Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Xebat Andok: Divê her kes bi erk û berpirsyariya xwe ya mezin rabe

Xebat Andok destnîşan kir, ku dewleta Tirk bi hêza ji bikaranîna çekên kîmyewî werdigire vî şerî dimeşîne û got, "Ji sibehê heta êvarê li her qadê çekên qedexekirî bi kar tîne, lê belê qaşo saziya mafên mirovan a navneteweyî bêdeng e.

Edîtor: Nucan Serdoz
27/06/2022 - 9:53
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Xebat Andok: Divê her kes bi erk û berpirsyariya xwe ya mezin rabe
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok ji Radyoya Dengê Welat re rojev nirxand.

Xebat Andok destpêkê işaret bi tecrîda bi rêk û pêk a li Îmraliyê kir û bi bîr xist ku sîstema Îmraliyê ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve hatiye avakirin.

‘HÊZÊN KAPÎTALÎST LI ÎMRALIYÊ TÊK ÇÛN’

Andok got, “Lê belê hêzên kapîtalîst di şexsê Rêbertî de li Îmraliyê têk çûne. Wan dixwestin Rêbertî teslîm bigirin, bêwate bikin, têkiliya xwe ya bi rêxistin, gel û civakê qut bikin û bêhêz bikin. Lewma gava mirov bala xwe dide ser Îmraliyê, dide ser sekna Rêbertî, hingî dibînin ku sîstema modernîteya kapîtalîst negihîştiye armanca xwe. Li gel zext, êşkence û zilmê jî bi ser neketin. Her tiştên ku hêzên kapîtalîst dixwestin li Îmraliyê bikin, bi rengekî berevajî bi encam bûn. Ji wan hebû ku wê Rêbertî bêhêz bikin, lê Rêbertî ji her demê xurtir e. Her wiha di şexsê Rêbertî de xwestin PKK’ê tune bikin, lê belê PKK bi hêza ji Rêbertî werdigire ji her demê xurtir e. Li pey wê yekê bû ku têkiliya Rêbertî bi gelê Kurd re qut bike, lê ev têkilî qewîntir bû.”

‘FIKRÊ RÊBERTÎ LI TEVAHIYA CÎHANÊ BELAV BÛYE’

Xebat Andok li ser kampanya û hewldanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wiha axivî: “Li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşîn tê kirin. Li derveyî welat jî gelê me ji bo Rêbertî timî li ser piyan e. Yanî fikrê Rêbertî li tevahiya cîhanê belav bûye, asta xwedîderketinê jî li ser vê bingehê roj bi roj zêde bûye. Kampanya, konferans, sempozyûm têne lidarxistin, fikir û felsefeya Rêbertî ji mirovan re tê ragihandin. Bêguman hin kêmasiyên xwe hene. Eger ev kêmasî ji holê bêne rakirin, di şerê dijî modernîteya kapîtalîst de serketin wê teqez a gelê me û mirovahiyê be.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok bi dewamî şerê li dijî dagirkeriyê nirxand.

Andok destpêkê gerîlayên di pêngavên Cenga Xabûrê, Şehîd Savaş Maraş û Bazên Zagrosê de şehîd bûn bi rêzdar û bi minetdarî bi bîr anî, soza serketinê dubare kir.

‘ŞER LI HER DERÊ TÊ KIRIN’

Xebat Andok diyar kir ku ew dixwazin bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî vê dewletê têk bibin û wiha axivî: “Ew jî dixwazin bi ‘Plana Têkbirinê’ PKK’ê tasfiye bikin û gelê Kurd qir bikin. Pêvajo ewqasî giran e. Navenda şer dibe ku Metîna, Zap, Avaşîn û Herêmên Parastinê yên Medyayê be, lê belê şer li her derê tê meşandin. Ji Heftanînê heta bi Qendîlê dewleta Tirk li her derê êriş dike. Li Mexmûrê, Şengalê, Kerkûkê, Başûr li her qadê şer heye. Li Rojava her tim şer heye û dixwazin vî şerî bigihînin asteke cuda. Şerê li Bakur ji xwe ji berê ve dewam dike. Li dijî gelê Kurd ji bilî êrişên qirkirinê tiştek nayê kirin. Ji ber ku qaşo di nava sînorên dewleta Tirk de ye û her tim zilm û êşkence li wan tê kirin.”

