bikin, rêxistiniya xwe bi hêz bikin û destketiyên şoreşa jinê biparêzin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Qadên gerîla 79 caran hatin bombekirin

Nivîsa Pêş

Yekîtiya jinên ciwan îro li şehba çalakî lidar xist

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Yekîtiya jinên ciwan îro li şehba çalakî lidar xist

Yekîtiya jinên ciwan îro li şehba çalakî lidar xist

Yekîtiya Jinên Ciwan Îro li Bajarê Kobanê Konferans lidar xist

Yekîtiya Jinên Ciwan Îro li Bajarê Kobanê Konferans lidar xist

Manşet

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.