Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeran nava sê mehan de – 1528 dagirker hatine cezakirin

HPG’ê bîlançoya şer a sê mehan eşkere kir. Li gorî bîlançoyê 1129 çalakî hatine kirin, 1528 dagirker hatine cezakirin, 3 helîkopter û tankek jî di nav de gelek wesayîtên leşkerî hatine îmhakirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
15/07/2022 - 12:17
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG: Di 24 saetên dawî de 41 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 dron hatin xistin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şer a sê mehan eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a mêtinger û faşîst êrîşî qadên Zap, Avaşîn û Metînayê kiribû û dest bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê kiribû. Sê meh ji ser van êrîşan derbas bû. Di van êrîşan de bi hezaran dagirker hatine seferberkirin, teknîka şer a NATO’yê ya di serdemê de herî pêşketî ye, hate bikaranîn. Gelekî eşkere ye ku armanca sereke ya van êrîşan ev e ku diyardeya Kurdistan û Kurdan a ku dagirker jê ditirsin, ji holê were rakirin. Rêber Apo gelê me ji qirkirinê rizgar kir û ew ji nû ve kir gel. Hêzên mêtinger ên ku ji felsefeya azadiyê ya Kurdistanê gelekî ditirsin, hemû derfetên xwe seferber kirine û dixwazin hêviyên azadiyê yên gelê me tune bikin.

Li hemberî van êrîşên nemerdane yên dermirovî û di hiqûqa şer de tu cihê wê tune, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi fedaî şer dikin li eniyên şer bi pratîka xwe ya bêhempa bersiva pêwist didin dagirkerî û dagirkeriyê. Hêzên me yên gerîla yên ku hêza xweparastina gelê me ne, ji roja ku êrîş dest pê kirine heta niha bi berxwedaneke mezin a ku di dîrokê de kêm mînaka wê heye, hêviya serfiraziyê ava kiriye. Hevrêyên me di şertên herî dijwar de, ji eniyekê diçin eniyeke din, xwedî li rûmeta gelê me derketine û careke din îspat kirine ku tu kes wê nikaribin ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ya rastiya Kurd û Kurdistanê ku Rêber Apo ew afirandiye, biqedînin.

Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya Kurdên îxanetkar û bi çekên ku hêzên NATO’yê daye wan Qadên Berxwedanê bi deh hezaran caran bi obus, hawan û helîkopterên êrîşê û balefirên şer bombe kirine lê dîsa jî nekarîne berxwedana hêzên me bişkînin û taktîka dagirkeran xitimiye. Ji bo ku xwe ji vê xitimandinê rizgar bike, artêşa dagirker her dem tevgera dagirkeriyê berfirehtir kiriye û herî dawîn di 4’ê Tîrmehê de bi dehan caran bi obus, hawan û helîkopterên êrîşê û 17 caran jî bi balefirên şer Qadên Berxwedanê yên Girê Amêdiyê bomberdûman kirine û piştî van êrîşan karibûne leşkeran deynin qadê. Hêzên me bi lez mudaxele kirine, li van cihên ku daketine erdê jî derbên giran li dagirkeran xistine. Hêzên me çûne ser bi dehan cenazeyên dagirkeran gelek alavên leşkerî desteser kirine û wekî îspat dest danîne ser du cenazeyên leşkeran. Artêşa Tirk a dagirker nirxên mirovayetiyê tune hesibandiye û êşkence li cenazeyên gerîlayên şehîd kiriye û di heman demê de bi dehan caran bi balefirên şer û obusan cenazeyên xwe jî bombe kirine û hewl dane van îspatan ji holê rakin. Ligel ku artêşa Tirk a dagirker gelek hewldanên qirêj kirine, gelek cenazeyên dagirkeran bi rojan di bin kontrola hêzên me de mane.

DAGIRKER ÇEKÊN KÎMYEWÎ, BOMBEYÊN TERMOBARÎK Û FOSFORÊ BI KAR TÎNIN

Dagirker li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nekarîne bi pêş ve biçin û derbên giran xwarine. Artêşa Tirk a mêtinger li hemberî vî tiştî hiqûqa şer bin pê kiriye, li Qadên Berxwedanê jî çeperên şer bi hezaran caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kiriye. Ligel van êrîşan jî hêzên me li ber xwe dane, dagirkeran nekarîne encamekê bi dest bixin û li ser çeperên şer bombeyên termobarîk û fosfor ên qedexekirî bi kar anîne.

Hêzên me bi Pêngavên Şoreşger ên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş gelek çalakî kirine. Tîmên me yên bi tevger ruhê serdemê zeft kirine û her firsend veguherandine çalakiyê, taktîkên serdegirtin, vedizî, sabotaj, sûîkast û kemînê di nav hev de bi kar anîne û gelek çalakiyên bi koordîne li dar xistine.Bi Operasyonên Tolhildana Şoreşger bêhna dagirkeran çikandine. Di pêvajoya şerê sê mehan de, gerîlayên modernîteya demokratîk a Kurdistanê Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî xistiye pratîkê, bi tarza şerê li çeper û tunelan careke din îspat kiriye ku li ser xeta serfiraziyê dimeşe.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ruhê êrîşê yê fedaî ya hevrê Zîlan bi ruhê Berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê kirine yek, li her bihusta welatê me yê pîroz bêyî fikar şer kirine û hemû derfetên teknîkî yên dagirkeran pûç kirine. Di çalakiyan de payebilind jî tê de bi sedan dagirker ceza kirine, çûne ser gelek cenazeyên leşkeran û gelek alavên leşkerî desteser kirine. Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku li hemberî gerîlayên me bi ser bikeve, ligel ku yekîneyên xwe yên taybet û bijartî şandiye qada şer jî derbên giran xwariye.

