Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Bi hezkirina doza Kurd re mezin bû – Şehîd Demhat Têkoşîn

Dosyaya me taybet di beşa xwe ya 6'emîn de derbarê têkoşîna şehîd Demhat Têkoşîn de ye.

Edîtor: Nucan Serdoz
27/10/2022 - 1:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagiker bi pêşengiya AKP û MHP’ê ku hikumeke şerê taybet e, di êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê de, qanûnên navneteweyî bin pêdike û sûcê şer dike. Li hemberî gelê Kurd, hêzên ji bo azadiyê têdikoşin û li dijî mirovên sivîl terora dewletê dimeşîne.

Di 18’ê Cotmeha 2022’an de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya 17 gerîlayên azadiyê parve kir ku bi êrîşên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne. Fermandariya NPG’ê diyar kir, ji ber bê dengî û alîkariya navnetewî ew êrîşên bi çekên kîmyawî hatin zêde kirin.

Li hember van êrîş û hovîtiyan NPG’ê bang li gelên azadîxwaz kir ku li dijî van êrîşan rabin ser piyan û got; “Gelê Kurd yek ji gelê herî qedîm ê vê erdnîgariyê ne. Li ser vê axê bi qasî parastina mafê bi azad û çanda xwe bijî, rewa tiştek din nîne. Dev ji vê polîtîkaya qirker û nîjatperest a dewleta Tirk li ser gelê me û hêzên me yên azadîxwaz pêk tîne berdin. Nebin hevkarên vê sûcên dermirovî! Nebin hevkarên sûcên rejîma Erdogan-Bahçelî ên faşîst ku nirxên darazê yên serdema me ya herî bilind bin lingan dixin û cesaretê nedin wan.”

Yek ji wan 17 gerîlayên azadiyê ku bi çekên kîmyawî şehîd bûne, gerîla Demhat Têkoşîn bû. Şehîd Demhat yek ji wan gerîlayan e ku bi êrîşên hovane yên dewleta qirker li çiyayên azad, li qadên berxwedanê yên Avaşînê şehîd bûye. Şehîd Demhat Têkoşîn bi xwe ji bajarê Kobanê ye.

Şehîd Demhat di nava roprtajekî ku pê re hatî girtin de diyar kiribû ku ew ji demekê zû de ye ku dixwast tevlî nava refên gerîla bibe, lê hertim malbat li pêşiya wî dibû asteng û nedihêşt ku xeyalên xwe zû pêk bîne. Ji ber vê jî wî berê xwe ji bajarê Kobanê da Bakurê Kurdistanê û piştî wê jî çû Sûdan. Di dawiyê de li Sûdanê tevlî nava refên gerîla dibe. Ev jî nîşan dide ku şehîd Demhat tu carî ji bo xwe jiyaneke bê pîvan û bê têkoşîn qebûl nekiriye. Armanc ji tevlîbûna wî azadiya gelê Kurd û tevahî gelê Rojhilata Navîn e. Şehîd Demhat bi tevlîbûna xwe re bang li tevahî ciwanên Kurd, Kurdistan û Rojhilata Navîn dike.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina kesayeta şehîd Demhat Têkoşîn bi van gotinan pênase dike;

“Hevrêyê me Demhat Têkoşîn di malbateke welatparêz de li Kobanê ji dayik bû ku bi berxwedana xwe Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji hemû cîhanê re ragihand. Hevrêyê me Demhat ku di nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava de mezin bû şahidê hemû pêvajoyên şoreşê bû. Hevrêyê me Demhat bi taybetî ji şervanên azadiyê yên ku felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girtin, ji bo parastina gelê me jiyana xwe ji dest dan, gelekî bandor bû. Şoreşgerên neteweyî û enternasyonalîst ên ji çar aliyê Kurdistanê û ji gelek welatên cîhanê di nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de têkoşiyan û şehîd bûn, hevrê Demhat xistiye nava lêpirsînê.

