Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şiyar Denîz: Li cihê ku dijmin texmîn nake em li wê derê ne

Fermandarê Hêzên Rizgariya Efrîn Şiyar Denîz ku ji ajansa ANHA'yê re axiviye destnîşan kir ku derbên giran û serkeftî li dijmin didin.

Edîtor: Nucan Serdoz
19/05/2022 - 10:51
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Şiyar Denîz: Li cihê ku dijmin texmîn nake em li wê derê ne
ParvekeTweet

EFRÎN – Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) dîmenek bi ajansa ANHA’yê re parve kir, tê de ji fermandarên HRE`yê Şiyar Denîz pêşketina hêzên wan di salên dawîn de ji bo rizgarkirina Efrînê dinirxîne.

Denîz wiha dest bi axaftina xwe kir: “Wekî Hêzên Rizgariya Efrînê em hemû şehîdên qonaxên yekemîn û duyemîn ên Berxwedana Serdemê bi bîr tînin, yên ku di têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de gihîştin asta şehadete. Em sersaxiyê didin malbatên şehîdan û em ê soza şopandina rêya wan heta pêkanîna xeyalên wan nû dikin.”

Denîz, destnîşan kir ku di ser dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re 5 sal derbas bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev dagirkerî li pêş çavên cîhanê pêk hat, bi taybet di dema destpêkê ya şer û êrişan de. Tevahî cîhanê ew hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dît, şerekî bêhevsengî li ser cografiya û gelê Efrînê meşandin. Lê, gelê Efrînê dengê berxwedana xwe da ser dengê moşkên dijmin, Berxwedana Serdemê li cîhanê deng veda.”

GEL BI DERFETÊN HERÎ KÊM LI BER XWE DA

Denîz, pesna berxwedana gelê Efrînê li hemberî dagirkeran da û wiha pê de çû: “Gelê Efrînê li hemberî duyemîn dewleta bihêz a NATO`yê ya xwedî çek û teknolojiya pêşketî, bi derfetên herî kêm li ber xwe da, piştgirî ji rêveberiyê girt û li hember wê hovîtiyê sekinî.”

Denîz bal kişand ser mêtîngeriya çandî li Efrînê û got: “Di 5 salên dagirkeriyê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya rûxandina şûnwar û perestgehan û revandina û kuştina sivîlan, hewl didin demografiya Efrînê biguherînin.”

BERXWEDANA DOMDAR

Şiyar Denîz, wiha axaftina xwe berdewam kir: “Wekî zarokên Efrînê, bi berxwedana gelê me yê li kampên herêmên Şehbayê û bi çalakiyên taybet ên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li her cihî û li her demê, em ê projeya nû ya osmaniyan têk bibin. Em dixwazin vê ji gelê xwe re bêjin. Ji dema dagirkirina Efrînê ve û heta niha em di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de berxwedanê didomînin.”

‘DÊ EFRÎN JI ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER BÊ RIZGARKIRIN‘

Denîz, teqez kir ku dê Efrîn ji arêtşa Tirk a dagirker bê rizgarkirin û got: “Divê gelê me bi vê bawer be. Hêzên me artêşa Tirk a dagirker li navendên wan dişopînin, da ku karibin derbên giran li dijmin bidin.”

Fermandarê HRE`yê Şiyar Denîz destnîşan kir ku Efrînê ne tenê ji aliyê leşkerî ve hat dagirkirin, lê belê ji aliyê çandî û dîrokî ve jî hat dagirkirin û ev tişt anîn ziman: “Ew yek bi rêya rûxandin û dizîna şûnwaran, ferzkirina zimanê tirkî û pêkanîna hemû cureyên sûc û binpêkirina wekî revandin û kuştina sivîlan, pêk hat.

Dagirkeriya Tirk bi rêya birîna daran û şewitandina daristanan ku wekî cihên xweveşartinê yên Hêzên Rizgariya Efrînê dihesibîne, hewl dide HRE`yê lawaz bike.

Li hemberî sûc û kiryarên artêşa Tirk a dagirker, wekî Hêzên Rizgariya Efrînê em bi bilindkirina têkoşînê bersiva hişk didin. Di oxira rizgarkirina Efrînê de em her kêliyê amade ne xwe feda bikin.”

Şiyar Denîz, bang li şêniyên resen ên li Efrînê mane kir ku “ji bo qewitandina dagirkeran, rizgarkirina Efrînê û vegera bi ewle ya gelê me, bi qasî ku ji we tê bi hêzên HRE`yê re alîkar bin.”

Denîz daxuyand ku her kesê xwe welatparêz dihesibîne, bila bi Hêzên Rizgariya Efrînê re hevkariyê bike, bi axaftinên dijmin neyê xapandin û diyar kir, “baweriya me bi gelê me heye ku her tim amade ye piştgiriyê bide zarokên xwe (şervanên HRE).”

Denîz bal kişand ser çalakiyên hêzên wan li dijî dijmin li dar dixin û ev tişt anîn ziman: “Di dirêjahiya 5 salan de em li dijî navendên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê çalakiyên taybet li dar dixin. Di wan çalakiyan de derbên mezin li dijmin hatin xistin, lê belê dagirker hewl dide li pêş raya giştî û gelê Tirkiyê windahî û têkçûna xwe binixumîne.”

Denîz destnîşan kir ku her kêliyê em ji bo gihandina zirarê bi dijmin kar dikin û got, “Em xwediyên vê axê ne, em her amade û bi israr in vî dijminî têk bibin.”

‘LI CIHÊ KU DIJMIN TEXMÎN NAKE, EM LI WIR IN‘

Denîz têkildarî çalakiyên hêzên wan vê dawiyê pêk anîne jî ev tişt gotin: “Di demên dawîn de hêzên me li dijî dagirkeran li bajarê Marê, Efrîn û herêmên din çalakiyên taybet kirin. Em li cihekî ne ku dijmin texmîn nake. Divê dagirkeriya Tirk baş pê zanibe ku ew ne xwediyê wî erdî ye û cihî wî li Efrînê tune ye. Xwediyên erdê şêniyên Efrînê ne. Em dagirkeran li her derê ceza bikin.”

Fermandarê HRE`yê Şiyar Denîz teqez kir ku her dagirkerek ji bo hêzên wan hedef e û dê rê nedin ku projeya nû ya osmanî bi serkeve û dijmin rihet razê.”

Denîz berxwedana şêniyên Efrînê yên li kampên Şehbayê ruxmî hemû astengiyan jî li ber xwe didin, silav kir.

Şiyar Denîz bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi yek carê derba xwe li dijmin bixin da serkeftina herî mezin bi dest bixin. Em bi serkeftinê, qewitandina dagirkeran û rizgarkirina Efrînê bawer in. Em ê vegera hemû koçberan ji warê wan er misoger bikin. Rizgarkirin dê diyarî şehîd û gelê gelê Efrînê be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NPG: Dem ne dema xwedî derketina li gerîla ye, gerîla bi xwe erkê xwe dike, divê gel erkên xwe pêk bîne

Nivîsa Pêş

Dîmenê çalakiya li dijî baregeha Bamernê hate weşandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dîmenê çalakiya li dijî baregeha Bamernê hate weşandin

Dîmenê çalakiya li dijî baregeha Bamernê hate weşandin

LEZGÎN – HRE: 4 leşkerên dagirker û 8 çete hatin kuştin

LEZGÎN - HRE: 4 leşkerên dagirker û 8 çete hatin kuştin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.