Dagirkeran li hemberî berxwedana destanî û tarza şerê fedaî ya hêzên me nekarîne encamekê bistînin û 1198 caran bi çekên kîmyewî, cureyên bombeyên taktîk nukleer û termobarîk wekî teqemenî bi kar anîne, qanûnên şerê navneteweyî bin pê kirine û sûcekî herî giran kirine.

GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ MÎSOGERIYA MEŞA SERFIRAZIYÊ YE

Artêşa Tirk a dagirker bi beşdariya bi hezaran dagirker û kontrayan li Bakurê Kurdistanê bi sedan êrîşên berfireh kirine lê tu encam bi dest nexistiye. Gerîlayên me yên azadiyê di vê serdemê de li Bakurê Kurdistanê çalakiyên xurt kiriye û careke din hesabê qirêj ê dagirkeran pûç kiriye.

Qehremanên me yên nemir ên ku bi ruhekî fedaî heta fîşeka xwe ya dawîn şer kirine, li pêşiya dagirkeran bendeke ku nayê derbas kirin ava kirine. Di vê pêvajoya berxwedana dîrokî de ya ku şehîdên me bi kedeke mezin pêşengiya wê kirine, 72 hevrêyên me şehîd bûne. Îrade û mîrateya ku şehîdên me yên nemir bi fedaî şer kirine û ava kirine, wê bibe mîsogeriya doza azadiyê ya pîroz a Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê û meşa serfiraziyê.

BÎLANÇOYA ŞERÊ 3 MEHAN

Bîlançoya şerê navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Tîrmehê wiha ye:

Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me hatine lidar xistin;

Hêzên Parastinê yên hewayî bi şêwazê kemîn, vedizîn, serdegirtin, sabotaj, sûîkast, çekên giran, pevçûn-derbe, operasyonên koordîne yên gerîla û şoreşgerî 1129 çalakiyên gerîla li dar xistine.

Di encama çalakiyên hêzên me de;

-3 ji van kontra û 6 jê payebilind bi giştî 1528 dagirker hatin cezakirin.

-217 dagirker birîndar bûn.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Bi qasî ku hêzên me karîn tespît bikin, di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî Herêmên Berxwedanê;

– Bi balafirên şer 2 hezar û 623 caran hatiye bombekirin.

-1978 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatiye bombekirin.

– Tunelên şer û çeperên hêzên me 1198 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Çek û alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatine desteserkirin;

– 7 tivingên piyade MPT-55

– Tivingeke piyade MPT-66

– 2 tivingên piyade M-16

-Tivingeke piyade ya AK-47

– 2 tivingên HK-416

– 3 Demançe

– Çekeke BKC

– Roketavêjeke B-7

– 2 çekên bombeavêjê

– 4 guleyên bombeavêjê

– 3 Êlekên êrîşê (Pola).

– Mertalekî pola

-2 Rext

– 5 jarjor

– Kamerayeke termal

– Dûrbîneke termal

– Dûrbîneke lazer

– 2 nîşanderka lazer

– 2 amûrên çekên ya ji bo nîşandana tînê

– 6 Dûrbînên roj û şevê

– 4 mayîn

– Amûreke teqandina mayînan

– 848 guleyên M-16 û BKC

– Cîhazeke aselsan

– 5 telefonên destan

– 3 kamerayên seriyan

– Nîşangehek

– Paneleke rojekê

– Pûsûlayek

– 3 kêr (Kasatura)

– Çavkaniyeke enerjiyê

– 4 çenteyên Leşkerî

– 8 ronahîyên destan (fener)

– 2 pergalên kameraya mobese

– 2 veguherkerên enerjiyê yên UPS

Amûrên leşkerî û wesayîtên ku ji aliyê hêzên me hatin rûxandin;

– Helîkoptereke êrîşê

-2 helîkopterên Skorsky

– Tankek

– 6 wesayîtên leşkerî yên zirxî

– Kamyona kepçeyê

– 2 çekên BKC

– 4 çekên A4

– 2 amûrên jammerê ya sînyalê dibire

– 3 Radar

– 19 drone

– 3 kamerayên termal

– Teleskopek

– 32 pergalên kameraya mobese

– 2 amûrên guhdariya deng

– 1 Kamerakêş (fotokapan)

– Konteynirek

– 2 sensorên tevgerê

– Kamelyayek

– 16 konê leşkerî

– 41 çeperên şer

Amûrên leşkerî yên ku ji aliyê hêzên me hatine derbkirin;

– 25 helîkopterên êrîşê

– 31 helîkopterên Skorsky

– 9 drone

– Wesayîteke zirxî ya leşkerî

– 12 çeperên şer

– 2 kepçe”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YPS’ê sê xefikên kamera ku li dijî gerîla dihatin bikaranîn îmha kir

Nivîsa Pêş

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja xwe ya 494’an de dewam dike

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Emîne Şanyaşar: Li vî welatî edalet tune ye

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja xwe ya 494'an de dewam dike

LEZGÎN: 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, dronek hate îmha kirin

LEZGÎN: 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, dronek hate îmha kirin

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.