Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Erdhej

Kalkan: Bila gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û ji vê sîstema rantxuriyê rizgar bibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî 'Bernameya Taybet' a li Medya Haber TV bû û bal kişand ser erdheja 6'ê Sibatê ya li Mereşê rû da û bandora li 11 bajaran kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
21/02/2023 - 11:17
di nav Erdhej, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Kalkan: Kurd wê ji derewa ‘kujerê nexweş’ bawer nekin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a li Medya Haber TV bû. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kalkan di Bernameya Taybet gpt: “Bila gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û ji vê sîstema rantxuriyê rizgar bibe. Bigihêje wê asta ewlehiya siyasî ku afetên xwezayî nikaribe xisarê lê bike. Hewldanên me ji bo vê ne.”

Dûran Kalkan bal kişand ser erdheja 6’ê Sibatê ya li Mereşê rû da û bandor li 11 bajaran kir û got, “Bila rehma Xwedê li qurbaniyan be, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazim. Êşa gelên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê parve dikim.”

Kalkan işaret bi piştevaniya civakî kir û got, “Spasiya her kesî dikim ku piştevanî kir. Ji derve jî piştevanî hate kirin. Lê belê timî dewleta Tirk esas hate girtin. Halbûkî polîtîkaya vê dewletê ya li hemberî Kurdan tê zanîn. Nêzîkatiya AKP-MHP’ê ya li Kurdan tê zanîn. Hin hêzan karîbûn yekser alîkarî bi hêzên xwecihî û civakê re bikira. Ji xwe hinekan helwesteke şênber nîşan dan, gotin ku cihêkarî tê kirin, cihêkarî li Kurdan, Elewiyan, hêzên çep, demokratîk şoreşger tê kirin. Rêveberiya AKP-MHP ji xwe rêbaza xwe ya êrîşa faşîst a topyekûn, terorê, tunekirinê, vê helwest û polîtîkaya xwe li ser erdhejê jî dewam dike.

Hewl dide pêşî li piştevaniya civakî, liv û tevgera civakî bigire. Wê demê gelek hêz û derdoran dikarîbû ev yek bidîta û li gorî wê tevbigeriya. Ez careke din ji bo gelê me dibêjim ku bila derbasî be. Bi rastî jî em ê êşa vê yekê veguherînin hişmendî, rêxistinî, piştevanî û li ser vê bingehê jî bikin têkoşîna demokratîk û rizgariyê.”

BÎRANÎNA ERDHEJA ÇALDIRANÊ YA 1976’AN

Dûran Kalkan erdheja zivistana 1976’an a li Wan/Çaldiranê bi bîr xist û got, “Wê demê hîn bi rengê komê em hatibûn welêt. Ji hemû bajarên Kurdan bi komên ji pênc, deh kesan çûn cihê erdhejê û xebitîn. Ji Dîlokê hevalê Hakî çû û koordîne kir. Li ser karê di dema wê erdhejê de, li ser encamên wê tevgera me bi têkoşîna xwe em kir partî. Bi têkoşîna li hemberî encamên giran ên vê erdhejê jî em dixwazin bigihêjin serketinê, li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiyê û demokrasiyê bi dest bixin. Em dikarin vê bi ser bixînin. Nêzîkatiya rast bi vî rengî ye.”

Dûran Kalkan anî ziman ku li hemberî encamên giran ên erdhejê ew ê bi hemû hêza xwe têbikoşin û got, “Ji bo encamên wê sivik bikin, ji bo êşa gelê me sivik bikin, em gel û tevger çi pêwîst be em ê wê bikin, em ê têbikoşin. Bi dîtina me, helwesta rast bi vî rengî ye.”

‘DIVÊ GEL XWE JI VÊ PERGALA RANTXURIYÊ RIZGAR BIKE’

Dûran Kalkan ragihand ku “beriya 45 salan çawa ew li ser encamên erdheja Wanê sekinîn, îrade û înîsiyatîfa gel li ser bingeha têkoşîna azadiyê afirandin, niha jî ew dixwazin li ser encamên vê erdhejê heman encaman bi xurtî bi dest bixin. Divê gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û xwe ji vê pergala rantxur û şêlandinê rizgar bike. Bila karibe xwe bigihîne asta ewlehiyeke siyasî ku ti afetên xwezayî nikaribe zerarê lê bike, derfetan baş bi kar bîne, parve bike û di nava kêfxweşiyê de bijî. Hewldanên me ji bo vê ne. Li ser vê bingehê em ê hewldanên xwe xurtir bikin.”

