Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Sekna hevrê Viyan, li hemberî hevkarî û xeta xiyanetê ya PDK’ê dimeşîne, xeta berxwedanê ye

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) ji ber salvegera 17'emîn a şehadeta Viyan Soran daxuyaniyek weşand.

Edîtor: Nucan Serdoz
02/02/2023 - 13:12
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PAJK: Sekna hevrê Viyan, li hemberî hevkarî û xeta xiyanetê ya PDK’ê dimeşîne, xeta berxwedanê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) ji ber salvegera 17’emîn a şehadeta Viyan Soran daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Em pêşenga xeta azadiya jinê hevrê Viyan Soran, di 17’emîn salvegera şehadetê de û di şexsê wê de tevahî şehîdên li dijî komploya li ser Rêber Apo bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ bibîrtînin. 24 sale têkoşîna azadiyê ya li dijî komployê li ser hîmê bawerî, dilsozî û xeta şehîdên fedaî tê meşandin. Bi berxwedaneke dîrokî hesap ji hêzên komploger tê pirsîn.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Di 15’ Sibata 1999’an de Rêbertiya me bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin. Li hemberî vê komplo û bêbextiya mezin a sedsalê ku di şexsê Rêber Apo de li ser gelê me pêkanîn bi sedan hevrêyên me bi ruhê fedaî û bi çalakiyên canbexşane bersiveke tund dan hêzên komploger. Heval Viyan Soran, bi sekneke bi biryar, bi helwest û berpirsyariya xwe ya demê di sala 2006’an de, li hemberî nûjenkirina komplo û êrişên topyekûn yên li dijî tevgera me bi çalakiya xwe bersiv da hêzên komploger. Weke milîtaneke jin a pêşeng, fermandar û rêveberiya partiya me pêvajo û xeteriyên li ser jiyana Rêber Apo di fikir û dilê xwe de ji kûr ve hîs kir. Ji ber ku heval Viyan, di her kêliya jiyanê de bi Rêbertiyê re dijiya. Weke jineke Kurd a ji Başûrê Kurdistanê evîna jiyaneke azad di xeta azadiya jinê ya Rêbertiyê de dît. Bi vê berpirsyariya dîrokî li dijî komplogeran sekinî û girêdaniya xwe ya bi xeta Rêbertiyê re nîşan da.

‘VIYAN BI SEKNA XWE BÛ PÎVANA DILSOZÎ Û PARASTINA XETA RÊBER APO‘

Komploya li dijî Rêbertiya me bi tecrîdeke giran a mutleq re dewam dike. Li hemberî plangeriyên nû yên siyaseta komplo û tecrîdê tevgera azadiya jin û gelê me bi pêşengtiya gerîla şerê azadiyê didin meşandin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîneke dijwar pêş dixînin. Li hemberî hemû êrişan berxwedaniyeke bêhempa bi dayîna berdêlên giran dewam dike. Têkoşîna azadiyê ya li dijî komployê bi ruhê Viyanan û bi sedan hevrêyên ku bi agirê bedena xwe li dora Rêbertiya me bûn xeleka ji agir di roja îro de li her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê dewam dike. Eger di roja îro de mirovahiya pêşverû û jinên cîhanê xwedî li Rêbertiya me derdikevin, ji bo azadiya wî têkoşînê didin meşandin ev bi saya nirxên şehîdên me ye. Bi saya paradîgma û xeta azadiya jinê ya Rêbertiya me ye. Hevrê Viyan Soran li ser vê xetê, bû milîtana pêşeng ya partiya me û paradîgma Rêbertiyê. Bi nêrîn, bi zeka û heskirina xwe ya jinê li ser paradîgma Rêber Apo kûr bû. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî têkoşîna xwe ya azadiyê hûnand. Hevrê Viyan bi sekna xwe ya li hemberî komplogeran di dîroka têkoşîna azadiya jinê de bû pîvana dilsozî û parastina xeta Rêber Apo.

‘XETA AZADIYÊ YA VIYAN ÎRO LI HER DERA KURDISTANÊ DEWAM DIKE‘

Sekna hevrê Viyan, li hemberî hevkarî û xeta xiyanetê ya PDK’ê dimeşîne, xeta berxwedanê ye. Îro ev xet di serî de li nava jinên Başûrê Kurdistanê, ciwanên Başûr û tevahî Kurdistanê bûye îradeya azad. Têkoşîna kadroya pêşeng a xeta azadiya jinê ya hevrê Viyan, îro li Başûr û li her derê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ dewam dike. Sekna Berfînan, Delalan û Helmetan a ku li ser xeta Viyanan berê xwe dan çiyayên azad û li dijî dagirkeriya deweleta Tirk a faşîst û hevkarê wê PDK’ê, sekna bi rûmet ya gelê me yê Başûrê Kurdistanê ye. Israra di nasname û hebûna azad di şexsê van gerîlayên qehreman de gihîştiye lûtkeyê.

‘TÊKOŞÎN WÊ HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ BI RUHÊ VIYANAN DEWAM BIKE‘

Li ser vî esasî wê têkoşîna jin, ciwan û gelê me ya li dijî komplo, li dijî dagirkerî û hevkariyê di sala 25’emîn ya komployê de, bi ruhê Viyanan û bi hezaran şehîdên me yên bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê misoger bibe were meşandin. Wekî partiya azadiya jinên Kurdistanê PAJK’ê em ê li dijî komployê bi helwest û dilsoziya bi hevrê Viyan re têkoşîna xwe bilindtir bikin. Li hemberî bîranîna şehîdên me, em careke din bejna xwe ditewînin û soza me da ye şehîdan em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê mîsoger bikin dubare dikin. Em wekî milîtanên Rêber Apo û hevrêyên Viyanan vê erkê ji bo xwe weke erkeke dîrokî û deynê şehîdên xwe dibînin ku bînin cîh.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên ciwan li Almanya û Swîsrê bi xwepeşandanek Şehîd Viyan Soran bi bîr anîn

Nivîsa Pêş

HPG: Tîmên YJA Starê li herêma Xakurkê bi çekên giran li dagirkeran xist

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Tîmên YJA Starê li herêma Xakurkê bi çekên giran li dagirkeran xist

HPG: Tîmên YJA Starê li herêma Xakurkê bi çekên giran li dagirkeran xist

Nora Merino: Enternasyonalîst ji bo meşê amade ne

Nora Merino: Enternasyonalîst ji bo meşê amade ne

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.