Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hêvî mîna navê xwe bi hêvî bû…

Ozgur Aydin

Edîtor: Nucan Serdoz
03/02/2023 - 0:03
di nav Giştî, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Hêvî mîna navê xwe bi hêvî bû…
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –  Hêvîklama’weylo wey lo xerîbim dayê’ gelekî xwe distra. Dema min jê re got, dengê te gelekî xweş e, tu xweş distirê, wê jî ji min re
got ‘ya bi te xweş tê, xweşiya dengê min nîne heval. Ji ber ku dengê hesretê ye, bi xweşiya te diçe’

Gelo helbestvan dikarin ji we re qala hestên herî kûr bikin? Nizanim ku ev pêkan e yan na. Lê belê ji ku dest pê bike jî, wê çîrok her tim nîvco bimînin. Ne karekî hêsane ku mirov qala yên di serdemên xwe yên herî bedew de ciwantiya xwe feda dikin. Ne gotin têra vegotinê dikin, ne jî qudreta pênûsê. Ji ber ku bedewiyên dawî yên ku nirxên mirovahiyê tînin bîra mirov, ew in…

Hêvî (Mûazzez Mogol) di sala 2012’an de dest bi Fakulteya Zîreetê ya Zanîngeha Egeyê kiribû. Tevî ku di nava malbateke zextdar û faşîst de mezin bû jî Hêvî di demeke kurt de hevalên welatparêz nas kir û kete nava wan. Bi germahiya xwe û wî kenê xwe yê bedew, gelekî dihat heskirin. Piştî demekê, tevî ku malbatê zext lê dikir jî, tevlî nava karên ciwanan bû.

Hêvî di nava xebatên ciwanan ên li Zanîngeha Egeyê cih girt. Piştre ev karê xwe li bajarên Kurdistanê dewam kir. Dema li Farqînê dixebitî tê binçavkirin. Ji ber giliyê malbatê, bi rojan îşkence lê hat kirin. Wextekê girtî ma û piştî girtîgehê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Hêvî piştre li qadên xwerêveberiyê
dest bi kar kir. Hevrêyên wê yên li Cizîrê qala wê kirin…

Encam çi dibe bila bibe, em ê li dîrokê bên nivîsandin “Hêvî klama ‘wey lo wey lo xerîbim dayê’ gelekî xwe distra. Dema min jê re got, dengê te gelekî xweş e, tu
xweş distirê, wê jî ji min re got ‘ya bi te xweş tê, xweşiya dengê min nîne heval. Ji ber ku dengê hesretê ye, bi xweşiya te diçe’.”

“Hêvî gelekî xweş dikeniya. Min ew ji dibistanê nas dikir. Min berê nedîtibû ku ewqasî derdora xwe kêfxweş dike. Dema şer dikir jî, ev yek ji xwe kêm nedikir. Bê moral bûna hevalan rexne dikir, ji felsefeya ‘bê moralî tê wateya xiyanetê’ bawer dikir û di vî warî de hêz dida hevalên xwe. Lewma bi karê perwerdeyê jî radibû.
Nêrîna wê ya li perwerdeyê, demkî nebû. Bawer dikir ku her qada jiyanê qadeke perwerdeyê ye. Rojekê hewa gelekî xweş bû. Bêhna jiyana komunal jê dihat.  Bawerî û piştgiriya dayikan, xwarinên germ, hemû şert û mercên giran ji holê rakiribû û baweriyeke mezin afirandibû. Haya dayikan ji nexweşiya Hêvî hebû. Dema ku dayikan jê re digotin ‘bêhna xwe vede’ yan jî bi taybetî nêzî wê dibû, ew hêrs dibû. Pê bawer bû, ku bi manewiyateke xurt û motîvasyoneke baş dikare nexweşiya xwe çareser bike. Tevî ku nexweşiya sînuzîtê lê giran jî bû, vê yekê bandor li têkoşîna wê nedikir.

Gilî û gazin nedikir, her wiha li rê û rêbazên ne pêwîst ên tedawiyê jî nedigeriya. Felsefeya wê ya herî mezin jî baweriya wê bû. Ev sekin û bawerî û serketinên wê, di nava gel û hevalên wê de gelekî cuda dihat dîtin. Hêvî vejeteryan bû. Ji ber ku goşt nedixwar, gelek caran birçî dima. Carna tenê av vedixwar. Carna me xwarin ji malan derdixist, ew jî hêrs dibû. Bi tenê li gorî pêwîstiyan dihat derxistin, lê ev jî bi zora wê diçû. Min carekê dît ku digirî. Hevalê Hesen di şerê dijî dijmin de bi giranî birîndar bû û şehîd bû bû. Dema ew rakir, hêstir ketibûn çavê wê. Gelekî wêrek bû. Li cihekî ku dijmin gelekî baş didît, bi şer hevalê xwe yê birîndar derxisti bû.

Dema carna hevalan behsa yên diçûn dikirin, Hêvî digot, ‘Eger ew bi rastiya şer zanîbûna û zanîbûna çima şer dikin, hingî nediçûn… Şer karê wan kesan e ku bi xurtî bi baweriya xwe dilsoz in û dixwazin siberojên xweş ji zarokan re bihêlin e. Şer ne karê tirsonekan e.’ Gelekî xurt bû. Dizanîbû gelek mirovên mîna wê difikire û xwedî heman baweriyê ne, hene. Min ji axaftineke wê re şahidî kir. Em li nava kolanekê li malbatekê rast hatin. Min dît ku ew malbat qanih kir ku di her şert û
mercî de li cem me bimîne.”

Hêvî bi baweriyeke gelekî mezin dilsoza têkoşîn û hêviyên xwe bû. Hêvî mîna navê xwe hevalek gelekî bi hêvî bû…”

Nasnav: Nuda (Hêvî) Elefterya
Nav paşnav: Mûazzez Moğul
Dayik-Bav: Zübeyde-Lütfü
Dem û cihê ji dayikbûnê: 02.09.1994 Hîlvan

Çavkanî: Sterka Ciwan (Sibat/2017)

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 3’Ê SIBATA 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Mûrat Karayilan: Ciwanekî ku dixwaze li hemberî dijmin bibe îrade, bibe hêz, divê xwe bigihîne gerîla

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Mûrat Karayilan: Bertekên li hember tecrîd ne têrker e, divê mirov hîn geş bike, xurt bike

Mûrat Karayilan: Ciwanekî ku dixwaze li hemberî dijmin bibe îrade, bibe hêz, divê xwe bigihîne gerîla

Kovara Xwebûn ya 24’an bi slogana ‘Azadiya fîzîkî ya Rêber APO azadiya jinê ye’ hatiye weşandin

Kovara Xwebûn ya 24'an bi slogana ‘Azadiya fîzîkî ya Rêber APO azadiya jinê ye’ hatiye weşandin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.