Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG’ê: Em hevrêyên xwe hemûyan silav dikin ku bi ruhê fedaî şer dikin

Edîtor: Çekdar Amed
17/06/2022 - 12:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
NPG’ê: Em hevrêyên xwe hemûyan silav dikin ku bi ruhê fedaî şer dikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ev daxuyanî da:

“Dema ku mirov bala xwe dide ser agahiyên ku hêzên me vê hefteyê dane û çalakiyên ku lidar xistine; tê fêhmkirin ku ji aliyê bicihanîna rê û rêbazên gerîlatiya serdema nû ve asteke girîng hatiye bidestxistin. Bi ruhê êrişê yê bilind, bi lêdana aqilane, wêrek û tûj;

– 31’ê Gulanê li herêma Besta ya Botanê bi hostatî û hesasiyeteke mezin cerdevanên li pêş hatin hişyarkirin û astengkirin û piştre jî tenê li dijminê dagirker hate xistin û hate cezakirin.

– 4’ê hezîranê li navçeya Şaxê ya Wanê bi sûîqestê li dagirkerên li nîzamiyeya qereqola Tingê hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

– 8 û 9’ê Hezîranê li Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şahîn û Karker bi çalakiyên sûîqestê yên serketî gelek dagirker hatin cezakirin.

– 9’ê Hezîranê li herêma Metînayê li Girê Ortê 4 dagirker ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin cezakirin, 5 jî birîndar bûn.

– 10’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sûîqestê û taktîkên êrişê 4 dagirker hatin cezakirin.

– 10 û 11’ê Hezîranê tevî ku dagirkeran bi bombardûmaneke bi rojan a li ser qada Dola Şîvê xwestin bi pêş ve biçin, hêzên me yêyî windahiyê bidin pêşî li pêşveçûna dijmin girtin û 6 dagirker ceza kirin, droneyek jî xistin.

– 11’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Karker bi du taktîkên sabotajê yên serketî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn.

– 12, 13, 15 û 16’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Karker bi sûîqestê dagirker li ser hev hatin cezakirin.

– 13’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çalakiyên serdegirtin û sûîqestê yên koordîneyî 10 dagirker hatin cezakirin, sîstemeke radarê hate îmhakirin.

– 14’ê Hezîranê li herêma Avaşînê li qada Mervanosê bi çalakiya gerîla ya koordîneyî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 termal û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin.

– 15 û 16’ê Hezîranê li hemberî dijminê ku dixwest li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi pêş ve biçe, xefikeke mezin hate amadekirin û bi Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî, gelek taktîk di nava hev de bi hostatî hatin bikaranîn, bêyî ku windahî bê dayin 57 dagirker û kontra bi rengekî serketî hatin cezakirin. Ev çalakiyên hatin lidarxistin ji çalakiyên sereke yên serketî ne ku derketin pêş.

Li ser bingeha pêngavên şoreşgerî yên Şehîd Şervan-Şehîd Diljîn Egîdên Botanê, Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê Şehîd Savaş Maraş, hevalên me li her derê bi tempoyeke bilind her roj bi her awayî, bi afirîneriya taktîkê, bi rêbaza lêdanê ya bi rengê baz çalakiyan lidar dixin. Bi taybetî li dijî dijminê ku dixwaze Zap, Avaşîn û Metînayê dagir bike her roj derb lê tê xistin, fatûreya sûcê dagirkeriyê timî lê tê birîn û cezakirin. Dost û dijmin her kesî dît ku ketina dagirkeriyê li Kurdistanê hêsan nîne.

Dilê gelê me û dostan ên bi berxwedana gerîla lê dide, bi çalakiyên serketî yên we hevrêyên me ku li ser xeta lehengiyê şer dikin, bi moral û hêvî tijî dibe. Li ser vê bingehê hesab ji dewleta Tirk tê pirsîn ku zarokên bêguneh ên gelê Kurd li Bamernê û Şengalê qetil dike, heyfa gelê me li erdê nayê hiştin. Vê ekê jî careke din nîşan da ku gerîla parêzvanê rasteqîn ê Kurdistanê û nirxên gelê Kurd e.

Tîmên bi tevger ên ku van çalakiyan lidar dixin, hevalên ku bi îradeyeke mezin li tunelên şer şer dikin, hemû fermandar û şervanên ku di van çalakiyan de keda xwe hene, ji ber ruhê êrişê yê bilind, rêbaza lêdanê ya encamgir û taktîkên gerîla yên afirîner, em hemûyan pîroz dikin.

Em bawer in ku Pêngava Şoreşgerî wê bi çalakiyên gelekî serketî û operasyonên şoreşgerî bênavber dewam bike. Em hevrêyên xwe hemûyan bi hezkirin û rêzdarî silav dikin ku bi ruhê fedaî şer dikin.”

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Nivîsa Pêş

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê: hemû êrişên li ser Êzidî û Şengalê de roleke taybet a PDK’ê heye

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê: hemû êrişên li ser Êzidî û Şengalê de roleke taybet a PDK’ê heye

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê: hemû êrişên li ser Êzidî û Şengalê de roleke taybet a PDK’ê heye

QSD’ê: Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk 35 caran li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geriyan û li malekek li Qamişloyê dane

QSD’ê: Balafirên bêmirov ên artêşa Tirk 35 caran li asîmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geriyan û li malekek li Qamişloyê dane

Manşet

  • Karasu: Êrîşên Li Ser Rojava Provokasyoneke Li Dijî Pêvajoyê Ne
  • Ciwanan Li Ber Navenda Partiya CDU Ya Li Munsterê Performansek Şanoyî Pêşkêş Kirin
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!
  • Ciwanan Li Berlînê Êrîşên Li Ser Rojava Protesto Kirin
  • Pankartek Bi Nivîsa “Rojava Biparêze” Li Ser Avahiya Ku Peymana Lozanê Lê Hatiye Imzekirin Hate Daliqandin
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin
  • Ciwanê Ji Kerkûkê Di Berxwedana Li Rojava De Şehîd Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helbesta “ROJPERESTIM” Ji Ciwanên Êzidî Ji Bo Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ên Ku Ji Bo Piştgiriya Bi Rojava Hatibûn Hatin Binçavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG – YPJ: Rizgariya Jinan Di bin Êrîşê de ye Berxwedan Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN, Xwendekar û YUNA Semînerek Li Ser Rojava Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.