Enter your email Address

Cumartesi, Temmuz 26, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

PAJK: Ev têkoşîn wê dewam bike – Serketin a me ye

Koordînasyona PAJK'ê daxuyaniyek derbare şehadeta Raperîn Amed weşand û jinan û gelê xwe bang kir ku "li ser rêya şehîdan têkoşîna jiyana azad xurt bikin, hesab ji faşîzmê bixwazin û têkoşîna azadiya jinê ya ber bi azadiyê ve dimeşe mezin bikin."

Edîtor: Nucan Serdoz
02/03/2023 - 9:18
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: Ev têkoşîn wê dewam bike – Serketin a me ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek weşand û got, “Dîroka me ya azadiyê bi berdêl û lehengiyên gelekî mezin li dîrokê tê neqişandin. Jin ên şoreşger-milîtan ku bi biryardarî û armanca guhertina sîstem, civak û jiyanê, bi armanca azadiyê bi rê ketine, bêyî dudilî ji bo gel û paşerojê ber bi şehadetê ve dimeşin.” Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ‘ev milîtanî dengê mirovên azad e ku mohra xwe li serdemê dixe.’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Hevrê Raperîn ji sala 1992’an û pê ve bû yek ji milîtanên Apoyî yên mînak li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê. Welatparêzî û kûrahiya hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê ji xaka xwe, ji kevneşopiya malbatê wergirtibû. Hevrêyeke me bû ku dilsoza koka xwe bû, hişmendiya xwe ya dîrokê xurt, hezkirina xwe ya li gel jî kûr bû. Ji Amedê ku lê dest bi gerîlatiyê kir heta bi sala 1996’an derbasî qada Rêbertî bibe, milîtaniya demên zehmet bi serketî bi cih anî. Piştî ku derbasî qada Rêbertî bû, hişmendiya xwe ya îdeolojîk û rêxistinî kûrtir bû. Rêber Apo ji bo taybetmendiyên pêşengiyê yên hevrê Raperîn, aliyên wê yên xurt bi pêş bibe û bike yek ji kadroyên pêşeng ên vê tevgerê bi taybetî pê re mijûl bû. Hevrê Raperîn her tim li ser bingeha soza ku dabû Rêbertî jiya û têkoşîna xwe jî her tim di asta pêşengiyê de meşand. Ji wezîfe û berpirsyariyên xwe ti carî tawîz neda. Bi kûrahiya li feraset û çanda partiyê, bi feraseta xwe ya xizmetê ya mezin, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar cewhera nasnameya Apoyî temsîl kir. Hevala Raperîn xwedî ruhekî azad bû. Li her qada ku lê dima serketin diafirand, komî ser hev dikir, rê dida ber û têkoşîn geş dikir. Lewma ji bo hevrêyên xwe her tim bû sparteyek, bû cihê baweriyê û çavkaniya hêviyê. Ti carî tawîz neda feraset û nêzîkatiyên li derveyî xeta Rêbertî. Têkoşîna xwe her tim tûj, îdeolojîk, hevgirtî û bi pîvan meşand.

Hevrêya me Raperîn yek ji milîtanên cewherî, xurt, bi îdîa û pêşeng a tevgera me ya jinê bû. Di mijara azadiya jinê de bi îdîa bû, di pêşvebirina têkoşîna jinê de keda xwe gelekî mezin bû. Li hemberî bêîradebûn, lawazî û bêçareseriyê timî bi hêrs bû, ji bo îradeya jinê bi pêş ve biçe bi hemû hêza xwe têkoşiya. Bi vê sekna xwe, bi qasî karên jinê di têkoşîna me ya giştî de jî bi erk û berpirsyarî rabû, temsîliyeta jinê bi rengê herî xurt kir. Weke endama Dîwana Serokatiyê ya KONGRA GEL salên dûr û dirêj pêşengî ji avabûna sîstema konfederal demokratîk re kir. Ji bo civak azad bibe û bibe xwedî sîstemeke demokratîk, yek ji wan hevrêyan bû ku gelekî ked da. Heta dema ku şehîd bikeve, ji bo vê wezîfeya xwe bi cih bîne li ser karê xwe bû. Sala 2022’an di encama êrîşên rejîma faşîst a Tirk ku dijminê gelê Kurd û jinê ye, şehîd bû. Partiya me ya azadiya jinê PAJK wê hevrê Raperîn ti carî ji bîr neke ku kesayeta şoreşger, kedkar, bi ruhê azad û esîl bû. Hevrêya me Raperîn wê ji bo me bibe hincet ku têkoşîna xwe geş bikin û hesab ji dijmin bipirsin.