Bi taybetî jiyan, şer û têkiliyên hevrêtiyê yên bi sedan hevrêyên me yên ku ji çiyayên Kurdistanê tevlî şerê Kobanê bûne bandor li wî kiriye, xeyalên xwe gihandine çiyayên Kurdistanê û bibe gerîlayekî azadiyê ava kiriye. Hevrê Demhat ku di ciwaniya xwe de lêgerînên xwe zêde kir, biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Demhat tevî ku ji ber hin sedeman ji bo kar şandine derve jî, bi israr ji Sûdanê welatê Efrîkayê vedigere û di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Hevrêyê me Demhat, diyar kir ku dema ew cara yekem berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji ber azweriya xwe ya azadiyê û dilsoziya bi xeyalên xwe yên zarokatiyê re ji nû ve ji dayik bû, bi coş û heyecaneke mezin tevlî jiyanê bû.

Hevrê Demhat ê ku di demeke ku êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir de tevlî nava refên gerîla bû, perwerdeya xwe ya leşkerî û bîrdozî bi lez û bez qedand, bi berpirsyariya xwe haydar bû û ji bo cihê xwe di eniyên berxwedanê de bigire derbasî Avaşînê bû. Xwezaya bi heybet a qada Avaşînê û têkiliyên xurt ên hevrêtiyê yên li ser bingehê ked û fedekariyê, hevrêyê me Demhat bi girêdanên ku nayên qutkirin bi vê qadê ve girêdaye. Wî jî weke hevrêyên xwe diyardeya kedê weke prensîba bingehîn a tevlîbûna xwe destnîşan kir û li ser vê esasê meşiya, xwe pêş xist. Hevrêyê me Demhat ku di şêwaz û taktîkên bingehîn ên gerîlatiya serdema nû de di demeke kin de kûr bû, hînî bikaranîna gelek çekan jî bû û bû gerîlayekî jêhatî.

Li herêma Avaşînê bi tevlîbûna gelek çalakiyên li dijî dijmin li dijî artêşa Tirk a dagirker li ber xwe da û hesabê êrîşên dijmin ên qirker ên li ser gelê me kir, xwest. Hevrê Demhat ku dema êrîşên dagirkeriyê yên li dijî herêma Avaşînê dest pê kir, cihê xwe di çeperên berxwedanê de girt, bi lehengiya xwe ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêyê me Demhat ê ku her karê ku dikeve ser milê xwe bi awayekî serketî pêk tîne, ji bo ku erka xwe ya ji bo rawestandina êrîşên dijmin ku weke erka herî mezin û pîroz destnîşan kiriye, bi awayekî rast bi cih bîne kedeke mezin daye.

Ji veguherandina tunelên şer heta bi cihkirina pêdiviyên lojîstîk di hemû qonaxên berxwedanê de cih girt û berpirsyariyên milîtaniya Apoyî bi giranî bi cih anî. Di dema şer de hem di tunelên şer de hem jî di tîmên bi tevger de cih girt girt û derbên giran li dijmin xist. Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî berxwedana hevrêyên me bêçare mabû, dîsa rûyê xwe yê kujer û hovane derxist holê û li hemberî hevrêyên me yên hêviya azadiyê ya gelan in, çekên kîmyewî bikar anîn. Em soz didin ku em ê di şexsê hevrêyê xwe Demhat ê ku di êrîşa çekên kîmyewî de şehîd bû, xeyalên azadiyê yên hemû şehîdên xwe pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Lenînîzm bi giştî sedsala me bandor kiriye

Nivîsa Pêş

Sara Serhildan: Divê ciwan bibin kabûsa faşîzmê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Sara Serhildan: Divê ciwan bibin kabûsa faşîzmê

Sara Serhildan: Divê ciwan bibin kabûsa faşîzmê

Hakî Armanc: Em tu carî heval Nûrî ji bîr nakin

Hakî Armanc: Em tu carî heval Nûrî ji bîr nakin

Manşet

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welêtê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.