Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: 3’ê Tebaxê bûye dîrokek nayê ji bîr kirin

Koordînasyona KJK’ê di salvegera qetlîama Şengalê de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got; "3’ê Tebaxê civaka me ya Êzidî di serî de ji bo mirovayetî û herêmê bûye dîrokeke ku divê neyê ji bîrkirin. Bi hezaran Êzidî li ber çavê dinyayê ji ber bawerî û nasnameya xwe hatin qetilkirin û li ser wan qirkirin hate kirin."

Edîtor: Nucan Serdoz
02/08/2022 - 10:09
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KJK: “Heta ku Rêber APO tecrîdkirî be jin jî wê tecrîdkirî bin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) bi wesîleya salvegera qetlîama Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê li ser civaka Êzidî qetlîam kirin û hate gotin “3’ê Tebaxê wekî qirkirina jinan jî ketiye dîrokê. 3’ê Tebaxê civaka me ya Êzidî di serî de ji bo mirovayetî û herêmê bûye dîrokeke ku divê neyê ji bîrkirin. Bi hezaran Êzidî li ber çavê dinyayê ji ber bawerî û nasnameya xwe hatin qetilkirin û li ser wan qirkirin hate kirin. Bi hezaran jinên Êzidî li hemberî her cure kirinên hovane û tarî yên vê faşîzmê hatin, li bazaran hatin firotin, tecawizî wan hate kirin û hatin qetilkirin. Hê jî aqûbeta bi hezaran jinan nayê zanîn.

Di salvegera 8’emîn a fermanê de em wekî roja pêşîn êş, hêrs û tolhildana wê dijîn û em ê vê qetlîamê ji bîr nekin. Kesên ku ev qetlîam kirine û berpirsên vê qetlîamê em wan bi nefret şermezar dikin û em diyar dikin ku em ê di têkoşîna xwe de hesabê wan bipirsin. Şehîdên fermanê û hemû şehîdên berxwedana Şengalê yên ku li hemberî fermanê berxwedan bi rêxistin kirin jî em bi hurmet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna wan li Şengala azad û xweser de bidin jiyîn.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di fermana li ser civaka Êzidî de berpirsyariya PDK û hêzên Iraqê heye û hate gotin “PDK û hêzên Iraqê ji dêvila ku divê hesab bidin vî gelî, nayê qebûlkirin ku ew îradeya civaka Êzidî nas nakin, rêxistinbûn û xwerêveberiya wê qebûl nakin û bi ser dixwazin careke din xwe li ser civaka Êzidî ferz bikin. Civaka me ya Êzidî diyar dike ku di fermanê de berpirsyariya van hêzan heye û peymana 9’ê Cotmehê jî wekî dûmahîka fermanê dibîne û li hemberî vê fermanê ne.

Birînên fermanê çiqasî giran be jî xweparastina civaka me ya Êzidî di serî de, li ser xwerêveberiyê xwe bi rêxistin kir û nehişt ku ferman bi ser bikeve. Lê desthilatdariya faşîst a TC’yê ya ku bi barbarên wekî DAÎŞ’ê re dixebitin, îro tişta ku DAÎŞ’ê nekariye bike, ew dixwazin temam bikin. Desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê tehamulî îradeya xwerêveberiyê ya civaka me ya Êzidî nake û li pêş çavê dinyayê her roj Şengalê bomberdûman dike, zarok û pêşengên civaka Êzidî qetil dikin. Li hemberî ev êrîşên TC’ya barbar li hemberî DAÎŞ’ê dike, ji aliyê dinyayê ve bi bêdengî tê temaşekirin û kes dengê xwe nake.

Li hemberî civaka me ya Êzidî û jinan ên ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser wê qetlîameke mezin hate kirin, berpirsyarî û peywirên me yên mezin heye. Di serî de civak û saziyên navneteweyî, tevgerên jinan, hemû hêzên demokratîk divê li hemberî êrîşên TC’yê yên ku wekî dûmahîka fermanê ne dengê xwe derxînin û helwesta xwe zelal bikin. Li ser vê civakê bi dehan qirkirin hatine kirin û ji bo ku dîsa qirkirin pêk neyê, divê xweparastin, îrade, xwerêveberiya vê civakê  qebûl bikin û piştgiriyê bidin wan.

Di daxuyaniya KJK’ê de hate diyarkirin hinek welatên Ewropayê qetlîama li ser civaka Êzidî wekî qirkirin qebûl kirine, ev gaveke girîng e lê kêm e û hate gotin “Welatên Ewropayê divê li hemberî êrîşên TC’yê yên ku wekî dûmahîka qirkirinê ne jî helwesta xwe zelal bikin û piştgiriyê bidin îradeya xwerêveberiyê ya civaka Êzidî.

Civaka me ya Êzidî û bi taybetî jinên Êzidî çawa ku bawerî, çand û felsefeya Ezda ya ku çanda me ya bi kok e heta îro anîne, ji bo ku ji niha û şûnde karibin van nirxan bidin jiyîn jî wê li ber xwe bidin, xwerêxistinbûna xwe û xebatên xwe yên avakirinê li ser bingeha azadiyê kûrtir bikin. Mezinkirin û domandina vê çanda me ya qedîm a ku bi berxwedanê heta îro hatiye, em Kurd di serî de peywira hemû mirovayetiyê ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rewşa li Başûrê Kurdistanê û Iraqê gelekî xetere

Nivîsa Pêş

KCK: Ji bo ku Elewî karbin azadiya baweriya xwe bi dest bixin, divê xwe parastinê xurt bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê: Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye

KCK: Ji bo ku Elewî karbin azadiya baweriya xwe bi dest bixin, divê xwe parastinê xurt bikin

NPG’ê gerîlayên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên serketî kirin bi peyamekê pîroz kir

NPG'ê bi peyamekê gerîlayên azadiyê yên li qada Mamreşo pîroz kir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.