Tevgera me biryareke însanî û exlaqî da û di demeke ewçend giran de ku felaketeke mezin a erdhejê bi serê gelên me ve hat, çalakî rawestand. Lê belê dewleta Tirk a qirker li her qadê êrîşan dewam dike, hîn jî çekên kîmyewî bi kar tîne. Li her devera ku gelê me lê ye û têdikoşe komkujiyan dike. Êrîşên li ser Başûr, Şengalê û Rojava, tevî ku di bin enqazeke mezin de maye jî dewam dike, dixwaze biryara tevgera me ya rawestandina çalakiyan ji bo xwe bike firsendek.

Dewleta Tirk a faşîst beriya her tiştî êrîşî milîtanên pêşeng ên têkoşîna me ya azadiya jinê dike, hewl dide ku bi rêbazên herî hovane û tirsnak şerê azadiyê yê jinê bitepisîne. Hêzên navneteweyî li şûna ku dewleta Tirk ji ber van êrîşan darizîne û mehkûm bikin, di mijara tasfiyekirina xeta me ya partiyê û îmhakirina şoreşgerên pêşeng de heta dawiyê piştgiriyê didin dewleta Tirk, rê li ber vedikin. Bi vî rengî dixwazin ku nehêlin ev serdem bibe serdema azadiyê ya jinê, nehêlin ku şoreşa bi pêşengiya jinê bi ser bikeve. Lê belê divê were zanîn ku jin wê ji têkoşînê venegerin. Li dijî şaristaniya serweriyê wê bi şoreşa jinê azadiyê afirîne. Weke PAJK’ê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, li hemberî sîstema kapîtalîst, desthilatdariya bi serweriya mêr û zilma mêr em ê têkoşînê dewam bikin. Em ê tola hevrê Raperîn û hemû hevrêyên şehîd bûne hilînin.

Heta ku jin azad bibin, serweriya mêr û her cûre rêxistiniyên wê yên faşîst hilweşin, ev têkoşîn wê dewam bike. Serketin a me ye. Em bang li jinan û gelê xwe dikin ku li ser rêya şehîdan têkoşîna jiyana azad xurt bikin, hesab ji faşîzmê bixwazin û têkoşîna azadiya jinê ya ber bi azadiyê ve dimeşe mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Endamên TCŞ’ê polîtîkayên qirkirinê li Marsîlya protesto kirin

Nivîsa Pêş

Sûcên dagirkera tirk û çeteyên wê di meha sibatê ye li Efrînê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Bi êrîşan encam negirtin, dixwazin bi girtinê xwe veşêrin

Sûcên dagirkera tirk û çeteyên wê di meha sibatê ye li Efrînê

Konferansa Efrîqeya Başûr ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO dawî bû

Konferansa Efrîqeya Başûr ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO dawî bû

Manşet

  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir
  • YCWK: Jiyaneke bi rûmet bê parastinê ne mimkun e
  • Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
  • Kampa Xwebûn A Navendî Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Ewropî: Em dixwazin bi Birêz Adullah Ocalan re nîqaş bikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

    Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampa Xwebûn A Navendî Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanî çalakiyên xwe yên bîranînê didomînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ewropî: Em dixwazin bi Birêz Adullah Ocalan re nîqaş bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger forumek bi serkeftî organîze kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê 4 gerîlayên şehîd bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekemîn Konferansa Ciwanên Cîhanê ya ji bo Rêber APO hatiye lidarxistin didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Başûr: li beramberî êrîş û xiyanetê xwedî helwest bin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.