Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Doza ku Rêber Apo li hemberî Yewnanistanê vekiribû hate qebûlkirin

Edîtor: Çekdar Amed
30/11/2022 - 11:14
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Doza ku Rêber Apo li hemberî Yewnanistanê vekiribû hate qebûlkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî nûçeya Deûtsch Welleyê (DW) serlêdana ku Rêber Apo bi rêya parêzerên xwe kiribû hate qebûlkirin. Di serlêdanê de hate diyarkirin di pêvajoya komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji aliyê hêzên navneteweyî hatibû destpêkirin, tiştên ku Yewnanistanê li dijî Rêber Apo kiriye li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Di serlêdanê de hate diyarkirin ji ber ku Rêber Apo teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin, li ser serlêdana wî ya îltîcaya ji bo Yewnanistanê nehatiye sekinandin, dema ku li Yewnanistanê bûye bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û destûr nehatiye dayîn ku li dadgehên Yewnanistanê ew li mafê xwe bigere, ev hemû tişt li dijî gelek xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne.

Di wan deman ku Rêber Apo li Yewnanistanê bû (9’ê Cotmeha 1998’an balefirgeha Atînayê, 29’ê Çileyê-2’ê Sibata 1999’an Girava Korfûyê, 2-15’ê Sibata 1999’an Sefaretxaneya Yewnanistanê ya li Kenyayê) bi awayekî fîîlî û bêyî zemîneke hiqûqî hatiye girtin û ev jî li dijî xala 5’emîn a derbarê mafê azadî û ewlekarî ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Rêberê Gelê Kurd beriya pêvajoya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 4’ê Kanûna 2008’an de serî li Dadgeha Îdarî ya Atînayê dabû û diyar kiribû rayedarên Yewnanistanê derbarê wî di sala 1999’an de hin biryar dane û ev biryar li dijî vê rêgezê ne, heke kesek du caran ji bo îltîcayê serlêdanê bike, nabe ku ev kes were vegerandin. Vê serlêdana Ocalan di 30’ê Çileya 2017’an de ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Atînayê hatibû redkirin.

Di biryara Dadgeha Îdarî de hatibû gotin ku “Polîtîkaya hikumeta Yewnanistanê li derveyî kontrola daraza îdarî ye”, “Serdema di navbera 29’ê Çileyê û 15’ê Sibatê de ji bo lêkolîna li ser serlêdana îltîcayê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dem tunebû” û “Nabe ku dewlet bibe berpirsê xisara ku xebatkarên îstîxbaratê kirine.”

JI ALIYAN FIKR HATE XWESTIN

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana Ocalan qebûl kir û ji hikumeta Yewnanistanê û ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd fikr xwest. Dadgehê ji hikumeta Yewnanistanê pirsî û got “Gelo sîxurên Yewnanistanê Rêber Apo teslîmî dewleta Tirk kirin?”Heta 12 hefteyan divê her du alî fikra xwe ragihînin ji dadgehê re. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser van fikran wê di doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li hemberî Yewnanistanê de, sala bê dibe ku biryara xwe eşkere bike. Dadgeh dikare di vê pêvajoyê de rûniştinan jî bike.

DMME BIRYARA ÎXLALÊ DA

Rêber Apo berê jî derbarê Tirkiyeyê doz vekiribû. Pêvajoya doza Rêber Apo a li DMME’yê di 16’ê Sibata 1999’an de dema ku ji Kenyayê ew anîbûn Tirkiyeyê hatibû destpêkirin. Parêzeran Ocalan bi sedemên ‘jiyana wî di xetereyê de ye, miameleyeke xerab lê hatiye kirin û ew ê bi awayekî hiqûqî neyê darizandin” serî li daraza Strasboûrgê dabû. Piştî serlêdanê di 2’ê Adara 1999’an de Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkene û Miameleya Xerab  a Ewropayê (CPT) bûbû yekemîn heyeta biyan a ku çûbû serdana Îmraliyê. CPT’ê di Gulana 1999’an de derbarê ‘Ocalan êşkence û miameleyeke xerab nedîtiye’ raporek weşandibû.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana Rêber Apo piştî rûniştina di 21’ê Mijdara 2000’an de ya ku li Strasboûrgê hate kirin, qebûl kir û di 12’ê Adara 2003’an de di biryara xwe ya pêşîn de diyar kiribû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema li Tirkiyeyê hatiye darizandin xala 6’emîn a derbarê darizandina bi edalet, xala 5’emîn a derbarê mafê azadî û ewlekariyê û xala 3’emîn a derbarê miameleya xerab ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine îxlalkirin.

Li Dadgeha Mafên Mirovan Ewropayê doza duyemîn a Rêber Apo (Ocalan-2) di sala 2014’an de bi encam bûbû. Dadgeha Strasboûrgê giliyê li ser esasê xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nirxandibû û diyar kiribû di şertên girtîbûna heta 17’ê Mijdara 2009’an ên Rêber Apo de, maf hatine binpêkirin.Dadgehê diyar kiribû piştî vê dîrokê di şertên girtîbûnê de tu binpêkirin tuneye û ji bo serlêdanên serdanên girtîgehê jî îddîa kiribû ku ‘binpêkirina mafan tune’. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwe spartibû xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, di serlêdana li ser esasê ‘mafê hêviyê (bêyî îxtîmala berdana bi şert, cezayê girtîgehê yê heta hetayê)’ de biryara binpêkirinê dabû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bîranînên bi naskirina PKK’ê re

Nivîsa Pêş

HPG’ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
HPG’ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê 3 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Gerîla TV dîmenê çekên ku li Girê Cehennemê hatin desteserkirin weşand

Gerîla TV dîmenê çekên ku li Girê Cehennemê hatin desteserkirin weşand

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.