Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Du+yek Dewletên Tirk

Edîtor: Nucan Serdoz
22/05/2022 - 0:06
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Destpêkirina 1’ê Gulanê – Roja Cîhanî Ya karkeran
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Yaşar Eroglu Nivîsandî..

Min weke du+yek sernav danî. Du dewletên bi navê tirk hene, di vê dawiyê de yek lê zêde bû. Ya + yek kîjan e? Gelo Azerbaycan e, Tirkmenistan e yan dewleteke ji koka xwe weke tirk tê zanîn a Asyaya Navîn yeke din e? Mixabin a + yek ji van dewletan yek nîn e. Dîsa mixabin ew a + yek ji eslê xwe kurd e. Navê wê Herêma Federal a Kurdistanê ye. Di sala 2003’yan de li gorî hiqûqa navdewletî rewa hatiye qebûlkirin.

Dewleta tirk a Kibrîsê bi dest û fermana Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin, hê jî ev rewş di hiqûqa navneteweyî de mijara nîqaşên bênavber û bêdawî ye. + yeka tirk yanî Herêma Federal a Kurdistanê bêyî dînamîkên navxweyî, bêyî riza û bi dijberiya dewleta tirk ji aliyê DYA’yê ve hatiye avakirin. Komara Tirkiyeyê ji bo qelsbûn û xirabûna wê çi ji destê wê hat bêfikar û teredût kir. Herî dawiyê heyama referandûma başûr bi tevlêkirina her du dewletên dagirker Îran û Iraqê roleke çalak lîst ku referandûm were betalkirin, bi zextên wan hat betalkirin. Heta heqareteke giran li serokkomar û serokwezîrê Kurdistana Federal kirin, serokkomarê tirk Erdogan got, “werin ser hişê xwe em ê bikin ku hûn avê jî nebînin.” Li gel vê bêhurmetiyê serokkomarê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi lava û minet li ber serokkomarê tirk çok veda ku têkiliyan pê re dayne.

Herêma Fedeal a Kurdistan bi gotine din PDK (ji ber ku mohra wê li ser Herêmê ye) çima bû + yeka dewleta tirk?

Komara yekpare; hemû partî, burokrasî, artêş, dewleta kûr û hemû sazî û dezgehên din aşkere dijberiya xwe ji bo kurdên başûr û statuya başûr diyar dikin û dijminatiya xwe venaşêrin. Lê PDK û hikûmeta Herêma Federal Kurdistanê bi înat û israr ji navikê xwe bi dewleta tirk girê dane. Her tiştî li ser gotina gorbihişt Mistefa Barzanî datînin ku gotiye, “tu car nebin dijminê dewleta tirk.” Ev gotin weke esaseke dîplomatîk dikare bê şîrovekirin. Lê paşevanên wî ev distûr bi awayê yekbûn û radestbûna dewleta tirk dîtine û têkiliyên xwe li ser vê bingehê dimeşînin.

Deriyê Kurdistana Federal ji aliyê aborî, siyasî, leşkerî, îstixbarî, dîplomasî û têkiliyên rojane ve heta dawiyê ji dewleta tirk re vekirine. Ji avabûna Herêmê vir ve bi dewleta tirk re têkiliyên bêrûmetiyê (tê zanîn rayedarên dewleta tirk ji serokwezîr bigirin heta serokkomar ji wan re digotin, serokeşîr û eşqiya) dimeşînin. Heta rehên wê digihîjin 50-60 salan. Nêzî pêncî baregehên leşkerî, saziyên îstixbaratê li Başûr vekirine. Di saziyên îstixbarat û taybet ên girêdayî PDK’ê de hevrêveberiya dewleta tirk heye. Kontrola dewleta tirk di her warî de serwer e. Çi dixwaze dide kirin; kuştin, girtin, îşkence jî tê de. Li ser axa xwe pêşevaniya artêşa tirk dikin, bi pişt ve gerîla dixin. Êdî rewş hatiye wê radeyê ku bi yek koordîneyê êrîşî ser gerîla bikin ku wan biperçiqînin.

Bi salan e jixwe vê yekê dikin. Di dawiya dawî de li hevdîtina li Enqereyê bêyî ala Kurdistanê, serokê hikumeta Kurdistanê Mensûr Barzanî di bin banê ala tirk de Erdogan û Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anî. Ev nîşaneya herî xurt bû ku Herêma Kurdistanê êdî xwe spartiye bextê dewleta tirk, yekbûna bi dewleta tirk re qebûl kiriye. Jixwe ji bo Papa pûlên bi ala Kurdistanê hatibûn çêkirin weke referandûmê xwedî derneketibûn.

PDK û Herêma Federal a Kurdistanê fermana xwe dane destê dewleta tirk. Her roj bi hevkariya wan çiyayên gerîla lêne tên bombekirin, operasyon pêk tên, ji Maxmûrê, Şengalê heta Rojava siyaseta dewleta tirk bi destê PDK’ê tê meşandin. Partiyên di hikumetê de hevpar in bêbandor kirine, dane aliyekî. Herêma Federal anîne asta wilayeteke Tirkiyeyê. PDK jî siyaseta AKP’ê li Kurdistanê rewa dike. Qeyrana aborî, nêzî faşîzmê pêkûtiyên li ser gel û derdorên welatparêz û demokrat, birçîbûn, rev û koçberiya ji Kurdistanê encamên vê siyasetê ne.

Li Kibrisê jî nêzî vê pergalê pergalek heye. Dewleta tirk dest davêje ku derê vê siyasetê dide rûniştandin. Dewleta li Kibrisê, tirk e, lê li Başûr? Başûr çima peykbûna tirkan û vê siyaseta qirêj bi navê Kurdistanê ji bo gel rewa dibîne, ev arîşeyeke gelek mezin e, navê wê ji bilî îxanetê tiştek nîn e.

Di bankayên tirk de bi tiran dolarên malbata Barzaniyan û li Tirkiyeyê bi hezarî zêdetir şîrketên wan hene. Rojnameyên Amerîkayê deşîfre kirin, malbata Barzaniyan bi trîlyonan dolar razemenî, avahî û vîla kirîne û kirine bin milkiyeta xwe. Kurdistan hatiye firotin, bûye wilayeteke tirkan, gel jê direve, ji biçîna dimire, zext û zora di her warî de heye xema Bazaniyan nîn e. Bes bila malbata Barzaniyan abad be.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ber Bi Artêşbûna Jinan

Nivîsa Pêş

DGH: Emê Kurdistanekî azad diyarî dayîkên şoreşger bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
DGH: Emê Kurdistanekî azad diyarî dayîkên şoreşger bikin

DGH: Emê Kurdistanekî azad diyarî dayîkên şoreşger bikin

Ciwanê Mexmûrî ku bi giranî birîndar bibû, şehîd bû

Ciwanê Mexmûrî ku bi giranî birîndar bibû, şehîd bû

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Şengalê Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Hogir Nûhat Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.