‘PDK LI GORÎ DILÊ XWEDIYÊ XWE DIAXIVE’

Xebat Andok destnîşan kir, ku dewleta Tirk bi hêza ji bikaranîna çekên kîmyewî werdigire vî şerî dimeşîne û got, “Ji sibehê heta êvarê li her qadê çekên qedexekirî bi kar tîne, lê belê qaşo saziya mafên mirovan a navneteweyî bêdeng e. Ji ber ku NATO wan bêdeng dike. Her wiha hin Kurdên noker, xayin hene ku cihê xwe di nava komployê de girtine. Îro jî heman rewş heye. Di şexsê PDK’ê de xeta xiyaneta Kurdan dewam dike. Ew jî dixwaze PKK bê tasfiyekirin. Nabêjin, ‘Gelo nêzîkatiya gelê Kurd a li PKK’ê çi ye, eger PKK’ê weke hêviyekê dibîne hingî em jî weke hêzên Kurd dest bidin hev û li ber dagirkeriyê rabin’. Derdekî PDK’ê yê bi vî rengî nîne. Li gorî dilê xwediyê xwe diaxive. Tespîtên dewleta Tirk ên têkildarî PKK’ê çi be, yên PDK’ê jî bi heman rengî ye. Tespîtên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û şervanan çi be, y ên PDK’ê jî bi heman rengî ye. Xanedaniya Barzanî ji bo tasfiyekirina PKK’ê seferber bûye. Eger PKK tasfiye bibe, kes silavê jî nade PDK’ê.”

‘TOLA DÎROKÎ JI DIMIN TÊ HILANÎN’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok işaret bi aliyekî din ê şer kir û wiha axivî: “Ev şer şerê man û nemanê ye, şerekî stratejîk e, paşeroja gelan, çareseriya pirsgirêka Kurd an jî man û nemana Kurdan wê di vî şerî de diyar bibe. Hevalên me yên ku di çeperan de şer dikin bi vê yekê baş zanin. Di asta herî bilind de bi rengê fedaîtî li ber xwe didin. Li dijî hêza NATO’yê li ber xwe didin. Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe yên teknîkê êrişî gerîla dike. Hevalên me jî li dijî van êrişan têdikoşin û koka leşkerên Tirk diqelihînin. Bêguman em jî şehîdan didin, lê belê her hevalek heta şehîd bikeve bi dehan dagirkeran ceza dike. Tola dîrokî ji dijmin hiltînin. Ji wî dijminê ku bi salane xwîna Kurdan dirijîne, dixwaze gelê Kurd tune bike, hesab dipirsin. Ev berxwedan wê serketinê bi xwe re bîne.”

‘DIVÊ HER KES BI ERK Û BERPIRSYARIYA XWE YA MEZIN RABE’

Xebat Andok destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê potansiyela xwe hînê bi temamî nexistiye dewrê û got, “Weke Tevgera Azadiyê dema ku em li her devera Kurdistanê û derveyî welat ketin nava liv û tevgerê, hingî wê koka vê dewletê biqelihe. Yên ku dixwazin Tevgera Azadiyê tasfiye bibe, wê bi temamî têk biçin. Yekane stratejiya ku dijmin têk bibe stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Ji bo serketina vê stratejiya bar û wezîfeya mezin dikeve ser milê her kesî. Divê her kes li gorî vê yekê tevbigere.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Heval Helmet xwedî taybetmendiya Rêber Apo û PKK’ê bû

Nivîsa Pêş

PAJK: Li Zap, Avaşîn û Metînayê li ser xeta Zîlan şer tê kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
PAJK: Li Zap, Avaşîn û Metînayê li ser xeta Zîlan şer tê kirin

PAJK: Li Zap, Avaşîn û Metînayê li ser xeta Zîlan şer tê kirin

KJK: Ev şer teqez serkeftinê heq dike

KJK: Ev şer teqez serkeftinê heq dike

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.