Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Ji bo ku Elewî karbin azadiya baweriya xwe bi dest bixin, divê xwe parastinê xurt bikin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê têkildarî êrîşên li taxên cuda yên Enqereyê di roja destpêkê ya Rojiya Mûharremê de daxuyanî da û got; "Pêwîste Elewî bibînin ku ji bo karibin azadiya baweriya xwe bi dest bixin, ji bo karibin mafên xwe yên welatîbûna azad werbigirin divê xweparastina xwe xurt bikin û civaka Elewî biparêzin."

Edîtor: Nucan Serdoz
02/08/2022 - 10:15
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Komîteya Baweriyan û Gelan a KCK’ê: Îbadeta herî mezin berxwedana li dijî zilmê ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê têkildarî êrîşên li taxên cuda yên Enqereyê di roja destpêkê ya Rojiya Mûharremê de li hemberî Cemxaneya Dayik Fatma, Cemxaneya Şah-i Merdan, Komeleya Gundê Gokçebelê û Weqfa Tirkmen Elewî Bektaşî hatin kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku ji aliyê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê ve hatî dayîn wiha ye;

“Destpêkê, di vê meha Mûharremê de ku weke ‘Meha Heram’ jî tê naskirin, em êrîşên li Elewiyan şermezar dikin ku ji bo bîranîna şehîdên Kerbelayê rojiya Mûharrem digirin. Bang li Elewiyan dikin ku li dijî faşîzmê û êrîşan têkoşîna yekîtî û demokrasiyê bimeşînin.

Ji ber êrîşên li Enqereyê, em bang li Elewiyan dikin ku li gorî fermana rêya heqîqetê ya ku jê bawer dikin, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hîn bi xurtî û bi bandor helwestê nîşan bidin. Em di wê baweriyê de ne ku Elewî wê hêza xwe ya civakî û siyasî hîn bi rêxistinî nîşan bidin, bersivên xurtir bidin êrîşan û bi yekbûnê bersivê bidin faşîzmê. Ji bo têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzmê di vê pêvajoyê de bi ser bê xistin, em bang li tevger, ciwan, jin, sazî û rêxistinên Elewiyand ikin ku berpirsyariya xwe ya dîrokî bi hev re bi cih bînin.

Hêzên ku xwedî mejî û senteza Tirk Îslamê ne, gihîştine wê astê ku gefê li bawerî û gelên herêmê dixwin, êrîş dikin, bi polîtîkayênq irkirinê hewl didin qir bikin. Dîroka dewleta Tirk dîroka bi komkujiyên li ser komên bawerî û gelan dagirtî ye. Di nava vê dîrokê de yek ji beşên civakî yên ku timî qirkirina çandî û fîzîkî li wan hatiye kirin, zext û asîmîlasyon li wan hatiye ferzkirin, Elewî ne. Dewleta Tirk bi qetilkirina Kurd û Elewiyan hîmê xwe danî û bû xwedî rastiyeke bi vî rengî. Û rejîma faşîst a niha ya AKP-MHP’ê xerabtir e. Dibêje ku hevdîtinê bi Elewiyan re dike, serdana Cemxaneyan dike, lê belê divê Elewî zanibin ku karakterê faşîst ê vê dewletê mezin e. Dema ku serdana Elewiyan dike, hingî ji bo amadekirina bingeha komkujiyeke mezin a li dijî Elewiyan vê yekê dike. Xwe bi rêxistin kirine, amadekariyê dikin, naxwe çima 20-30 hezar çeteyên xwe yên DAÎŞ’ê hene? Hêzên xwe yên paramîlîter hene ku bi rêya SADAT’ê bi rêxistin kirine. Polîs bi temamî di bin xizmeta wan de ne, her wiha pêwîstiyê pê nabînin ku zêde hêzên leşker û polîsan li ber çavan bi kar bînin. Weke ku di mînaka Denîz Poyraz de hate dîtin, eşkere bû ku kujer çeteyeke û ji bo kuştinê hatiye perwerdekirin. Niha daxuyaniyê didin ku êrişkarê li Enqereyê destgîr kirine. Gelo ew kî ye? Çawa dibe ku kesek li pênc deverên cuda bi hemwextî dikare êrîşê bike? Kesekî bêplan, bêrêxistinî, bêamadekarî çawa dikare ewqasî bi plan, bi amadekarî û bi rêxistinî bikeve nava liv û tevgerê?

Ev hemû nîşan didin ku li Tirkiyeyê li dijî Elewiyan pêvajoyeke gelekî xetere destpê kiriye. Radixe pêş çavan ku divê Elewî bi rêxistin bin, dawî li rewşa parçebûyî û ji hev belavbûyî berdin, rojevên sivik li aliyekî dayne û bi rojevên jiyanî re mijûl bibin. Pêwîste Elewî bibînin ku ji bo karibin azadiya baweriya xwe bi dest bixin, ji bo karibin mafên xwe yên welatîbûna azad werbigirin divê xweparastina xwe xurt bikin û civaka Elewî biparêzin. Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo Elewiyan temsîla Yezîtiya vê sedemê dike. Lewma em dixwazin bibêjin ku meşandina têkoşîna demokrasiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tê wateya nûkirina rastiya Huseyînî. Em dixwazin li bîra Elewiyan hemûyan bixin ku li gorî baweriya Elewîtiyê, li her devera ku Yezît hebe divê Elewî hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna demokratîk bibin.

Beriya her tiştî divê Elewî ji bo azadiya baweriya xwe têbikoşin. Ji bo vê jî girîng e Elewî tavilê dawî li sekna belawela û parçebûyî bînin, di çarçoveya perspektîf û bernameyeke hevpar de li dijî faşîzmê li eniya têkoşîna hevpar bibin yek, xwe mezin û xurt bikin. Di serî de Elewî divê hemû hêzên muxalîf û demokratîk ên li Tirkiyeyê, bi wesîleya êrîşên li Enqereyê vê rastiyê bi kûrahî û eşkere bibînin û têbikoşin.

Em dixwazin li bîra Elewiyan, hêzên çep, sosyalîst û demokratîk bixin ku sekna hêjayî ya Huseyînî, parastina mafê mezlûman li dijî zaliman bi têkoşîna li dijî vê dewlet û desthilatdariya çete, komkujer û faşîst dibe, bi mezinkirin û xurtkirina vê têkoşînê dibe. Bi vê wesîleyê em careke din dixwazin destnîşan bikin ku pêşîgirtina li komkujiyên nû bi têkoşîna hevpar a hêzên demokratîk dikare pêk were. Mêtingeriya Tirk ji aliyê îdeolojîk ve xwe dispêre feraseta çewt a Tirk Îslamê. Lewma li hemberî êrîşên têne kirin em bang li Elewiyan, derdorên Îslamê yên demokratîk, xelkê Êzidî û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî Yezîtê vê serdemê li ber xwe bidin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: 3’ê Tebaxê bûye dîrokek nayê ji bîr kirin

Nivîsa Pêş

NPG’ê bi peyamekê gerîlayên azadiyê yên li qada Mamreşo pîroz kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
NPG’ê gerîlayên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên serketî kirin bi peyamekê pîroz kir

NPG'ê bi peyamekê gerîlayên azadiyê yên li qada Mamreşo pîroz kir

Li Merîwanê 2 zarok hatin qetil kirin

Li Merîwanê 2 zarok hatin qetil kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.