‘DESTHILATDARÎ WÊ HEWL BIDE ERDHEJÊ BI KAR BÎNE Û TEMENÊ XWE DIRÊJ BIKE’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê wê hewl bide erdhejê ji bo xwe weke ‘xêrekê’ bi kar bîne, bi vî rengî temenê desthilatdariya xwe dirêj bike û got, “Divê rê ji vê yekê re neyê dayin. Nikarin vê bikin. Encamên erdhejê rastiya faşîzma AKP-MHP’ê raxist pêş çavan, maskeya wan anî xwarê, nîşanî her kesî da bê çi ne. Nikare baweriya kesî bi tiştekî din bînin. Ne li hundir ne jî li derve. Dibe ku hinek ji bo qezencê jê bike, parekê ji mêtingeriyê werbigire bi rûkenî nêzîk dibin, lê belê divê kes nebêje ku wê timî piştgiriyê bidin Tayyîp Erdogan. Lewma nikarin jê rizgar bibin. Dibêjin, hikumet di binê enqazê de ma. Rast e. Ji vê encamê polîtîkayên rantxuriyê, polîtîkayên avahîdanînê yên AKP’ê berpirsyar e. 20 sal in ev ava kirin, hemû jî encameke bi vî rengî bi xwe re anî. Hikumeta AKP-MHP’ê berpirsyar e, wê hesa bidin. Divê em bi vê zanibin. Ji ber vê yekê çi bikin jî wê nikaribin xwe rizgar bikin. Erdhej wê wan jî hilweşîne.”

‘DIVÊ KES ASTENGIYA AKP-MHP’Ê NAS NEKE’

Dûran Kalkan diyar kir ku ji bo sivikkirina bandora erdhejê divê partiyên din hîn bêhtir çalak bin, bi rengê seferberiyê bixebitin û got, “Tifaqa Ked û Azadiyê kete nava hin hewldanan. Ew jî piştre bi giraniya mijarê hesiyan. Dîsa jî karê ku dike baş e. Têne astengkirin. Muxalefet, Tifaqa Ked û Azadiyê, komele, sazî, saziyên alîkariyê divê qet guh nedin astengiyên faşîzma AKP-MHP’ê.”

‘GIRÎNGIYA PIŞTEVANÎ Û PARVEKIRINA CIVAKÊ EŞKERE BÛ’

Kalkan got, “Ji bo civakê jî karim vê bibêjim; bi rastî jî girîngiya mezin a piştevanî û parvekirina civakê eşkere bû” û wiha dewam kir: “Jiyana civakî dikarin bi piştevaniyê hîn baştir ava bikin. Yanî ew tiştên biriqandî yên kapîtalîzmê jiyan nîne. Divê mirov berê xwe nedin wê derê. Lewma divê civaka me berxwedêr be.”

‘JI BO MEXDÛRÊN ERDHEJÊ PÊWÎSTÎ HÎN BÊHTIR BI ALÎKARIYÊ HEYE’

Dûran Kalkan got, “Li her qadê, li çar parçeyan, li derveyî welat divê ji bo mexdûrên erdhejê parvekirin û alîkarî hîn bêhtir be. Divê em vê yekê jî veguherînin rêxistiniyê. Bi rastî jî divê em girîngiya dilsoziya bi xakê re, sîstema demokratîk û jiyana azadîparêz demokratîk baştir bibînin. Divê em çarenûsa xwe bixin destê xwe. Jiyana xwe bi xwe diyar bikin. Ev civak divê bibe xwedî îradeyeke bi vî rengî, xwe bigihîne rêxistiniyeke bi vî rengî. Ev nebe, nabe. Banga me ya ji bo gelê me li ser vê bingehê ye.

Banga me li hêzên demokratîk şoreşger, li derdora siyaseta demokratîk jî ew e ku pêşengiyê bikin, ji bo pêçandina birînên civakê ti astengiyan nas nekin, qedexeyên AKP-MHP’ê ji ber xwe rakin û di asta seferberiyê de bikevin nava hewldanan. Ez êşên gelê me careke din parve dikim û dibêjim, eger em bi vî rengî nêzîk bikin em ê êşan zû sivik bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Dive her mal bibe dibistaneke Kurdî

Nivîsa Pêş

ECDC: Dibê ku nexweşiyên têger zede dibin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ECDC: Dibê ku nexweşiyên têger zede dibin

ECDC: Dibê ku nexweşiyên têger zede dibin

HPG: Dagirkeran 23 caran gerîlayên azadiya Kurdistan bi topên ji fosforê û bombeyên teqezkirî êriş kir

HPG: Dagirkeran 23 caran gerîlayên azadiya Kurdistan bi topên ji fosforê û bombeyên teqezkirî êriş kir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.