Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Dive her mal bibe dibistaneke Kurdî

Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Edîtor: Nucan Serdoz
21/02/2023 - 11:08
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KJK: Ev şer teqez serkeftinê heq dike
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Perwedehiyê ya KJK’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Zimanê dayikê, remza nasname û çanda gelan e, mafê herî xwezayî û pîroz ê mirov e. Bi taybetî ji bo me gelê Kurd, wekî kedkarê rasteqîn ê zimanê Kurdî Rêber Apo ku bi têkoşîn û hewldaneke dijwar deriyê pêşketinê li zimanê me vekir, hişmendiya xwebûn û azadiyê li nav me belav kir, di vê roja xwedî derketina li zimanê dayîkê ya 21’ê Sibatê de em destpêkê Wî bi rêzdarî û minet silav dikin, deyndariya xwe ya li hemberî Rêber Apo diyar dikin. Her wisa di kesayeta dayikên me yên ku ji bo nirxên me yên çanda civakî-netewî winda nebin zarokên xwe bi zimanê Kurdî mezin kirin û didin perwerdekirin de em tevahî mamoste û kedkarên zimanê Kurdî yên li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat silav dikin, vê rojê li hemûyan pîroz dikin.

Roja 21’ê Sibatê wekî roja zimanê dayîkê ya navnetewî xwediyê girîngiyek jiyanî ye. Zimanê dayîkê bi esasî nasnameya civakî ya mirov ava dike. Ziman tenê amûreke danûstandinê nîn e, bi esasî wekî nirxeke civakî dîrok, çand û nasnameya gelan a netewî şênber û domdar dike. Bi taybetî ji bo gelê Kurd ku sed sal zêdetir e ji mafê perwerdeya zimanê dayîkê bêpar hatiye hiştin, girêdayî polîtîkaya înkar û tunekirinê her tim rastî êrîş û hewldanên bişaftinê hatiye. Hêzên dagirker ên li ser erdên Kurdistanê, ji bo hafiza me ya civakî felç bikin heta roja îro jî mafê perwerdeya zimanê dayîkê bi fermî qebûl nekirine. Di bin van êrîşên qirkirinê de elbet sekin û xebata kedkar û mamosteyên zimanê kurdî çi li wargeha Şehîd Rûstem, çi li Bakurê Kurdistanê, çi li Rojavayê Kurdistanê, çi li Rojhilatê Kurdistanê, çi li Başûrê Kurdistanê, çi jî li derveyî welat her tim hêjayî teqdîrê ye. Em dizanin her kedkar û mamosteyeke/î zimanê Kurdî di nava bêderfetî û astengiyên zehmet de, bi baweriyek mezin, bi hişmendiya welatê azad û civaka azad ji bo parastina vê nirxa civakî-dîrokî dixebite. Girêdayî vê heqîqetê pêwîst e em vê roja zimanê dayîkê ya navnetewî ya 21’ê Sibatê, wekî gelê ketî xeta xwebûnê hîn bi zanistî pêşwazî bikin, vê rojê bikin roja xurtkirina têkoşîna zimanê dayîkê û parastina tevahî nirxên netewî. Wekî gel divê em ji bo azadiya xwe, ji bo parastin û pêşxistina ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe bi xwe bawer gav bavêjin, hêviyê ji tu hêzeke derve nekin.

Roja îro rastiyek heye ku, hêzên desthilatdar bi tu awayî mecala azadiyê nadin gelan. Em binêrin; Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî, tenê saziyeke girêdayî bernameyên hêzên desthilatdar ên dewletan dixebite. Lewre her sal tenê nexşe û tabloyên felaketê yên bi serê ziman û çandên gelan de tên eşkere bike jî, ji ber hewldaneke vê saziyê ya parastin û pêşîvekirina zimanê dayikê ya gelan nîn e, gav bi gav ev nexşe û tabloyên felaketê yên eşkere dike jî wateya xwe namîne. Ji bo wê, her gelê bixwaze nirxên xwe yên civakî domdar bike, pêş bixe û dewrî nifşên xwe yên nû bike, şert e ji tu hêzeke derve hêvî neke, li benda çareseriyê nemîne, ew bi xwe rojeva xwe destnîşan bike. Roja îro mirovahî giştî di nav berjewendiyên sermayedaran de qeyran û aloziyên cidî jiyan dikin. Di pêvajoyek wiha de gelê ku xwe neparêze, li xwe xweyî dernekeve, elbet wê ji tunebûnê rizgar nebe. Ji bo wê pêwîste her malbateke Kurd, bi zanista ku “ziman hebûn û nasnameya mirov e”, destpêkê mala xwe bike fêrgeha ziman û çanda kurdî. 

Li ser vê bingehê, bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî, di serî de jin û dayîkên Kurd, em bang li tevahî gelê xwe dikin ku, li dor mamoste û kedkarên ziman hîn bêhtir bibin yek, piştgiriya pêwîst raber bikin, berê xwe û zarokên xwe bidin perwerdeya zimanê Kurdî, heta mafê perwerdeya zimanê dayîkê bigihe statuyeke fermî bênavber xebat û têkoşîna xwe bilind bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Wehşetek ji wehşetên Arenaya Roma ye

Nivîsa Pêş

Kalkan: Bila gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û ji vê sîstema rantxuriyê rizgar bibe

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kalkan: Kurd wê ji derewa ‘kujerê nexweş’ bawer nekin

Kalkan: Bila gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û ji vê sîstema rantxuriyê rizgar bibe

ECDC: Dibê ku nexweşiyên têger zede dibin

ECDC: Dibê ku nexweşiyên têger zede dibin

Manşet

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir
  • Ji Bo Bîranîna Şehîd Karker û Şehîd Brûsk
  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.