Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Meclîsa Ciwanan a HDP bi despkêkirina kampanya ‘Zincîra Jiyanê’ banga hevgirtin dikin

Hevberdevkên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Dêrsim Dag û Rohat Govercîn di civîna çapemeniyê ya li avahiya navçeya Peyasê (Kayapinar) de axivîn, bang li gel kirin ku li dora hevgirtinê bibin yek.

Edîtor: Nucan Serdoz
17/02/2023 - 22:14
di nav Bakur, Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Meclîsa Ciwanan a HDP bi despkêkirina kampanya ‘Zincîra Jiyanê’ banga hevgirtin dikin
ParvekeTweet

AMED – Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî erdheja ku li Mereşê pêk hat û bandor li 10 bajaran kir, kampanyaya “Zincîra Jiyanê” da destpêkirin. Hevberdevkên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag û Rohat Govercîn di civîna çapemeniyê ya li avahiya navçeya Peyasê (Kayapinar) de axivîn, bang li gel kirin ku li dora hevgirtinê bibin yek.

EM NEBIN LÎSTIKA MÊTINGER, EM REXISTINA CIVAKÎ AVABIKIN

Rohat Govercîn bal kişand ser windahiyên canî û madî yên di erdhejê de. Govercîn anî ziman ku, desthilatdarî ji polîtîkayên xwe yên heyî nekarî bersivê bide pêvajoyê û wiha got, “Divê hemû gelê me baş bizane ku berpirsyarê van mirinan ne tenê bobelaten xwezayî ne. Ji ber desthilatdarî tedbîrên pêwîst negirtiye û alîkarî nedaye, berpirsyar e. Em baş dizanin ku erka sereke yê vê pirsgirêka karesat û krîzê dikeve ser milê ciwanên welatparêz û şoreşger. Li ser vê bingehê me bi ruhê hevgirtin û seferberiyê bang kir. Di roja ewil a erdhejê de me torên koordînasyon û ragihandinê yên pêwîst ava kir. Me di roja ewil de dît ku li navçeya Bazarcixê dewlet jî di nav de tu sazî tunebûn. Em bi karkerên înşaetê, kedkarên tenduristiyê, hunermend, xwendekar û bi sedan ciwanan re çûn herêmên erdhejê. Me alîkariyên pêwîst gihand gundan û êşên gelê xwe parve kirin. Desthilatdarî ji ber ku civakbûna li derdora ciwanan dît, li bajarên ku bi rojan nikaribû têkeve hundir û alîkarî neda, bi ragihandina Rewşa Awarte re hewl da bikeve hundir. Divê em bêyî ku bên lîstika mêtinger û desthilatdaran, tevbigerin û rêxistinbûna civakî û xwe avakirinê pêk bînin.”

BANGA CIWANÊN KURD ÊN WELATPARÊZ Û SOSYALÎST ÊN ŞOREŞGER

Govercîn diyar kir ku, weke Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li dijî zincîra mirinê ya desthilatdariyê “Zincîra jiyanê” ava kirine û got, “Kampanyaya me wê hemû beşên jiyanê bigire nava xwe. Armanca me ew e ku ji bo zarokan qadên lîstikê ava bikin. Xalên bingehîn ê vê kampanyayê, ji bo zarokan qadên lîstikê avakirin, ji amadekirina xwarinê heta belavkirina wê, paqijiya hawirdorê, serdana malbatan û parvekirina komunan e. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên Kurd ên welatparêz, ciwanên sosyalîst ên şoreşger dikin ku di bin vê banê de bicivin.”

EM BI GELÊ XWE HEVGIRTINA XWE MEZIN BIKIN

Li aliyê din Dêrsim Dag jî ev tişt got: “Li Mereşê beriya 12 rojan erdhejek pêk hat û bandor li 10 bajaran kir. Ji ber vê erdhejê nêzî 40 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes jî li benda rizgarkirinê ne. Hê jî kolan hene ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ev 12 roj in neketiye hundir û ne jî alîkarî daye. Ew mirov li benda alîkariyê ne. Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji roja destpêkê ve ji bo gel seferber bûye. Bêtehamuliya AKP-MHP’ê careke din xwe nîşan da. Beriya du rojan AKP-MHP’ê yê ku bi rojan nehat hewara gel, li Bazarcixê xwest alîkariyê asteng bike. Lewma em careke din li vir bang dikin; Hûn nikarin ji bo van alîkariyan qayûman tayîn bikin. Em ê bi gelê xwe re şev û roj li kolanan li dora agir derbas bikin û çi dibe bila bibe em ê vê hevgirtinê mezin bikin. Çawa ku ji kêliya destpêkê em li kolanan bûn, me bi gelê xwe re hevgirtina xwe mezin kir, ji niha û pê ve jî em ê bi gelê xwe re hevgirtina xwe mezintir bikin.”

WERIN JIYANA NÛ, CIWAN Û AZAD

Dag got, “Me dît ku dewlet çiqas bêçare ye” û wiha dewam kir: “Desthilatdadriya AKP-MHP’ê ne tenê bêçare ye, di heman demê de nikare pirsgirêkê jî çareser bike. Ji ber vê sedemê ye ku zanîngeh têne girtin. Niha her der mîna girtîgeheke vekirî ye. Dewlet dixwaze li vê girtîgeha vekirî ciwanan teslîmî polîtîkayên xwe bike. Dixwazin Kurdan koçî bajarên din bikin. Ji ber vê yekê em dibêjin em xwedî li axa xwe derkevin. Em axa xwe terk nakin. Em li dijî girtîgeha vekirî ya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze her kesî tê de bihêle, gotina xwe tînin ziman. Em jiyaneke nû ava dikin. Em HDP em dest bi xebateke nû ya jiyanê dikin. Di çarçoveya vê kampanyayê de em ê li bajarên ku erdhej lê çêbûye hevgirtineke mezin pêk bînin. Em ê jiyaneke nû ava bikin. Em bang li hemû ciwanan dikin; Werin em zincîreyek nû ya jiyanê ava bikin. Werin em jiyaneke nû, ciwan û azad ava bikin û nîşanî hemû cîhanê bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jin ên endamên TEV-ÇAND’ê ji bo piştgiriya kampanya Heyva Sor bangawazî dikin

Nivîsa Pêş

Komploya 15’ê Sibatê li Ranyayê bi meşekî hat şermezar kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Komploya 15’ê Sibatê li Ranyayê bi meşekî hat şermezar kirin

Komploya 15’ê Sibatê li Ranyayê bi meşekî hat şermezar kirin

ROJEVA 1’Ê SIBATA 2023’YAN

ROJEVA 18’Ê SIBATA 2023’YAN

Manşet

  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.